Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Wanê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’

Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Wanê bûn û bi yek dengî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Dengê dirûşma "Bijî Serok Apo" li keleha Wanê olan da

Gelê Kurd îsal bi dirûşmeya “Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin” Newrozê pîroz dikin. Bi sed hezaran kesên berê xwe dan Qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê, li qadê kombûn û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Gel ji bo Newrozê pîroz bikin di saetên serê sibê de li taxan li hev kom bûn û herikîn Qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Di salên dawî de bi sed hezaran beşdarî Newroza Wanê dibe û Newroza Wanê dibe dîrok. Bi deh hezaran gelê Wanê yên bi cil û bergên xwe yên rengîn daketin qadê, alên HDP’ê li qadê li ba dikin û bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin. Girsê li qadê pankarta “Her ku hûn bibin faşîst em ê jî li ber xwe bidin” vekirin û bi dirûşmeyan bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Girseya ku li qadê kom bûn bênavber li dijî tecrîdê dirûşma “Bijî serok Apo” berz  kirin. Dengê dirûşmeyan li Keleha Wanê olan da.

Li Qada Newrozê ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtin bi dawî bû bi deh hezaran kesan bi yek dengî “Bijî serok Apo” berz kirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Sedat Duşunmez, derket ser dikê û girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fikret Dogan jî gel silav kir û wiha got: “Newroz ji bo kurdan remza serhildan û berxwedanê ye. Çalakiya greva birçîbunê ya li zindanan a li dijî tecrîdkirinê didome. Divê zextên dijdemokratîk ên li zindanan bi dawî bibin. Bi taybetî divê tecrîda li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”

Newroza li Wanê bi coşeke mezin didome. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar