Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Newroza 2021’an dê bibe Newroza azadiyê

Di daxuyaniyên ku ji bo Newrozê hatin dayîn de hat gotin ku dê Newroza 2021’an bibe Newroza azadiya Rêber Apo û banga tevlibûnê hat kirin

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku dê 21’ê Adarê li her çar parçeyên Kurdistanê bên pîrozkirin daxuyanî hatin dayîn û banga tevlibûnê hatin kirin

Fermanariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo Cejna Newrozê daxuyaniyeke niviskî da.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Cejna Newrozê ku mizginiya hatina biharê dide û sembola têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan e, di serî de li Rêber Apo, li Mazlûm Dogan ku ji nû ve ruh dayî rêça berxwedanê, li Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û Şoreş Beytuşebapan, li hemû şehîdên xwe yên leheng û gelê xwe pîroz dikin.

Deheq çawa ku koledarî, zilm, zext li ser civakê ferz kirine û di bîra hevpar a gelan de bûne nûnerên tarîtiyê, li dijî vê Kawayên ku li ber xwe dane, çiya weke mekanên berxwedanê ku wê civaka azad lê were afirandin dîtine û bilindcihên çiyayan kirine ateşgeh û Newroz. Ji vî alî ve Newroz li dijî zilmê serê berxwedaniya mezin e. Divê were zanîn, şûna Dehaqên berê îro Erdogan û rejîma wî ya faşîst girtiye.  Şebekeya zext û zilmê ya AKP-MHP ku li her bihosta Kurdistanê dixwaze fermana komkujiya pêk bîne, bi operasyonên ji Deryaya Spî heta bi Kafkasan nîşan daye ku ne tenê dijminê Kurdan, dijminê hemû mirovahiyê ye. Herî dawî rejîma AKP-MHP’ê bi hêviya ku ji Garê bi serfiraziyê vegere, kelehên wê yê ku armanc dikir bi cenazeyên mirovan ava bike ji hêla fedayiyên Tevgera Azadiya Kurd ve hatine astengkirin, artêşa dagirker hatiye têkşikandin û xetîreyên azadiyê ya gelan vê carê li Garê hatiye pêxistin.

Di serî de jin, hêviya hemû gelên çewisandî Rêber Apo ye. Her xetîreya ku di Newrozê de hatî vêxistin wê bibe sonda me ya li se rawesta Rêbertiya Azad, Jiyana Azad.

Newroz cejna berxwedanê ye, Newroz cejna hêviyê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Mirovahî di vê Newrozê de wê hişmendiya dîktatoriya faşîsta Erdogan û MHP’ê ku hêvî li zinarên Îmraliyê mîx kirine, bişewitîne û vê hişmendiyê weke sûcdarê hemû deman li bara dîrokê mehkûm bike. Newroza 2021’an wê bibe Newroza ku gel û hêvî gaveke dîtir nêzî azadiyê bûye.

Ji vî alî ve her milîtaneke YJA Starê fedayiya azadiyê ya Rêber Apo ye. Em ê xetîreya azadiyê ya Rahşaşan hilgirin, ji bo ronkahiya siberojê, em ê li serê çiyayan pêxin û bi eynî agirî li dijî hewldana tinekirinê ya dijmin, em ê bibin gilokên ji êgir.

Bi dirûşmeya ku ”Newroza 2021’an wê bibe Newroza azadiyê”, em Newrozê pîroz dikin, bang li jin, ciwan û gelê xwe dikin ku agirê Newrozê gur bikin.”

‘Bi ruhê berxwedana Rêber Apo qadên Newrozê geş bikin’

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya cejna Newrozê li ser malpera xwe ya înternetê peyamek weşand.

Peyama ku bi sernavê ‘Bi ruhê berxwedana Rêber Apo qadên Newrozê geş bikin’ wiha ye:

“Em cejna Newrozê, cejna gelan û jinên berxwedêr li afirîner û rêberê mirovahiyê, li Rêberê ku Newroz hemdem kir û şoreşgerên di oxira wê de afirandin li Rêber APO pîroz dikin. Di şexsê Kawayê hemdem Mazlum Doxan de, di kesayetên ku temsîlkarên çanda xwedawandiyê bûn, Zekiye Alkan, Rehşen, Sema, Bêrîvan û Ronahî de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û soza me daye wan nû dikin. Em weke partî, kadro û milîtanên Rêber APO, bawerî û biryardariya xwe tînin ziman em ê, teqez Newroza 2021’ê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Bi ruhê berxwedana Garê, Soza bicihanîna vê erka dîrokî didin Rêber APO û gelê xwe.

