Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo vegerê li her derê xwe birêxistin kirine

Şînda Ekrem |

Welat ne tenê welatê bav û kalan e, bajarê mirov lê ji dayik bûye nabe wek tu deran, girêdana mirov di welat de xwe ewle û ewledar dide hîskirin û bîranînên xweşik tê de hene, hemû sûdên madî û manewî, li her deverî ne , welat dîrok, mîras, rûmet û qehremanî ye.

Dewlet tirk a dagirker û çetên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi komployeke navneteweyî êrîşî Efrînê kirin û piştî 58 rojan ku gelê Efrînê bi kal, jin, zarok ,şervanan berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan da ku axa xwe bi parêzin, lê bêdengiya dinyayê sebeb bû ku di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn bê dagirkirin.

Îro sê sal li ser dagirkirkirina bajarê Efrînê derbas bû.

Li ser vê yekê dixwazim çavdêriya xwe ya li Şehbayê ku nêzî 15 rojan derbasî wê herêmê bûm vebêjim. Çûyîna min ji bo bernameya xweser bi navê ‘çilkezî’ ku  jinên êzidî çîrokê xwe vedibêjin bû.

Berî tu derbasî herêma Şehbayê bibî jixwe li çend bendana leşkerên rejîma Baasê hene hin bendên kontrolê danîne ku hebûna xwe li wir diyarkin, ev yek jî dema li hevkirina rûsan û tirkan di Efrîn de bû, lê hebûn û nebûna wan yek e, ji ber gel li wir xwe bi xwe rêxistin kiriye û kar û xebatê xwe dimeşîne.

Dema mirov derbasî herêma Şehbayê dibe hestekî hem xemgîn di heman demê de jî rengîn di nava dil de dihizirîne, şînahiyên li derdorê bi taybet darên zeytûnê ku kela Efrînê li te dixe.

Ew cara yekem e ku ez derbasî wê herêmê dibûm, min pir merq dikir bê gel li wir çawa dijî bi taybet ji ber girêdana wan a zêde bi ax û darên zeytûnê, behîv, kerez û hwd. ve.

Destpêkê rastî Kampa Serdemê li navçeya Til Sûsinê bûm, min ji gel pirsî bê kampên din hene; gotin li aliyê din jî Kampa Berxwedanê li navçeya Fêfîn û Kampa Vegerê jî li gundê Zaretê, Kampa Koçera li Ehdas û Kampa Şehbayê li Kişteharê ku ev hemû li herêma Şehbayê ne.

Ew 14 saet bû ez di rê de bûm, piştî behnvedanê, roja din min lîstaya xwe ya mêvana derxist û di nava herêma Şehbayê de min dest bi gera xwe kir.

Destpêkê derbasî nava Kampa Serdemê bûm, bi rastî dîtin û gotin nabe yek, te digot belkî taxeke her kes ji bo jiyana xwe ya rojane di nava tevgerê de ye li ber her çadirekê herkesî ji xwe re bexçeyek biçûk çandibû, darên zeytûna li her derî hatine çandin, hinek li ber deriyê xwe haziriya xwarina nîvro dikir, hinek jî li ber deriyê çadira xwe bi cîranê xwe re civat vekiriye û her behsa berxwedaniya serdemê, mala xwe, rezê xwe, zeytûnê xwe û cihên pîroz ku bi taybet li gundê civaka me ya êzidî lê diman, dikirin.

Di kampên heyî de, gel xwe birêxistin kiribû, hemû sazî û dezgehên xwe ji aliyê perwerde, saziyên jin , dibistan, Heyva Sor, yekitiya êzidiyan û hwd. kar û xebat didan meşandin. Li aliyekî kampan jî bexçeyê zarokan, gulistan û dibistan hatibûn avakirin .

Min xwest di nava kampê de heya bernameya min heye li wir bimînim, ez heya 15 rojan li gel hevalên xwe di nava kampê de mam, her şev çeteyan derdorê topbaran dikir, her der di bin me de dihejiya min hingî baş fêm kir û jiyam bê ev gel çawa li ber xwe dide.

