Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Peyama Newrozê ya girtiyên PKK û PAJK’ê

Têkildarî Newrozê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û  diyar kir ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji 27'ê Mijdarê û vir ve dewam dikin, bi coşa Newrozê didomînin û dê ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê tu carî tawîzê nedin

Navenda Nûçeyan |

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya derbarê Newrozê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Denîz Kaya di peyama Newrozê de ku bi navê girtiyan da, wiha got: “Newroz ku navê roja herî bi wate ya qebûlbûna jiyanê ye, bi agirê berxwedanê yê geşbûyî nîşan dide ku li ser bingeha civakîbûnê, yekitî serketina bêhempa ya li dijî zaliman e. Mehên biharê ku dergûşa hesta jiyana bi hev re ya hemû bedewiyên xwezayê ne, dilsoziya bi xaka ku reh berdaye nav, bi rengê xwe parastiye.

Tovek dema ku dikeve nava axê û şîn dibe, mizgîniya biharê dide. Di heman demê de serdem û kêliya xwe jî vedibêje.

Newroz ji aliyekî ve mizgîniya biharê ye, li aliyê din jî navê wê rojê ye ku tirsa dilê qral û desthilatdarên li derveyî jiyana civakî ne. Bi wate û girîngiya rojeke bi vî rengî, em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, salvegera 2633’an a cejna vejînê Newrozê, di serî de li Rêberê xwe ku bi rengekî bêhempa li Îmraliyê li ber xwe dide, li şehîdên me yên leheng, li gelan, li hemû canên ku li çiyê, deştê, bajaran li dijî zilma faşîzmê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Weke ku tê zanîn di herikîna dîrokê de her tim berxwedêr çêbûne ku li ber zaliman rabûne. Newroz ku nîşaneya civakî ya herî bedew a berxwedanê ye, bi horsê Kawayê Hesinkar ê li mejiyê Dehaq ê zalim hate xistin, ew coş û moral daye gelan ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe, têkoşîna bi hev re û yekitiyê serketineke bêhempa bi xwe re tîne. Bi hezaran ji mirovên me ku destnîşan dikin ku di bin siya Dehaqên vê demê de nikarin bijîn, li qadan, li meydanan bi tilîliyên berxwedanê govendê digerînin û di her şert û mercî de xwedî li kevneşopiya berxwedanê derdikevin. Di demeke wiha de ku em di salvegera 43’an a partiya xwe PKK’ê de ne, tê zanîn ku bi pejirandin û têgihiştina wate û girîngiya Newrozê em gihîştine vê astê. Avabûn û pêşveçûna PKK’ê ji Newrozê referansa xwe wergirtiye. Lewma Rêberê me dibeje ‘PKK partiyeke Newrozê ye. Me belasebep bi PKK’ê dest bi vê rojê nekir’. PKK bi bûyereke Newrozbûnê li jiyanê rawestiya. Di serî de ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta Sema, Ronahî, Berîvan, Rahşan, ji wir jî heta Zulkuf û Aytenan, bi dilsoziya bi şehîdên xwe yên Newrozê re em pîvana têkoşînê mezin dikin.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em dibêjin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji 27’ê Mijdarê û vir ve dewam dikin, bi coşa Newrozê didomînin û em ê ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê tu carî tawîzê nedin. Serketina ku li dijî faşîzma qirker-dagirker li Garê hate bidestxistin, asta govenda berxwedanê ya jinan a li qadên 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî dike. Em jî li zindanan coş û moralê gelê xwe bilind dikin û dibêjin ku berê me teqez li serketina pêngava me ya azadiyê ye. Çalakiya me ya berxwedanê ku bi rêxistinî û bernameyî dewam dike, li dijî her cûre polîtîkayên tasfiyekariyê sekneke xurtir nîşan dide û bi pêngava azadiyê, bi navê şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em bang li rewşenbîr, demokrat û gelên welatparêz dikin ku bi cejna Newrozê li ber faşîzmê rabin, li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar