PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Newroza 2021‘ê ya li Dûsseldorfê

“Bila beden û ramanên me diyariyên gelê kurd û hemû mirovahiyê bin.”

Bi hatina biharê û Newrozê re heviyên me yên azadiyê  xurt dibin. Newroz ne tenê roja nû an jî xemilandina xwezayê ya bi kulîlkan e, Newroz ji bo me kurdan cejna neteweyî û hêviya azadiyê ye. Newroza ku bi çîroka serhildana Kawayê hêsinkar a li hemberî zilmê, neheqiye, zordariyê û desthilatdariyê destpêkiriye, heta dîroka agirê bedana Mazlum, Sema, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û hemû cangoriyên azadiyê berdewam kiriye û bûye heqîqeta ji bo azadiyê.

Agirê Newrozê ku rêça xwe bi Mazluman û Rewşanan berdewam dike, li Almanyayê bi têkoşîna Ronahî û Bêrîvanan geştir dibe.

Di sala 1994’an de li bakurê Kurdistanê hemû pîrozbahiyên Newrozê ji hêla dewleta tirk ve tên qedexekirin. Di heman demê de dewleta Almanyayê jî pîrozbahiya Newrozê qedexe dike. Wê demê ango di 21’ê Adara 1994’an de du jinên kurd, li hemberî van qedexeyan li Mannheimê bedena xwe didin ber agir.

Ew her du jin Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim). Ev çalakî ji wekî mînakên dîrokî yên gelê kurd a li dijî polîtîkayên qirêj ên li qada navneteweyî bû. Agirê Newrozê bi wan her du jinan gerdûnî bû.

Dewleta alman, bi salan e gelê kurd krîmînalîze dike û bi keyfî saziyên kurdan digrin û rengên kurdan qedexe dike. Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Dûsseldorfê, li eyaleta NRW (Nordrhein Westfalen) a di 20’ê Adara 2021’an roja şemiyê bi dirûşma ‘Bi ruhê Garê faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ ji hêla gelek saziyên kurdistanî û Tirkiyeyê ve hatibû organîzekirin, piştê bi hezaran kes kombûn bi hinceta şewba koronayê hate qedexekirin.

Gorî agahiyên komîteya amadekar di hevdîtanan de naveroka meşê û detay hemû hatibûn axaftin. Destûr ji bo meş, muzîk û alan hatibû girtin. Lê belê polîsan xwe di sibê de amade kiribûn. Ji aliyek al û muzîk sedem nîşan didan û pirsgirek derdixistin. Ji aliyê din jî, ji tevlibûna bi hezaran aciz dibûn.

Li qada pîrozbahiyê ji hezar kesan zêdetir çalakvan kombibûn. Her wiha li cihê meşê jî bi hezaran kes hatibû bahev û dixwastin bimeşin. Çalakvan hemû bi maskeyan bûn û xwe diparastin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Newrozê Zekiye Alkan û Mazlûm Dogan hatibûn vekirin û sloganên wek ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ dihatin qîrkirin.

Jinên kurd bi kincên neteweyî xwe xemilandibûn. Bi erbane û stranên xwe Newroz pîroz dikirin. Ala herî mezin a kes-sor û zer, ji hêla gel ve hatibû ragirtin. Stranên wek ‘Çerxa Şoreşê’ bi coşî di ser lêvên wan de dihat herikandin.

Tişta bi taybet bala min kişand, çawa li Tirkiyeyê polîsên dewleta dagirker li hemberê jinan û ciwanan terorê dimeşîne, polîsên alman jî li hemberî jinan û ciwanan bi kar di anîn. Li cihê meşê, dema polîs xwest gel belav bike nezî 500 kes hîn di nav barîkata polîsan de ma bûn û bi stranan biryara polîsan protesto kirin. Jinên kurd li herî pêş cihê xwe girtin û li hemberê terora dewleta almanan li ber xwe dan.

Berxwedana di dîrokê de ji gelan re bûye mînak, li Dûsseldorfê li hemberê faşîzma polîsên dewleta alman jî, ji hêla gelê kurd, dost û hevalên kurdan ve hat berdewamkirin.

Polîsên alman gelek caran nedihîştîn çapamenî jî karên xwe bike. Dema me cihên xwe diguherand, nedihîştin em cihê xwe biguherînin an jî me ten didan.

Gelê kurd bi pêşengiya jinan û ciwanan li bajarê Dûsseldorfê berxwedanek xurt nîşanê polîsên alman da. Lê divê ji bo rojên wiha çend parêzer li cihê bûyerê hebin û van nêzîkatiyên polîsên dewleta alman ên keyfî ji hêla hiqûqî de bişopînîn.

Baş tê zanîn ku çalakvanên li dijî biryarên koronayê  têde gelek faşîst jî cihê xwe digirin herdem li gelek bajarên Almanyayê çalakiyan lidar dixin û ji wan re tu sînor nayê danîn. Ev jî durûbûna siyaseta dewleta alman nîşan dide.

Roja 20’ê Adara 2021’an li gelek eyaletên Almanyayê pîrozbahiyên Newrozê pêk hatin.  Li hinek deveran astengî çêbûn lê tenê li Dûsseldorfê Newroz hate qedexekirin.

Ji vir û 6 meh beriya derket holê ku, têkiliyên polîsên alman ên eyaleta NRW (Nordrhein Westfalen) bi grubên Nazî ango nijadperestan ve hene. Ev têkilî bi rêya mesajên li ser whatsappê derketin holê.  Divê neyê jibîrkirin ku di nav teşkîlata polîsên NRW (Nordrhein Westfalen) de gelek nijadperest hene. Ji van polîsan 29 kes ji kar hatin derxistin. Heya niha li dijî 186 polîsên ku li bajarên Koln, Essen, Dortmund û Aachenê lêpirsîn berdewam dikin. Ev siyaseta wezîrê karê hundir ên Nordrhein Westfalen û teşkîlata polîsan dide ber çavan.

Çiqas jî astengî li hemberî kurdan derxînin dê kurd herdem li duh heqîqetê bin û têbikoşin.

Newroz, ji bo gelê kurd tê wateya qêrîna azadiyê û serhildanê. Wek raperîna li hemberî Dehaqê tê pênasekirin.

Dehaqên heya îro zilma xwe li ser kurdan û gelên bindest berdewam dikin. Çawa ku Dehaq bi çakuçê Kawa têk çû dê Dehaqên îro jî, bi şoreşa kulîlkên azadiyê, zarokên agir û rojê têk biçin.

Ez jî, bi vê minasebetê, Newroz, cejna berxwedan û serfiraziyê li hemû gelan û têkoşeran pîroz dikim.

Nûçeyên Têkildar