Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Di çavên zarokan de kêfxweşiya serkeftinê!

Navenda Nûçeyan |

Duh cejna Newrozê li Kurdistanê û derveyî welat ji aliyê milyonan kesan ve hat pîrozkirin. Newroza îsal nedişibiya tu Newrozeke din. Bi taybetî Newroza bakurê Kurdistanê.

Li Bakur, gelê kurd di bin siya tecrîda li ser Rêber Ocalan, çalakiyên ku ji bo azadiya Rêbertiyê li zindan û derve hatine destpêkirin û doza girtina HDP’ê de Newroza xwe pîroz kir. Rojeva sereke ya Newroza Bakur Ocalan û azadiya wî bû. Gel bê navber dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir û bi vî awayî peyam dan dewletê ku dixwaze bi tecrîdê Ocalan ji gel qut bike.

Di Newroza Bakur de, bi tu awayî tirs di çavên gel de tune bû. Tevî hemû astengiyên polîsên tirk jî gel bi biryadariyeke mezin, bi cil û bergên xwe yên neteweyî, bi dirûşmeyên xwe, bi zar û zêçên xwe, bi kal û pîrên xwe, bi xort û keçên xwe ve herikîn qada Newrozê. Yanî gel bi tevlibûna xwe peyama ‘tu bi tu awayî nikarî me ji Serokê me qut bikî û em her li ser pêyan e’ dan dewleta tirk.

Newroza Amedê

Wekî her sal îsal jî Amed pêşengtiyê ji Newrozê re kir. Lê di Newroza Amedê de tişta ku herî zêde bala min kişand zarok bûn. Zarok bi cil û bergên xwe yên neteweyî û wekî ku haya wan ji her tiştî hebin, bi malbatên xwe re tev li Newrozê bibûn. Te dî em dibêjin zarok in, tiştek nizanin û haya wan ji tu tiştî tune ye lê li gorî min, ji bo Newroza Amedê mirov nikare vê gotinê bêje. Ez dixwazim bi du mînakan vê tiştî şênber bikim. Ez ê ji we re qala du zarokan bikim ku piştî Newrozê min bi wan re xeber da.

Piştî Newrozê zarokeke keç di temenê 7-8 salî de bû, bi kelecaneke mezin ji min re qal kir ku di bendên polîsan de, ka çawa tiştên xwe radestî dijmin nekiriye. Ji min re wiha got: “Zanî min çi kir, ez ji bo alaya xwe û pereyên xwe radestî polîsan nekim, min hemûyan xistin bin sola xwe û bi vî rengî derbas bûm. Piştî ku derbas bûm, tiştên ku min veşartibûn derxist.”

Dema vê zarokê ev serpêhiyatiya xwe ji min re digot, min di çavên wê de kêfxweşiya ku çawa tiştên xwe radestî dijmin nekiriye dît. Belê zarok pênaseya dijmin baş nizanin, baş nizanin ên hemberî wî çiqasî kirêt in, lê hîs dikin ku yên li hemberî wî ne baş in. Vê hîsê di zaroka 7-8 salî de fikra divê ez tiştên xwe radestî wan kesan nekim derxistiye holê.

Zarokê duyemîn ku temenê wî 5-6 salî bû, hem gazincan dikir ku ji ber dayika wê, wî nebiriye Newrozê hem jî behs dikir ka çawa li taxa xwe Newroz pîroz kiriye û dirûşman avêtiye. Ev zarok jî bi kelacanî behsa dikir ku çawa  gotiye ‘Bijî Serok Apo’. Hem behsa dirûşmeyên xwe dikir hem jî ji dayika xwe re digot: ‘Ox min jî Newroz pîroz kir’. Dema behs dikir, hundirê çavên wî dibiriqîn. Wekî ku bi serkeftin ji şerekî mezin derketiye diaxivî.

Piştî guhdarkirina van zarokan hêviyên min ên pêşerojê zêde bûn û min got ‘dewleta pozbilind çawa baweriya xwe bi fikra dê vê gelê têk bibe tîne’.

Heta zarokên vî gelê hebin tu hêz nikare roja vî gelê tarî bike. Tu hêz nikare wan li ser şopa Serokê wan, şehîdên wan û fikrên wan vegerîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar