Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP îradeya 6 milyon însana ne

Li dijî biryara doza girtina HDP’ê ji gelek sazî û partiyên siyasî bertek hatin nîşandin û banga piştgiriyê hat kirin

Navenda Nûçeyan

Komxebata Tifaqa Kurdistanî li Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî DBP a li Amedê daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Di 17’ê adara 2021’an de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi hinceta ‘dewletê ji holê rakirinê’ derbarê HDP’ê de doza girtinê vekir. Sedema vê serlêdana doza girtinê ne sedemek hiqûqî ye. Ji ber ku ev pêngava bi talimatên siyasî û li ser gef û israrên Tifaqa Komarî hatiye avêtin derbeyek li hember demokrasî û serdestiya hiqûqê ye.

‘Li dijî doza girtina HDP’ê piştevanî hewce ye’

Xistina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP’ê ne tesadufî ne. Li hember partiyek ku temsîlîyeta 6 milyonan zêdetir dengan dike doza girtinê vekirin. PAK, PSK, KKP û PDK-T ji ber ku peyva Kurdistan di navê wan de ye, li ber pêngava dawî a girtinê ne. Wezereta Karên Hundir a ku dezgehek rêveberiye ye û peywira wê a dadî tuneye, serlêdanên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û PDK’ê asteng dike û daxwaznameyên wan red dike.

Ji bo çareseriyek siyasî, demokratîk û aştiyane em bi biryarin. Dengdêrên kurd ji bo demokrasiyê, guherînê û veguherinê aktorek girîng ê siyasî ne. Em bawer dikin çareseriya van pirsgirêkan bi riyek sîyasî, demokratîk û aştiyane pekan e. Ji ber wê em dixwazin bi awayek qanûnî xwe bi rexistin bikin û têbikoşin.

Em ê li qadên Newrozê îradeya xwe nîşan bidin

Divê li gor norm û peymanên navnetewî pirsgirêka kurd were çareserkirin. Em bang li hêzên demokrasiyê û muxalefetê dikin; werin bi hêzên qanûnî û siyasî yên gelê me re piştgiriyek aktîf bikin û li hember neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Em wek partiyên siyasî, hereket û sazî doza girtinê a li hember HDP’ê hatiye vekirin bi awayek tund şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newroza 2021’an bibin û iradeya xwe nişan bidin. Em gelê xwe, partî û hêzên ku baweriya wan bi demokrasîyê hene, li dijî doza girtina HDP’ê banga piştevaniyê, li xwedî derketina mafên mirovan, têkoşîna azadiyê, demokrasî û serdestiya hiqûqê dikin.”

Rêxistinên Herêma Federal a Kurdistanê ji bo HDP’ê bang kirin

Lijneya Karê Hevbeş ya Çepa Kurdistanê ku ji 3 rêxistinan pêk tê ji bo HDP’ê daxuyaniyek dan û gotin: “Em bang li civaka navnetewî û demokratên li Tirkiyeyê dikin ku rê li ber vê pêngava nedemokratîk bigirin.”

Li Herêma Federal a Kurdistanê, Lijneya Karê Hevbeş ya Çepa Kurdistan ku ji 3 partiyên Hizba Komunîst a Kurdistanê, Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan û Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê pêk tê têkildarî vekirina doza girtina HDP’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk ji bo girtina HDP’ê doz vekiriye, pêngavek dijwar û berfireh jî dijî endam, alîgir û parlamenterên HDP’ê daye destpêkirin. HDP partiyek siyasiye, bi awayê sivîl, demokrasî û yasayî xebatan xwe dimeşîne û nûnertiya azadîxwazên li Tirkiyeyê dike. Girtina HDP’ê xizmeta demokrasî û çareserkiriya doza gelê kurd ya li Tirkiyeyê nake. Ji bo vê em bang li civaka navnetewî û demokratên li Tirkiyeyê dikin, rê li ber vê pêngava nedemokratîk bigirin.”

‘Em bi hev re li dora HDP’ê bibin xelek’

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî vekirina doza girtina partiyê da û got: “Werin em di Newrozê de li dijî tecrîdê dengê azadiyê bilind bikin. Werin em li dijî êrişên li ser HDP’ê dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re li dora HDP’ê bibin xelek.”

Başaran êrişên li dijî HDP’ê nirxandin û wiha axivî: “Serê vê sibê li tevahiya Tirkiyeyê bi dehan rêveber û endamên me di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî heye. Di dema nîqaşên plana Çalakiya Mafê Mirovan tên kirin de ev binçavkirin çêbûn. Em baş dizanîn ku ev plana çalakiyê plana têkbirînê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar