Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan, şeva 20’ê adarê Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji peywirê girt û parlamenterê berê û nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Şehap Kavcioglû li şûna wî peywirdar kir. Piyasê bi awayekî tund bersiv da vê guhertinê û dolar bi zêdebûna ji sedî 11.62 derket asta 8,0581’an. Euro jî bi zêdebûna ji sedî 11,63 62 derket asta 9,5817’an.
Di nav 20 mehan de Nacî Agbal bû sêyemîn Serokê Bankaya Navendî ku ji aliyê Erdogan ve tên guhertin. Beriya Agbal, Erdogan serokên Bankaya Navendî Mûrat Ûysal û Mûrat Çetînkaya jî peywirê girtibû. ENQERE