Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê’

Kesên ku herikîn qada Newrozê ya Amedê û daxwaza azadiya Ocalan kirin, bang kirin ku ev daxwaz di 4’ê Nîsanê de veguheze Amarayê

Li Amedê, Newroza 2021’an ku bi şîara ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin’ bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin, mîna her sal careke din bin coşeke mezin derbas bû. Daxwaza bingehîn a qada Newrozê ku bi sed hezaran dagirtibû, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Angaştên derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de li qada Newrozê veguherî hêrseke mezin û li gel qedexe û astengiyan jî posterên Ocalan hatin vekirin û tevahiya pîrozbahiyê bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin. Amediyan got ku wan li dijî tecrîdê qadan têjî kirine.

Zinar Arat li qada Newrozê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke kurewî ye û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya kurdistaniyan û dinyayê tê pêkanîn. Ev pergala tecrîdê bi xwe re zilm û zextê tîne. Heke tecrîd rabe dê rewşeke demokratîk ava bibe. Me di Şoreşa Rojava de vê dîtin.”

Dê li dijî tecrîdê li qadan bin

Mikaîl Taner jî destnîşan kir ku dê li dijî tecrîdê li qadan bin û ev tişt anîn ziman: “Heta ku hevdîtin pêk bên em ê li ber xwe bidin. Sedema bingehîn a hatine me ya li vir rakirina tecrîdê ye. Armanca polîtîkaya tecrîdê tunekirina kurdan û bê nasnamehiştina wan e. Divê daxwaza me ya rakirina tecrîdê di 4’ê Nîsanê de veguheze Amarayê.”

‘Em ê bi ciwanî bi ser bikevin’

Firat Ûzûnca jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e û têkildarî tecrîdê ev tişt gotin: “Li vir gelek heye. Em vê qadê ji bo aştiyê têje dikin. Tenê ne li Tirkiyeyê, heke aştî bê Rojhilata Navîn divê tecrîd rabe. Bi polîtîkaya tecrîdê azadiya kurdan hedef tê girtin. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin. Bi hatina biharê re bi germa agirê Newrozê re em ê di 4’ê Nisanê de li qadan bin.”

Divê daxwaz bi cih bên

Nedîm Aslan jî bertek nîşanî pêknehatine hevdîtinên bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re da û bi van gotinan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin: “Rayedar û saziyên rayedar ên dewletê divê daxwazên girtiyên bi cih bînin û recrîd rabe. Kesê ku aştî, wekhevî û xwişk û biratiyê bîne Rojhilata Navîn Ocalan e.”

Bêdengiya beriya bahozê

Yasîn Karaman jî anî ziman ku pergala tecrîdê binpêkirineke mafê mirovan e û bi bîr xistina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan kir ku divê hevdîtin bên kirin û wiha got: “Armanca tecrîdê têkbirina gelê kurd e. Ji ber zextan gel bêdeng e. Lê ev bêdengiya beriya bahozê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar