Li warê Medan, li welatê Kurdistanê efsaneya Newrozê û Kawayê hesinkar bi hezar salan e bûye yek ji kevneşopî û tradisyona herî qedîm a cîhanê. Wan çaxan, Dehaqê zalim ciwanên Kurdistanê serjê dikirin. Piştî roj û salan, gelê çiyê li dijî zilma Dehaq li hev civiya. Kawayê Hesinkar ê zalimê Dehaq çend zarokên wî serjêkiribûn li ber zilmê serî rakir. Roja Kawayê Hesinkar, zalimê Dehaqê kuşt agir dada û bi vî awayî xeber da berxwedêrên li çiyayan. Kawayê Hesinkar agirê serkeftinê dada û zilma Dehaqê bi dawî kir. Li gorî efsaneyê, bi kuştina Dehaqê re êdî tavê avêt Kurdistanê û biharê rengê xwe nîşan da. Lewma jî ew roj ango 21’ê Adarê bû Newroz û roja nû. Helbet, ev bi kurt û kurmancî pênaseya Newrozê ye. Lê belê ez ji dapîr û mezinên xwe dizanim ku Newroz ne tenê rojek e lê pêvajoyek e. Li gorî min ji wan dîtî û bihîstî, heta roja 21’ê Adarê gelek rîtûelên din hene ku pêk tînin. Mîsalen Çarşema Reş a Adarê, Çarşema Sor a Adarê û Newroz… Her wiha di dema kirina van hemûyan de jî her tim qala tarîtî û ronahiyê, pakî û xirabiyê tê kirin. Heta di Çarşema Sor de 7 caran xwe di ser êgir de diavêjin da ku tarîtî û xirabî pê re biçin û hwd… Xûlase, ez ê zêde nekevim detay û awayên çand û tradisyona civakî û bawerî ya Newrozê. Ji ber ku li cem gelên ku Newrozê pîroz dikin wateya Newrozê diguhere. Lê ya naguhere berxwedana ronî û pakiyê a li dijî tarî û xirabiyê ye.
Di serî de kurd û faris, gelek miletên li Rojhilata Navîn vê roja nû û hatina biharê bi awayekî pîroz dikin. Lê ya di vir de mirov balê bikişîne ser awayê pîrozkirina kurdan e. Ne ji ber ku kurd im vê yekê dibêjim lê bi rastî Newroza kurdan ji yên gelên din gelek cûdatir e. Bi taybetî jî di van 45 salên dawî de bi derketina tevgera azadiyê re kurd di xewa mirinê de careke din bi hebûna xwe hesiyan. Li gel cejna çandî, wate û nêrîneke polîtîk da Newrozê. Şehîdê nemir Mazlûm Dogan piştî hezarê salan careke din ruh da berxwedana Kawayê Hesinkar û ciwanên li çiyayên Zagrosan. Di pey re Zekiya, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî… Di pey de Newroz û serhildana salên 90’î a li Cizîra Botan û Nisêbînê, di pey de Newroza bi heybet a li Amedê, li Akrê, Mahabad, Sine, Kobanê, Efrîn û Qamişlo… Kawayê hemdem Mazlûm Dogan careke din çiraya Newrozê û têkoşîna li dijî Dehaqên hemdem geş kir. Lewma jî Newroz ji bo kurdan ne tenê cejn e. Newroz roja nû, biryardariya nû û dilsoziya nû ya ji bo geşkirina têkoşîna ronî û pakiyê ye. Vaye îsal jî Newroz û bihar hat. Bi hatina biharê re dilê me xweş û geş dibe, dilê zaliman jî tije tirs û xof dibe. Ez behsa zalim û Dehaqên îro dikim! Behsa Erdogan û yên weke wî dikim! Van Dehaqên zalim ên serdemê ji biharê pir ditirsin. Ji ber ku dizanin wê ruhê Kawayê Hesinkar qadan tije bike, dizanin wê jinên berxwedêr bi xemla xwe reng bidin biharê, dizanin wê ciwanên çeleng bi heybeta xwe dengê Mazlûman bilind bikin. Û ew zalim pir baş dizanin gelê çiyê ne bê palûpişt e. Çimkî ciwanên hezarê sal berê ku li ser rêze çiyayên Zagrosan li benda mizgîniya Kawayê Hesinkar bûn, hîna jî di paşila wan çiyayan de ne. Weke her sal, ew ê îsal jî dinya alem tev ji biryardarî û dilsoziya kurdan a têkoşîna li dijî zaliman re şahidiyê bike.
Bi hêviya ku çiraya me tim vêketî û geş, agirê me her dadayî be.
Tarîtî û xirabî ji me dûr, ronî, pakî û bedewî nêzî me be.
Newroz û bihara xêr û xweşiyê be.