Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yekîneyên Tolhildanê bang li gelê kurd kirin

Yekîneyên Tolhildanê têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Ocalan wiha gotin: “Her kurdek û yekîneyên tolhildanê divê berpiryariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.”

Navenda Nûçeyan |

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehît Sakîne Cansiz, Şehîd Savaş Amed, Şehîd Baran Dersim bi daxuyaniyeke niviskî têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û bang li gelê kurd kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî hevdîtina bi telefonê ya Rêberê Gelê Kurd a bi malbatê re ku 27’ê Nîsana 2020’an pêk hatibû, tu hevdîtinek din nebûye û vê jî nêzîkatiya dewleta tirk a li Rêberê Gelê Kurd careke din nîşan daye.

Yekîneyan bi bîr xist fikarên gelê kurd û derdorên demokratîk ên navneteweyî yên têkilî jiyan û tendiristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûye li gel vê jî serlêdanên hevdîtinê bi rengekî derhiqûqî nehatine qebûlkirin, dewleta tirk piştî ku li Garê li ber gerîlayên azadiya Kurdistanê şikestiye, ji bo ku tola vê hilîne îhtîmal e ku bixwaze beriya Newrozê ku ji bo Kurdan sembola azadiyê ye, serî li alçaxiyeke wiha dabin û wiha hat gotin: “Li gel hemû zext û zordarî, girtin û hewldana şikandinê jî, ji bo ku gelê kurd li ber dewleta çete ya tirk serê xwe netewandiye, bi rengekî bêperwa êrîş dibin ser Rêber Apo ku ev gelê berxwedêr afirandî û azaweriya têkoşînê dide gelê kurd. Li gor xwe dixwaze rêça Newrozê ya 2571 salî dixwazin li kurdan bikin jehr.

Êdî dewleta çete ku dixwaze desthilata xwe bidomîne nikare bi devereke din ve bireve. Em bi sedan zarên kurd ên leheng ku ji bo Rêber Apo bedena xwe dane ber agir, bi çalakiyên fedayî metrpolên Kurdistanê û Tirkiyeyê dane ber agir bi bîr dixin. Rêber Apo ji bo kurdan rizgariya ji koledariyê, meşa ber bi azadiyê ve ye. Rêber Apo tê maneya gelê ku nediwêrî bibêje kurd e lê niha ji bo azadiyê li ber xwe dide. Ên ku Rêber Apo tenê weke şexsekî dibînin, bi hîsên xwe yên riziyayî tevdigerin. Ji ber vê sûcekî li dijî Rêber Apo ji bo gelê me û yekîneyên tolhildanê dibe sedema ku bibin gilokeke agir û dijmin bişewitînin.”

Her wiha yekîneyan destnîşan kir ku tenduristiya Rêber Apo tenduristiya wan, azadiya Rêber Apo azadiya wan e û daxuyanê wiha bi dawî kir: “Ji ber vê, divê dewleta tirk a faşîst hişê xwe bide serê xwe, dev ji rastiya wan nûçeyan biqerin, gotegoteke wiha jî li nav kurdan dê rê li hêrseke çawa veke divê bibîne. Aqilê çete ku hewl dide kurdan û Rêbertî bi hînkirinê razî mirinê bike, heke sûcek bibe, ji walî heta bi qeymeqam, dadger, dozger, polîs, rêveberên partiya desthilatdar, hemû berfermanbarên faşîstmê wê bibin hedefa gelê me yê welatparêz û yekîneyên me yên tolhildanê. Dema ku mijar jiyan û tenduristiya Rêber Apo be tu hêz dê nikaribe vê hêrsê bide sekinandin.

Berdela xwe çi dibe bila bibe çi tiştê ku dewletê bi bîr bixe wê bibe hedefa yekîneyên me yên tolhildanê. Em dengê xwe li dewleta çeta ya tirk dikin; beriya ku bike xafilbûneke wiha, demildest têkilî tenduristî û jiyana Rêber Apo bi rêya parêzer û malbatê divê daxuyaniyek ji gelê kurd re were dayîn. Heke hevdîtin nebe û daxuyanî neyê dayîn, li ser nûçeyên di çapmeniyê de dê tevger çêbibe. Ji ber vê her kurdên xwedî rûmet û yekîneyên me yên tolhildanê divê hedefa xwe diyar bike, di rewşeke pêkan de, bêyî dudilî divê berpirsyariya xwe ya dîrokî, sincî û rûmetê bi cih bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar