Nêrgiz Ismayil |
Salvegera sêyemîn ku li ser dagirkirina xaka Efrînê re derbas dibe. Li ser vê xakê hîn jî xelkên Efrînê û taybet jinên wê di nava berxwedaniyên bêhempa de ne. Me xwest di vê hevpeyvînê de vê berxwedaniyê şîrove bikin û xwesteka jinên Efrînê ji azadkirina Efrînê û Rêber Apo zindî bikin. Lewra me hevpeyvîn bi Endama Desteya Rêveber a PYD’ê û Mûsteşara Rêveberiya Xweser a Herêma Şahbayê Hediye Yusuf re kir.
Nêrgiz Ismayil: Pêvajoya 2021’an bi giştî ji bo cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyên giran bûn, bi derbasbûna 2021’an gelo cudahiyek heye ji hêla stratejîk ve û zehmetiyan ve, di heman demê de em derbasî meha adarê bûne? Salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê jî tê pêşberî me hûn van rewşan çawa dinirxînin?
Hediye Yusuf: Di nêrîna min de ger em rewşa giştî cîhanê nenirxînin em nikarin bibin bersiv ji gelek bûyer û rewşên ku niha li welatê me diqewimin û di nav de dagirkirina Efrînê jî. Bi rastî 2020’î bi giştî ji bo cîhanê salekî cemidandinê bû, dikarim wisa bi nav bikim. Ji ber pirsgirêka nexweşiya koronayê li hemû deverên cîhanê pirsgirêk bû. Bi sebeba nexweşiya koronayê jî hema hema dinya di milê aborî de taybet di milê civakî de cemidandinekî mezin jiya. Ev yek jî bandoreke xwe ya gelekî mezin li ser rewşa jinan kir. Bû salekî ku herî zêde li hemberî jinan tundî hat bikaranîn, ji ber ku qedexeyên seba nexweşiya koronayê li her derekê qedexeya derketinê hebû ji bo wê yekê jî mêr diman di hundiran de û di hundiran de jin rastî tundiyê dihatin. Zexta ku mêr li ser jinan dikir hem di hela cinsî de hem jî di hela civakî de jin di bin bandoreke gelek mezin de diman. Heta li gorî îstatîkên tê dayîn dibêjin ku sala herî ku jin rastî tundiyê hatine sala 2020’î ye.
Jixwe di milê siyasî de jî korona nexweşiyekî hatiye çêkirin û li tevahiya dinyayê hatiye belavkirin. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, yek jê cihê ku şer têde germ bû Rojhilata Navîn bû. Di heman wextê de qada Ewropayê jî qada ku teqemenî didan DAIŞ’ê Pergala kapîtalîst dixwest li ser qada Rojihilata Navîn sîstema xwe nûjen bike, lewra Rojhilata Navîn gelekî zêde rastî tundî û terorê hat. Di heman wextê de pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî giran bû, ji bo vê yekê nexweşiya korona jî bû mîna rêbazekê ku ji krîza heyî derketin be û cîhanê bidin cemidandin. Lewra seranserî cîhanê ketin haziriyê.
Li Kurdistanê jî yên herî herî zede rastî tundiyê hatin dîsa jin bûn. Tundiya siyasî li ser hate meşandin di heman wextê de jî tundiya rejîmê li hemberî neteweya kurd û hemberî jinan li pêş bû, di warê fîzîkî de jî welê bû. Ji ber ku di 2020’î de sala herî zêde ku li bakurê Kurdistanê jinên siyasetmedar hatin girtin, di zindanan de li hemberî wan tundî hate bikaranîn, li ser wan qedexeyên ku xebata xwe ya siyasî bidin meşandin hebû, bi sedan parlamenter, siyasetmedar û çalakvan di zindanan de ne. Hemû di zindanên faşist de li ber xwe didin. Yên herî zede pêşengtî ji çalakiyên greva birçîbûnê ku li zindanên Tirkiyeyê hatine destpêkirin, dikin jin in, li hemberî pergala faşist serî hil didin.
Dîsa li kolanan dayikên me yên bitemen li hember faşîzmê di nava berxwedaniyeke mezin de ne, sîstema faşîzma tirk çawa bi rêka tundiya fîzîkî dixwaze rê li pêşiya têkoşîna jinan bigirin, ji bo wê jî li ser hemû xebatên wan qedexe hene, hîn girtin berdewam in, niha jî berdewam e. Di rastiyê de qirkirin berdewam e, qirkirina siyasî li bakurê Kurdistanê berdewam e. Ev yek li hemberî gelê me bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin. Wekî din li rojhilatê Kurdistanê heman rewşe, li başûrê Kurdistanê heman rewş e, ji ber ku sîstema siyaseta Tirkiyeyê bandora xwe li qada siyasetê jî dike, lê belê li hemberî siyaseta dewleta tirk berxwedaniyekî gelekî mezin heye. Niha jin li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî siyaseta inkarkirinê û tunekirinê di nava berxwedaniyeke mezin de ne.
Wekî me got korona çawa li tevahiya dinyayê bandora xwe kiriye, li welatê me jî bandoreke mezin kiriye. Lê ruxmî ewqas sîstema hucre û tundiyê heyî dîsa jin di nava tevger û têkoşîneke mezin de bûn.
Ruxmî mirina zêde û ewqas nexweşiya koronayê ya zêde em dikarin bibêjin ku li Kurdistanê bêdeng derbas nebû, têkoşîna li hemberî dagirkeriyê, hemberî sîstema faşîst û siyaseta wî jin di nava berxwedaniyek mezin de ne.
Nêrgiz Ismayil: Gelo em çawa dikarin vê rewşê li tevahiya Sûriyayê û bi taybetî bakur û rojhilatê Sûriyeyê binirxînin?
Hediye Yusuf: Spas ji xwe pirsa bingehîn ev e; li vê derê jî erê rewşa korona dirêj kir lê belê dem dirêj bandora qedexebûnê li ser kar û çalakiyan bandor nekir ewqasî bêdengî tunebû, çalakiyên li dijî tundiyê berdewam bûn, dîsa çalakiyên li dijî dagirkeriyê pir bi xurtî hatin meşandin, di wate ya xwe birêxistikirinê de jî hîn zêdetir xwe bi hev re komkirin û karê ji her hêlan ve dane meşandin, pêk hatin. Di nava rêveberiyê de jî mijarên yekitiyê ku rûniştin bi hemû partiyan re jî hêzeke hîn baştir di nava gel de. Em dikarin bibêjin ku bi 2021’an re coşa jinan, helwesta jinan hîn bêtir xwe da pêş. Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku faşîzma dewleta tirkan dane meşandin ji bo ku ser ruhê berxwedaniyê bidin tewandin, lê berxwedaniya Heftenînê bû sembola 2020’an. Dijmin dixwest dest biavêje perçeyên Kurdistanê çi Başûr be, hetanî vê qadê jî tengav bikin û Kurdistanê bixin rewşekê ku qet nikaribe li ber xwe bide. Weke ku tê zanîn nav oparasyonên xwe jî kirine PENÇ BAZ dixwest ku van operasyonan vîna gel û mayîna li ser pêyan, têkoşîna demokrasiyê ya ku tê kirin bi tunekirina pêşenga vî bidine misogerkirin lê belê berxwedaniya Heftenînê bû navnîşana 2020’an. Dijmin pir israr kir ku tune bike lê belê di Heftanînê de dîsa jin pêşeng bûn, fedayiyên YJA Starê pêşengtiyeke gelekî mezin kirin. Dîsa jî em bêjin têkoşîna îdolojîk de berxwedaniya li Bakur bû navnîşana 2020’an ji bo wê jî ev zemînê hêviya gelan xurt kir, 2020’an bi xurtbûnekî pir mezin em bêjin pêşwaziya 2021’an bû. Taybetî jî li cîhanê wisa hate kirin bi taybetî di hilbijartinên Amarîkayê de jina bi navê Kamala Harris bû cigirê serokê Amerîkayê. Ev cara yekem e ku cîgir jineke, ev di cîhanê de dibe bandoriya yekemîn ku jina sîstema heyî guhertinê dide ferzkirin. Li ser tevahiya Amerîkayê da kirin.
Niha ji bo 8’ê Adarê du generalên jin dane erkdarkirin. Ev jî ji bo cîhanê pêşketineke. Ji ber çi ji ber pêşketinên ku di qada kurdistanî de hatine çêkirin em dikarin bibêjin ku bandoriya xwe li tevahiya cîhanê kiriye, hem Ewropayê û hem jî Amerîkayê . Ji ber wê em dikarin bibêjin ku 2021’an Amerîka wekî dewletekî serwerê cîhanê xwe dihesibîne cîgirê serok bibe jineke, ev pêşketineke hêja ye. Ev nîşaneya ku jin di her qadê de dikarin cih bigirin. Dîsa em bêjin li Ewropayê jin di nav tevgerekê pir mezin de ne. Hemû qedexeyên derketinên qedexeyan û çalakiyên kurdistanî bi pêşengitiya jinan hem ji bo qedexeyan hem jî di roja 8’ê Adarê de dihat meşandin. Lê li gelek welatên cîhanê jin li ser pêyan bûn, rêxistinên jinan û jinên kurdistanî îro em dikarin bibêjin ku 8’ê Adarê bi pevçûn û pîrozbahî hatin derbaskirin.
Dîsa em dikarin bibêjin jinên pêşeng operasyonên ku dewleta tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin berxwedaniya Garê bû navnîşana 2021’an yanî navnîşana azadiyê ku hîn xurtir pêşbikeve, di vê berxwedanî de jin jî pêşeng bûn, jin jî xwedî rolên pir girîngbûn, pir çalakiyên ku rêxistina leşgerî ya jin YJA – Starê ku kirin li hemberî dagirkeriyê van hemû bûn navnîşan. Ji bo wê jî ev yek bandora xwe li ser jinên azadîxwaz kir, jinên demokratxwaz dikin bi taybetî em dikarin bibêjin ku di 2019 – 2020 û 2021’an jî li hemû deverên dinyayê sembolên “jinên kurd a şerker” derketin pêş, sûretên YPJ, YJA STAR’ê li hemû deverên cîhanê bûn sembol. Ji bo wê jî tabloyên resm bigire, sûretên li ser dîwaran bigire yanî ev bandoreke mezin li cîhanê kir. Ev wê nişan dide, pêşketina ku jin çêdike demek îradeyeke ku bikaribe van nirxan biparêze derketiye pêş. Di nêrîna me de ev pir girîng e, di her çar perçeyên Kurdistanê de jin vê dan ispatkirin, têkoşîna jinên kurd îro li her deverên cîhanê dibin destan, dibin senaryoya fîlman. Niha berxwedaniya jinên Kobanê li gelek welatan de dibin, pirtûk, çîrok û senaryoya filman. Niha ev berhemdarî ji 2020’î hetanî 2021’an jî berdewam e. Em dikarin bibêjin ku jin xwedî li berxwedaniya jinan derkevin.
Nêrgiz Ismayil: Gelo heta çi radeyê jinên kurd dikarîbûn bibin bersiv ji pirsgirêkên jinên cîhanê re û bihêle ku bandora şoreşa wê li ser tevahiya jinên netewên cuda bê kirin? Ev bandor çiqasî avaker e? Di heman demê de hûn niha li herêma Şehbayê ne ku gelê Efrînê li ser xaka xwe derneketin û hîn di nava têkoşînê de ne ku vegerin warên xwe. Vê girêdanê, vê hêviyê hûn çawa tînin ziman?
Hediya Yusuf: Teqez em ji bîr nekirin ku li tevahiya cîhanê sîstema kapîtalîst ku dinya cemidand bi sebeba nexweşiya koronayê ew kir sedemeke ku wê pêşketina di qadên jinan de jî bidin sekinandin jî ev mijareke gelekî girîng e ku em bikaribin binirxînin. Rast e di hêlekî de dibin navê ku dixwaze li ser wê nexweşiyê bisekine lê belê di hêlekê din de jî xwest pêşketinên ku bi pêşengtiya jinan tê kirin bide rawestandin. Em dikarin di wê çarçoveyê de jî binirxînin. Lê ruxmî her tiştî ev têkoşîn di qalikê xwe de hîn baştir pijiya ye. Em dikarin bibêjin ku têkoşîna jinên kurd ji warekî kurdistanî derbasî warekî cîhanî bûye. Di vê pêvajoyê de jin dikare vê pêşengtiyê bike. Ji bo wê yekê em dikarin bibêjin ku 2020 – 2021’an di rojavayê Kurdistanê de bandora jinên kurd li ser jinên ereb pir zêde derket pêş, wekî din li ser pêkhateyên din jî bandora xwe kir. Em li vê derê di nava gelên xwe yên Efrînê de ne û me bi şênber dît ku çawa jin û hemû xelkên Efrînê di 8’ê Adarê de hêvî û vîna xwe ji cîhanê re dan diyarkirin. Li vê derê di nava van pîrozbahiyan de ne tenê jinên kurd, li kêleka wê jinên ereb û suriyan jî hêviyên xwe dan nîşanda.
Ev encameke dîrokî ye ku jin xwedî ked e û îro keda wê giştiye bandoreke xwe ya erênî li ser tevahiya jinên cîhanê dike. Dikare di hemû qadan de cih bigire hem qada siyasî, leşgerî, civakî û rêveberî de jî. Bi rastî sala 2021’an bi hêviyên hîn mezintir jinan dest pê kir. Bi israra jinan a ku pêl bi pêl û gav bi gav dixwaze li hemberî zehmetiyan li ber xwe bide û ji cîhanê re bibêje ku ne tenê jin li ber xwe bidin dê heta darên zeytûnan, kulîlkên Efrînê jî li ber xwe bidin. Ji bo wê di sîstema xweser de ku jin pêşengtiya wê dikin, em em derbasî saleke tijî û dagirtî bûn. Dê ev pergal heta dawiyê jî bimeşe.
Nêrgiz Ismayil: Li her deverekê Şrhbayê jin û hemû kes di nava berxwedaniyê de ne? Salvegera sêyamîn jî hat û asta vê berxwedaniyê kêm nebû? Çavkaniya vê ruhî çi ye û hûn ji ku digirin?
Hediya Yusuf: Em niha li Şehbayê ne, her kêliya ku bayê Efrînê li me dide em bi hêztir û bêhtir hêviyên me bi hêz dibin. Em wekî jinên kurd, jinên pêkhateyên din jî bi hev re li jiyaneke aştiyane digerin. Dema ku em hatin Şehaba ev derê cihên ku rêjîm lê bûn, te lê meyze kiribana hemû mîna çolê bûn, niha her çiqasî em di bin konan de bin jî lê me her konek veguherandiye navendeke, dibistaneke û hêza berxwedanê. Em vê yekê aşkera bibêjin ku dê sala 2021’an çi 8’ê Adarê be, çi 21’ê Adarê be û hemû rojên salên wê bibin rojên berxwedanê. Ji bilî berxwedanê dê tu wateya têkoşîna jinan nemîne. Em ê hemû çalakiyên xwe têxin xizmeta azadkirina Efrînê û ji bo ku Efrîn azad bibe divê Rêber APO azad bibe. Em wekî jin ne ji bo perçeyeke Kurdistanê têdikoşin ji bo azadiya hemû cîhanê. Rêber Apo ji bo me felsefe ye, fikir e, zanebûn e. Her çiqasî bi ramana xwe azad e lê em tekoşînê dikin ku bi fîzîka xwe jî azad be û di nav me de be. Di ser dagirkirna Efrînê re sê sal derbasbûn, bêguman hîn jî ew agirê berxwedanê mîna agirê Newrozê nehatiye tefandin. Ji wê demê û hetanî vê kêliyê hîn jî em bi wê israrê ne ku em Efrînê ji wan çeteyan rizgar bikin û em ê vegerin nav bax û bostanên xwe. Em ê bi destê jinan darên zeytûnan biçînin û ev yek dê li ber çavê cîhanê çêbibe. Bila dîrok vê yekê ji bîr neke.