Di rojên ku em ber bi cejna Newrozê ve diçin li ser medya dîjîtal nûçeyên jiyan û tedirûstiya Rêbertiya me eleqeder dikin weşandin ne rewşekî ji rêzê û ji xwe bere. Jiyan û Azadiya Rêber APO, hebûna me û ya gelê me ye. Bi cidiyet û hişyarî nêzbûn, li hemberî faşîzma AKP-MHP û hêzên komploger sekneke dîrokî û helwestekî tund pêwîst dike were nîşandan. Weke jinên Kurd û gelê Kurdistanê, li hemberî plangerî û êrîşên topyekûn ên bi armanca berdewamkirina pergala êşkenceyê a Îmralî têne kirin di Newrozê de, sekna berxwedêr û bi rûmet mohra xwe lê bixe. Sekna têkoşînê ya jinan di 8’ê Adarê de nîşan da, temsîla cewher û ruhê Newrozê ye. Di heman demê de nîşaneya girêdana bi xeta Rêber APO re ye. Bi ruhê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ruhê Newrozê jiyan kirin, di serî de ji bo her militana/ê Rêber APO erk û berpirsyariya dîrokî ye. Bi ruhê berxwedana Rêber APO, herikîna qadên azadiyê û Newroz pîroz kirin, erk û berpirsyariya jinan û ya gelê me ye. Li ser vê bîr û baweriyê ruhê Newrozê jiyan kirin û dana jiyan kirin wê bibe mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber APO.”

‘Newroz bila bibe wesîleya şikandina tecrîda li ser Rêber Apo’

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo cejna Newrozê peyamek hevbeş belavkirin.

Newroz ji bo gelê Kurd hêmaya azadîxwaziyê ye û her tim weke destpêka serhildan û raperînê ye. Her tim li Kurdistanê bihar û germahiya serhildanê têkelî hev bûye. Newroz ji bo gelê me cejna vejîn, diyar bûn, vegera xwezayê û cewherê hebûna civakê ye. Gelê Kurd di rewşek dijwar ya aborî, civakî, têkoşîna dijî Korona û Komara Îslamî de, pêşwazî li cejna Newrozê dike. Di heman demê de tecrîdek girankirî li ser gelê Kurd û bi taybetî Rêber Apo heye. Armanca êrişan, astengkirina pîrozbahiya Newrozê ye, em dixwazin sala nû bi têkoşîn û hewldanek hemûalî bibe sala serketin û azadiyê. Bibe sala têkbirina terîda li ser Rêber Apo û gelê me.

Pêwîste di vê cejna neteweyî û jiyana hevbeş de, dagirkerî têk biçe û serketin mîsoger bibe. Em bang herkesî dikin, bi ruhê xwedîderketina destketiyên gelê me kombûna li derdora nirxên civakî, têkoşînek bê hempa were meşandin.”

‘Ji bo azadiya Rêber Ocalan dakevin qada Newrozê’

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Em bi ruhê berxwedana Garê, Newroza îsal li tevahî gelê me yê Kurdistanê, gelên Mezopotamayayê, hemû pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên doza azadiyê û şervanên li eniyên rûmetê YPJ, YPG û QSD’ê hemûyan pîroz dikin.

Agirê pîroz ê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, nîşaneya serketin, bidawîkirina dîktatorî, koletî û destpêkirina jiyana nû û jiyana azad bû.

Bi ruhê Newroza 2021’ê û bi rasthatina pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, em ê Newroza îsal bikin bingeha azadiya Rêber Apo, azadî û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyeyê.

Em wekî TEV-DEM’ê bi gelê xwe û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bawer in ku wê bi çoşeke û serketina Garê ya lehengane tevlî pîrozbahiyên Newroza îsal bibin.

Bijî meşeleya Newrozê, sembola berxwedan û azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar