Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Perşembe - 17 Ekim 2024

Agirê Newrozê li Egeyê belav bû

Bi hezaran kesên li Aydin, Manîsa û Denîzliyê, li dora agirê Newrozê civiyan, bi berzkirina dirûşma “HDP gele, gel li vir e” xwedî HDP’ê derketin

Navenda Nûçeyan |

Îsal, li bajarên Egeyê Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li bajarên Aydin, Denîzlî û Manîsayê de, li dijî vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglû û binçavkirin wî, bertekên mezin hebûn. Bi hezaran kesên li dora agirê Newrozê ya bilind bû civiyan, bi berzkirina dirûşmeya “HDP gele, gel li vire” xwedî HDP’ê derketin.

Li qadan hem peyamanên xwedî derketina HDP’ê hatin dayîn û hem jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek hebûn. Li her sê bajarên ku Newroz bi coş hat pirozkirin, bi hezaran kes piştî axaftinan govend gerandin, dirûşme berz kirin û cejna xwe pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar