Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be’

KCK’ê têkildarî Newrozê û di Newrozê de xwestina azadiya Rêber Apo, daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku divê xwedîderketina li Rêber Apo daîmî be

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Newroza ku duh li her derê Kurdistanê bi heybet hat pîrozkirin û di pîrozbahiyan de rojeva sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Newroza 2021’an li çar parçeyên Kurdistanê, li metropolan û derveyî welat, bi rengê ku li dîroka wê bê, bi heybetî hate pîrozkirin. Moraleke mezin da gelê me û dostan, di heman demê de tirs xiste dilê dijminên kurdan û demokrasiyê. Em, her kesên ku keda wan di pîrozbahiyên Newrozê de hene, gelê xwe û dostên xwe yên ku qadên Newrozê dagirtin, bi coşa Newrozê silav dikin û pîroz dikin. Bi van Newrozan re sala 2021’an ji niha ve bûye saleke ku azadî lê bê misogerkirin.

Newroza 2021’an, ji bo bilindkirina pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ û ji bo serxistina vê pêngavê ya di sala 2021’an de bûye ferman û bang. Di serî de jin û ciwan, gelê me yê ku Newroz kir qadeke bi vî rengî ya têkoşînê, di sala 2021’an de zor û zehmetî, êrîş û zext çi dibe bila bibe dê têkoşînê xurt bike. Li her devera ku Newroza 2021’an lê hat pîrozkirin, ev îrade û biryardarî hat nîşandan.

Plana Têkbirinê ya ku havîna 2014’an hate amadekirin; di 5’ê Nîsana 2015’an de bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo, bi êrîşên li dijî gel û darbeya siyasî ya piştî 7’ê Hezîrana 2015’an hatin kirin, veguherandin êrîşeke topyekûn. Li ser bingeha tepisandina gel û tasfiyekirina tevgera me, xwestin ku têkoşîna azadiyê têk bibin û qirkirina kurdan bibin serî. Lê belê li dijî van êrîşên giran, Rêber Apo, tevgera me ya azadiyê, gerîla, zindaniyan, hêzên demokrasiyê û gelê me berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Dijmin li tu qadê ji êrîşên xwe encam negirtiye. Newroza 2021’an nîşan da ku Plana Têkbirinê wê bi tu awayî encamê wernegire, Plana Têkbirinê dê teqez têk biçe.

Newroza 2021’an raxist pêş çavan ku mîna Rêber Apo destnîşan kir; gelê me bûye gelê Newrozê, gelê serhildanê. Gelê kurd bûye gelekî welê ku ji bo hebûn û azadiya xwe şer dike. Nîşanî dost û dijmin her kesî daye ku zext û zordarî wê nikaribe wan ji têkoşîna hebûn û azadiyê vegerîne. Gelê kurd bi biryar e ku bi nasname, ziman û çanda xwe li welatê xwe bi rengekî azad bijî. Biryardariya xwe ya ji bo jiyana azad û demokratîk, bi rengê ku li ruhê Newrozê yê beriya 2633 salan tê, bi sekna xwe nîşan daye ku li ser bingeha neteweya demokratîk û biratiya gelan dixwaze pêk bîne. Di Newrozê de xwedîderketina li HDP’ê bi xurtî, nîşaneya berbiçav a vê nêzîkatiyê ye.

Gelê me di Newrozê de bi xurtî xwedî li Rêbertî derketiye

Gelê me di Newroza 2021’ê de bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Azadî ji Rêber Apo re’ bi awayê herî xurt xwedî li Rêberê xwe derketiye. Ev xwedîderketin di heman demê de bûye bersivek ji nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo. Gelê me dixwaze tavilê agahiyeke pêbawer ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo werbigire. Ji ber ku tê zanîn, bloka heyî ya desthilatdariya faşîst dijminê kurdan e, dijminê her cûre nirxên kurdan e. Lewma gelê me ne tenê dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Ji bo careke din nûçeyên bi vî rengî rû nedin, dixwaze Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe; têkoşîna xwe jî bi vê armancê dewam dike.

Heta hevdîtinê divê çalakî bidomin

Mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo hîn zelal nebûye. Karakterê vê desthilatdariyê ku dijminê kurdan e, dike ku bawerî bi tu daxuyaniya wan neyê. Lewma şert e ku parêzer rû bi rû Rêber Apo bibînin. Heta ku ev pêk neyê, divê gelê me helwesta xwe ya xwedîderketina li Rêbertî ku di Newrozê de nîşan da, bi çalakiyên dewlemend dewam bike. Di serî de jin û ciwan divê gelê me û dostên gelê me heta di mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo de agahiyeke zelal bi dest bixe, li ser pêyan be.

Gelê me jî, dostên me jî li bendê ne ku di demeke kurt de di mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de agahiyeke zelal werbigirin. Eger di demeke kurt de rewşa Rêberê me aşkera nebe, em ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya nû aşkera bikin. Eger di demeke kurt de rewş zelal nebe, divê gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê hemû xwe ji rê û rêbazên nû yên têkoşînê re amade bikin. Berpirsyariya me ye ku em têkoşîna ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bigihînin asteke nû. Rêberê me temenê xwe da me û gelê xwe, lewma xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li hebûn û azadiya xwe ye.

Newroza 2021’an nîşan da ku gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be. Bi coş û helwesta Newrozê em jin, ciwan û tevahiya gelê xwe silav dikin ku nîşanî her kesî dan ku gelekî ji bo azadiyê şer dike.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar