Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cudahiya Rêbertiya Ocalan çi ye?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hema gotin û pirsa yekemîn û yekser û sereke, mirov dikare wisa bibêje: Ma gelo heta niha ji bo tu rêberan ên olî yên şoreşgerî, tu kesan jiyana xwe bexş kiriye?

Dibe ku ji her rêberî bêhtir gotina dîktator ji bo Ocalan hate bikaranîn û em hemû zanin ku çaxa yên bi rastî dîktator bûn û mirin an dîl hatin girtin; çi hate serê wan, çend kes ji hevalên wan an gelê wan lê xwedî derketin?

Her wiha li dijî wî çiqas propagandayên ne li rê; peyvên xerab ên derveyî exlaq û dijî mirovatiyê li ser wî hatin gotin, lê yek belge çima nikaribû bihata nîşandan û çima tu bandora wê li ser gel û hevalên wî çênebû?

Li gel van gotinan û hîn zêdetir jî, dijberiya vî rêberî hat kirin, lê mirov dikare bi hêsanî bibêje, li tu derê cîhanê kes weke Abdulah Ocalan, ji aliyê heval û hogir û gel û dostê xwe nehatiye hezkirin û xwedîderketin!

Hilbet sedemên wê yên xurt û ji rêberiyên din zêdetir in. Bêgûman  gelek taybetmendiyên hevpar ên rêberiyê yên giştî hene. Weke mînak, hemû rêberî xwedî nazarî û pratik in, bi gotineke din, hinek ji wan pratika wan ji nazariya wan pirtir e ya jî nazariya wan ji pratika wan pirtir e.

Lê yên rêberiya Ocalan, mirov dikare bêje, ji her du aliyan ve jî hinekî ji yên din zêdetir e. Ev gotina wî ya li serê vê mijarê balkêş bû; “divê mirov her mezin bi fikire da ku bibe xwedî pratika mezin”. Her wiha tu carî qîma xwe bi xwe, bi karê xwe û yên hevalê xwe jî nedianî. Pir rexnegir bû; hem li hemberê xwe hem li himber hevalê xwe, heta car caran li hember gel jî rexneger bû.

Lê li vir cudahiya wî ji yên derveyî xwe ev bû; li gel rexneyê, çareserî pir bi xurtayî pêşkêş dikir. Ewqas di çareseriyê de afirênerekî bi hêz bû, êdî ew rexneyên wî dihat jibîrkirin, şûna xera bike rexneyên wî hemû dibû avakerî û mirov dikare bêje dibû başî-qencî.

Lewma ne hevalê wî, ne jî gel ji rexneyên wî hêrs û aciz nedibû. Heta ew rexneyên wî yên li gel dikir, ji aliyê hinek neyarên wî ve hate bikaranîn, lê tu bandor nekir li ser gel. Ji ber ku weke wê gotina “mejiyê kurdan di çavên wan de ye”, gelê me jî, ji ber ku gelek xiyanet hatiye serê wî, êdî bi temamî çavê wî li pratîkê ye. Jixwe rêveberiya Ocalan jî di vir de derdiket holê û yên din derbas kir.

Hemû zanebûn û hinerê xwe bi heval û gel re parve dikir. Digot; “ez biçim qebrê ez ê şût tazî biçim, ji ber ku ez hemû tiştê xwe didim we, bi we re parve dikim”  û bi vê gotinê re hinek jî bi rexnegrî dom dikir, “lê hûn hinekî qesîs in, serpêhatiyên we hinekan yên pratîka welat ji ya min gelek pirtir e, belê hûn hemûyan bi hevalên xwe re û gel re bi temamî parve nakin” û hwd.

Lewma ger 22 sal in, bi fizîkî dûr be jî, ji ber ku felsefe û hinerî xwe hemû bi xurtî daye heval û gelê xwe, dijmin nikare wê sîstema wî ava kiriye bide şikandin. Sîstemek/pergalek hûr û kûr hûnaye, xwe, di dil û mejiyê heval û gelê xwe de baş bi cih kiriye. Gotina cewherî di vir de ev e ku; bi xwe re, hevalên xwe û gelê xwe jî mezin kiri ye.

Eger ev dildarî û hezkirina mezin nedabûya, gelo kes ji bo kesekî canê xwe feda dike. Û tew di vê serdema “modernîta kapîtalîst” de?

Taybetmendî û resentiyek wî ya gelek balkêş û girîng jî ev bû: Tu sedem û gazinc nas nedikir û qebûl nedikir ji bo pêşnekeftin û sernekeftinê. Ew gotina “weke ciwanbû”, bi tevayî ji bo wî rast e. Qîma xwe her bi kar û deskeftiyên kevn nedianî, her ji bo gavek nû biavêje, xwe nûjen dikir, tiştakî nû diafirand.

Mînakek pir girîng, di zindanê de jî ranawestiya, felsefeya xwe çendin xurt kir û mijara gelek watedar jî, ew projeya ku digot “min nîvco hiştibû”, projeya bîrdoziya jinan temam kir. Jixwe, ev proje, bi bingehîn ji bo şoreşa giştî hustûna sereke bû, eger ev temam nebûba, paradigma wî seqet dima û bi pêşve nediçû. Her wiha li gel jinan, rola ciwanan jî di pêşkeftina civakê de zelaltir kir.

Di felsefeya wî de, xalek girîng û bingehîn jî ev e; rizagarbûna takekesî bi rizgarikirina civakê ve girê da. Eger civak rizgar nebe, kes û civak û welat jî, ne rizgar dibe ne jî azad dibe.

Di encamê de, tiştê got, xist pratikê; di jiyanê de hem bi peyv hem rêxistinkirin da meşandin. Di vê derbarê de hemû rêberên din derbas kir. Cudahiya wî ya mezin, ji yên din, di vir de ye.

Her wiha di heman demê de ji aliyê neyarên xwe ve jî, ji pir aliyan ve, ji neçarî rastiya wî hatiye pejirandin. Bi taybetî jî, piştî dîlgiritina wî ev rastiya wî ya xurt, pirtir derket ber çavan. Hema yekser hem ên ew girt û hem ên ew wergirt, bi zimanê xwe li xwe mikûr hatin.

Wezîra Derve ya DYE’yê Medleine Albright, di dema dîlgirtina wî de, got; “weleh me hêvî nedikir ku gel ewqas li Abdullah Ocalan xwedî derkeve”!

Serokwezîre Tirkiyeyê Bulent Ecevît, li ber mirinê got; “weleh heta niha jî ez hîn nizanim, gelo çima APO radestî me kirin?

Rêber APO, erk û peywirê xwe bê kêmayî, heta bi zêdeyî pêk aniye û hîn jî pêk tîne. Belê di zindana dijmin de ye jî, dijmin li xwe heyirî hiştiye, nizane ew ê li gel wî çawa tevbigere!

Lê ya girîngtir ew e ku heval û hogir û gel û dostên wî, gelo çiqas bi layiqî lê xwedî derdikeve û çendin bi erk û peywirên xwe ve, qasî ku lazim e pê radibin? Ya girîng û watedar ev e: Êdî “herkes û şîrê xwe”!

NEWROZA TE Û HEVALÊN TE YÊN LI ÎMRALIYÊ PÎROZ BE!

Nûçeyên Têkildar