Navenda Nûçeyan |
Ji siyaseta Almanya, Swîsre û Awûstûryayê kesayetên ji partiyên cuda doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglu şermezar kirin.
Daxuyaniya destpêkê ji Rêveberiya Koma Parlamenterên alman-tirk a li Meclisa Federal a Almanyayê hat. Di daxuyaniyê de fikarên li ser zextên li dijî HDP’ê hatin ziman û îşaret bi têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê ya HDP’ê hate kirin.
Komê bang li hikûmeta alman a federal kir ku ji bo bidawîbûna zextên li ser muxalefetê û civaka sivîl a li Tirkiyeyê, bi rengekî cidî hişyariyê bide dewleta tirk.
Gava dawî ya ber bi dîktaroriyê ve
Koma Dostaniya Kurd a li Parlamentoya Ewropayê (PE) jî wiha got: “Em doza li Tirkiyeyê ya ji bo qedexekirina HDP’ê bi tundî şermezar dikin.”
Daxuyanî ji aliyê Hevserokên Koma Dostaniya Kurdan Andreas Schîeder, Françoîs Alfonsî û Nîkolaj Vîllûmsen ve hate dayîn. Komê ragihand ku ev hewldan gava dawî ya ber bi dîktatoriyê û bidawîkirina demokrasiya tirk e û wiha hat gotin : “Em bi hêzên pêşverû yên li Tirkiyeyê re ne. Beriya ku çirûska dawî ya demokrasiya tirk bi dawî bibe, divê Yekitiya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê û li ber vê kêfiyeta metirsîdar a Erdogan rabe.”
Piştgiriya ji Awûstûrya û Swîsreyê
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO) Andreas Schîeder bi daxuyaiyekê hewldana ji bo girtina HDP’ê û betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû şermezar kir.
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) Carlo Sommarûga destnîşan kir ku ew bi HDP’ê û Gergerlîoglû re ye.