Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta “propagandeya rêxistinê kirin” derbarê dirûşmeyên hatin berzkirin, poster û alên di Newroza li Amedê hatin vekirin de, dest bi lêpirsînê kir.
Di nava rojê de, polîsan li bendên kontrolê yên diketin aliyê Zemrût Kent, Yenîhal û Rezan ên Parka Newrozê, gelek kes binçav kirin. Di heman demê de, ciwanan piştî mîtîngê ji bo ku balê bikêşin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê dest bi meşê kirin. Lê polîsan gelek kes derp kirin û binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarokên 11 salî V.Ş. û 12 salî M.Ş. jî hebûn. Li bendên kontrolê yên polîsa welatiyê bi navê Ahmet Altun ê tîşortê ala Kurdistanê li ser bû, li xwe kiribû û welatiyeke berasteng bi lêdanê binçav kirin.
Ji kesên di tevahiya rojê de hatin binçavkirin 35 jê di saetên êvarî de hatin berdan û 52 kes jî di saetên şevê de serbest hatin berdan. Hat destnîşankirin ku 13 kes hîna jî li Miduriyetta Polîsan a Amedê tên girtin. AMED