Min ji wan re digot ma hûn natirsin? Ew jî wiha digotin: “Na, me ji bo axa xwe li ber xwe dayî, dê tu carî çavên me ji topên wan netirse, îro mayîna me ya li vê derê bi serê xwe berxwedan e.”

Li Kampa Serdem dibistan li kêleka me bû her sibeh bi sirûda dengê zarokên Efrînê ya ‘Ey Reqîb’ji xew radibûm û bi hestê ku çiqas dijmin bixwaze vî gelî tune bike bi eşqa van zarokan ku li beramberî hemû zehmetiyên jiyanê jî îro diqîrin dê tu carî ev gel tune nebe û dê her nûjen be.

Gelê Efrînê li wir ne tenê di nava kampan de dijîn, li hewîrdor li navçeyên weke Til Sûsin, Fêfîn, Ehres, Til Qirah, Kefer Naye, Kefer Nasih, Ehdas, Til Refet û her wekî din de ku destpêka derketina ji Efrînê, gel li wan deran bi cih bûbûn.

Li wan navçeyan cihê ku ez têre derbas dibûm hilweşiya bûn, ku beriya niha bi destpêkirina şoroşê re ji aliyê çeteyên Cebhet Alnisra, Ehrar Alşamiyê û dawiyê DAIŞ’ê ve hatibûn bombebaran û talan kirin û bi sedan şêniyê wê hatine kuştin û revandin ku ji tirsan ji wan deran koçber bûbûn.

Îro gelê Efrînê piştî berxwedaniyeke bêhempa ku 58 rojan her di nava parastina xaka xwe û darên zeytûnê ku wek zarokê xwe lê miqate bûn, li van navçeyan dijîn.

Ez derbasî hin malan bûm, tenê malên ku têde dijiyan pir xerabin hemû derên ku ji derbeyên topan hilweşiyane bi çend keviran dane ser hev,  pencere û deriyê wan naylon kirîne û bi hin pêdiviyên jiyanî ku dikaribin debara jiyana xwe ya rojane bikin , di her malekê de sê yan çar malbat di nav hev de dijîn, halê ku heye ev e û destê wan li tu tiştî nagere bikirin û her dibêjin; ev ne malê me ne em ê vegerin Efrîna xwe.

Li nav her çadirkê û malekê li navçeyê Şehbayê ku gel lê dima çîrokên pir bi êş û azar hebûn, windakirin û ji destdayînê ku vî gelî bi çavan dît ser sebaba gelek nirxên hêja û biha ne. Hîn kes parçek ji canê xwe feda kiriye, hîn kes jî heval û dostên xwe ji dest daye.

Her êvara înê ku wek çandeke ye di nava milet de her kes diçe ser goristana li navçeya Ehresê ya Şehbayê ku rojek ez bi dayikan re çûm goristana şehîdên berxwedana Serdemê ku ji hemû navçeyên Efrîn û Şehbayê li wir hatine oxirkirin. Gelek dayikên ku ez rastî wan hatim mezerê zarokên wan li Efrînê bûn ku niha dagirkeriya tirk û çetên xwe heta goristan jî bi halê wan nehiştine.

Dayika bi navê Fexriye Hesen li ber serê şehîdekî bû jêre diloran, min jê re got ‘yadê lawê te ye? Got ‘keça min hemû zarokê min in, ev ne lawê min e lawê min li Efrînê di dema berxwedaniyê de hate oxirkirin lê dema ez têm vir behna min dertê.’

Li ser zimanê herkesî destpêkê vegera Efrînê heye. Dibêjin ‘em dûr neketine ji ber em ê vegerin Efrîna xwe’. Jixwe kelecan û berxwedana jinan li her derê zindî bû ku di 8’ê Adarê de li ber çavan bû.

Li vir, girîngî û nirxa welat derdikeve pêş. Her kesê ku ji wateya welat nizan e, dê nikaribe jiyaneke bi wate jî bijî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar