Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...
Perşembe - 17 Ekim 2024

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Newroza li Êlih û Sêrtê: Silav ji Îmraliyê re

Li Sêrt û Êlihê di pîrozbahiyên Newrozê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam û girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin

Navenda Nûçeyan |

Li Êlihê zêdeyî 100 hezar beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û di pîrozbahiyê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin. Di pirozbahiyê de hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê, nûnerên partiyên di Komxebata Tifqa Kurdistanî de cih digirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên CHP û Partiya Saadetê amade bûn. Bi deh hezaran di noqteyên lêgerînê yê polîsan re derbasî qadê bûn. Ji ber polîsan kodê HES’ê xwestin, li ber noqteyên kontrolê bi hezaran ketin dorê. Jinan bi kiras û fîstanên xwe, mêran jî bi şal û şepikên xwe qad bi rengê neteweyî xemilandin. Girsê li qadê pankartên “Newroz serhildana mezin a jinan e”, “HDP gel e, gel li vir e”, “HDP hevî ye, hevî li ser pêyan e.” vekirin. Dîsa girsê alên HDP’ê rakirin û dowîzên “Newroz pîroz be” û “Newroz jiyan e” rakirin. Girsê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Piştî bernameyê dest pê kir, serokê Komîteya Amadekar û serokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kulpu, ewil axivî û girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê silav kir û wiha got: “Ez Newroza çar perçeyan pîroz dikim. Newroz serhildan e. Li diji zilma Dehaq berxwedan e. AKP û MHP ji ber bêçaretiya xwe dixwaze HDP’ê bigire. Ev dem dema kurdan e.”

Piştî axaftina agirê Newrozê hat pêxistin. Dayika Aştiyê Muhlise Hinar jî bang li hemû dayikan kir û xwest ji bo aştiyê hemû dayik piştgiriyê bidin têkoşîna wan a aştiyê. Piştre Koma Kollektifa Ritma Azad derket ser dikê û stran gotin. Piştî komê Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca axivî û helwesta gel a ku qada Newrozê tijî kir pîroz kir. Uca ewil komên li Şengal, Rojava, Başûr û diasporadeyê ketine grevê û Îmraliyê silav kir. Uca betalkirina Peymana Stenbolê rexne kir û got ku dê heta dawiyê xwedî li peymanê derkevin.

Uca bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Divê tecrîd bi dawî bibe. Di demên dawî de li ser medyaya civakî îdîayên cuda hene. Li Îmraliyê çi dibe? Çima malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Em dixwazin CPT li rola xwe xwedî derkeve. Di hevditina dawî de Birêz Ocalan gotina xwe got, lê dewletê erka xwe pêk neanî. Li şûna gavan biavêje bêtir tecrîd giran kir. Em carek din li vir bang dikin em tu carî li dijî zilmê serî natewînin. Em ê têkoşîne mezin bikin. Em dibêjin Berxwedan jiyan e.”

Newroza Sêrtê

Li Sêrtê bi hezaran kes bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” Newrozê pîroz kirin. Girseyê danê sibehê berê xwe da Qada Newrozê ya li Taxa Barişê. Îsal jî qad bi dengê jinan rengîn bû.

Bi hezaran kesên hatin qadê li ber muzîkê govend gerandin û bi hilgirtina alayên HDP’ê, doza derbarê girtina HDP’ê de şermezar kirin. Her wiha girseyê tim dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Ewilî hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Yûsûf Batûr axivî û diyar kir ku dê HDP wekî kabûsan bi ser wan de biçe. Piştî Batûr, serokwekîla koma HDP’ê û hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr agirê Newrozê vêxistin.

Piştî agir hat vêxistin bi hezaran kes berê xwe dan agir û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Piştî agir hat vêxistin, parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş axivî. Taş zext û zoriyên li ser gelê kurd bi bîr xistin û anî ziman ku îktîdarê qeyûm tayinî şaredariyên HDP’î kirine, parlementeriya parlementerên wê betal kirine û niha jî çavê wê lê ye HDP’ê bigire û wiha got: “Em bersivê nadin îktîdarê, qad û gel jixwe bersiva îktîdarê didin.”

Piştî Taş, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş diyar kir ku di salên dawî de îktîdar û MHP tim êrîşê dibin ser HDP’ê û ev tişt anî ziman: “Em ê bi ser bikevin, bila kes bela xwe di gel nede. Îktîdar pir ditirse, ji lew re her ku wext derbas dibe, rayên wan dihelin û dizanin ku dê biçin.”

Beştaş destnîşan kir ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin ne vîna gel in û qeyûman nas nakin û da zanîn ku niha şaredarî ne yên gel in, vîna Enqereyê ne û wiha got: “Armanc, vîna gel bidin jibîrkirin, lê nizanin ku kes vîna xwe ji bîr nake.”

Her wiha Beştaş diyar kir ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin û sedema van grevan jî tecrîda li Îmraliyê ye û got ku tecrîda li Îmraliyê li her derî belav bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir : “Em tecrîdê nas nakin, qebûl nakin. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, em dibêjin tavilê bila deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ê ku aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar