Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PKK: Guh nedin astengiyan û biherikin qadên Newrozê

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gelê kurd kir ku bêyî ku guh bidin astengiyan biherikin qadên Newrozê

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand û bang li gelê kurd kir ku guh nedin tu astengiyan û biherikin qadên Newrozê.

Daxuyaniya PKK’ê ya têkildarî Newrozê wiha ye:

“PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê kurd û hêzên demokratîk-şoreşger di Newrozeke nû de ne. Em vê Newrozê bi ruhê serketina Garê, bi pêngava berxwedanê ya ‘dema azadiyê’ pêşwazî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe. Di nava coşa 8’ê Adarê ya Şoreşa Azadiyê ya Jinan de pîroz dikin ku li Kurdistanê bi pêş ve çû û li tevahiya cîhanê belav bû.

Li ser vê bingehê, em ruhê serketinê yê Garê ku gerîlayên me yên leheng afirandin û coşa 8’ê Adarê silav dikin. Cejna Azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me û dostan pîroz dikin. Di şexsê şehîdê me yê mezin ê Newrozê Mazlûm Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di sala nû ya Newrozê de ji her kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin serketinê dixwazin.

Weke ku tê zanîn Newroz yek ji cejnên azadiyê yên gelan a herî kevn e. Hişmendiya Newrozê di parastina hebûna gelê kurd û dewamkirina daxwaza azadiyê de xwedî cihekî diyarker e. Rêber Abdullah Ocalan di Newroza 1973’an de hîmê PKK’ê danî û ev hişmendiya azadiyê ji nû ve afirand. Hevrê Mazlûm Dogan di Newroza 1982’an de qirkeriya dewleta tirk a faşîst têk bir û berxwedêriya Kawayê Hemdem afirand. Li ser bingeha van û bi fermandariya lehengê me yê neteweyî Mahsûm Korkmaz de hêzên me yên gerîla rastiya gelekî bûye Newroz afirandin.

Niha em di salvegera 48’an a vê destpêka mezin a dîrokê de ne. Em dikevin sala 40’î ya berxwedêriya Kawayê Hemdem. Ya ku me weke tevger û gel di nava 39 salan de kir, eynika karê me yê sala 40’î ya berxwedanê ye. Weke partî, gerîla, hêzên jin, ciwan, gel û hêzên demokratîk ên li dora berxwedana Îmraliyê ya mirovê azad Rêber Apo civiyane, di vê sala 40’î ya berxwedanê de em dixwazin tecrîda li Îmraliyê bişikînin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, li her qadê dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her alî ve azad bibin, azadiyê bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de em têgihiştî ne, rêxistinbûyî ne, amade ne, bi biryar in û em ê teqez bi ser bikevin.

Aşkera ye ku em bi berxwedan û serketina mezin a Garê ya dîrokî ya gerîlayên me yên leheng dest bi saleke nû ya Newrozê dikin. Lewma Newroza 2021’an ew Newroz e ku bi ruhê serketin û berxwedana Garê tê pêşwazîkirin. Ruhê serketina Garê mohra xwe li her çalakî û pîrozbahiyên li her qadê dixe. Aşkera ye ku gerîlayên me yên leheng wê li dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker, bi ruhê berxwedan û serketina Garê şer bikin û teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê em careke din serketina Garê ya gerîlayên me yên leheng û Cejna Azadiyê Newrozê pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Em bang li hemû jinan dikin ku biherikin qadên Newrozê

Her wiha aşkera ye ku pîrozbahiyên Newrozê bi çalakiyên 8’ê Adarê re bûne yek. Bêguman ev yek hem rast e hem jî bi wate ye. Bi vî rengî, rastiya azadiyê ya Newrozê li xeta azadiyê ya jinan tê. Çirûska azadiyê ya jinan bi agirê azadiyê yê Newrozê digihêje serketinê. Kurd bi pêşengiya jinên ber bi azadiyê ve dimeşin vediguhere gelê Newrozbûyî. Jin hişmendî û coşa 8’ê Adarê û Newrozê bi hev re dijîn, bi vî rengî qadan dadigirin û dibin pêşengên azadiyê. Li ser vê bingehê em careke din Şoreşa Azadiya Jinan silav dikin û bang li jinan hemûyan dikin ku bi agirê azadiyê yê Newrozê ji bo meşa ber bi serketinê ve qadên Newrozê dagirin.

Em Newrozê li xelkê xwe yê Şengalê û Rojava pîroz dikin

Di demekê de ku em; tevger û gel pêşwaziyê li Newrozeke nû dikin, dijminên kurdan bi taybetî li Şengalê û Rojava li pey lîstik û provokasyonên nû ne. Ji aliyekî ve hewl didin bikevin nava têkilî û tifaqên nû, ji aliyekî jî zextên leşkerî û gefan dixwin. Bi vî rengî, ji wan heye ku gelê me yê ji gef û komkujiyên DAIŞ’ê netirsiya, wê ji wan bitirse! Xelkê me yê Şengal û Rojava bi berxwedana bi lehengî nîşan dan ku ev yek wê pêk neyê, wê her cûre lîstikan têk bibin. Em careke din berxwedana gelên xwe yên Şengal û Rojava silav dikin ku li ser bingeha xweseriya demokratîk bi rê ve dibin, Newrozê li wan pîroz dikin. Bila zanibin ku tevgera me ya azadiyê û gelê me heta dawiyê bi wan re ye.

Em têkoşîna xwe ya şoreşa yekbûyî di xeta serketinê de bi pêş ve bibin

Faşîzma AKP-MHP’ê ku li Garê derba kuştinê xwar, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tepisandina gelan û bêdengkirina siyaseta demokratîk, terora xwe ya faşîst-qirker heta jê tê dimeşîne. Qirkirinê li kurdan ferz dike, li dijî gelên Tirkiyeyê jî zexteke faşîst a topyekûn û terorê dike. Li dijî êrîşkariya faşîst-qirker a navborî, bi pêşengiya jin û ciwanan gelên me bi lehengî li ber xwe didin û hewl didin ku pêngava me ya berxwedanê ya Dema Azadiyê bi ser bixînin. Xuya ye ev berxwedan wê di pîrozbahiyên Newrozê de li her qadê belav bibin û bigihêje asteke nû ya bilind. Li ser bingeha van hemûyan em Newrozê li gelê xwe, li gelên Tirkiyeyê, dostên HBDH’î pîroz dikin û bang li wan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna xwe ya şoreşa yekbûyî di xeta serketinê de bi pêş ve bibin.

Li pêş çavan e ku têkoşîna azadiyê ya gelê me û hêzên me yên gerîla yên leheng ji sînorên Kurdistanê jî wêde çûye û li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê belav dibe. Li herêmê û her devera cîhanê hêzên demokratîk û şoreşger û bindest, li dijî hevkarî û faşîzma AKP-MHP’ê hîn bi xurtî piştgiriyê didin têkoşîna me ya azadiyê. Têkoşîna azadiyê ya gelê me weke têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê dibînin. Bi wesîleya cejna me ya azadiyê Newrozê em têkoşîna wan hemûyan ên ji bo azadî û demokrasiyê silav dikin, bang li bindestan û hêzên demokratîk-şoreşger dikin ku bi gelê me û tevgera me ya azadiyê re hîn bi xurtî têkiliyê deynin, piştevaniyê bikin û li dijî faşîzmê, têkoşîna hevpar mezin bikin.

Em hişyariyê didin hêzên ku piştgiriyê didin faşîzma AKP-MHP’ê

Di vê demê de ku em; tevger û gel Newrozeke nû pêşwazî dikin, dibînin ku li welatê me li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike û lêgerînên nû yên siyasî ketine rojevê. Xuya ye ku hin derdorên berjewendiyê yên serdest, hîn bêhtir piştgiriyê didin rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê kurdan e û qirker e, hîn bêhtir dibin şirîkê qirkirina kurdan. Ji bo xatirê berjewendiyên siyasî û aborî yên erzan, bêhtir êrişî tevgera me ya azadiyê û gelê me dikin û hîn zêde piştgiriyê didin komkujiyên qirker-faşîst. Ji wan heye ku bi vî rengî wê hîn bêhtir berjewendiyan bi dest bixin, lê xwe dixapînin. Bi wesîleya Newrozê em careke din hişyariyê didin van hêzan. Divê zanibin ku bi piştgiriya ji bo faşîzma AKP-MHP’ê, bi şirîkatiya li qirkirina kurdan êdî nikarin tiştekî bi dest bixin. Em bang li van hêz û derdoran dikin ku hurmetê nîşanî îrade û daxwaza azadiyê ya gelê me bidin ku bi Newrozê re tê nîşandan.

‘Bi rihê Garê û 8 Adarê Newrozê pîroz bikin’

Hêzên faşîst-qirker, efendiyên wan ên emperyalîst û xulamên wan ên noker çiqasî êriş dikin bila bikin wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya gelê me asteng bikin, têkoşîna me wê di pîrozbahiyên Newrozê de bigihêje asta herî bilind. Gelê me û dostên me yên li Kurdistanê û derveyî welat guh nedin tu astengiyan, qadên Newrozê dagirin û pêngava me ya ‘Dema azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye, di Newrozê de bigihînin asta herî bilind. B vê bîr û baweriyê Newrozê careke din li her kesên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin, di serî de jin û ciwan bang li tevahiya gelê me û dostên me dikin ku li her derê dakevin qadên Newrozê, cejna me ya Azadiyê Newrozê bi ruhê Garê û 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar