Navenda Nûçeyan
Leyla Guven ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê de tê girtin bi rêya keça xwe Sabiha Temîzkan peyama Newrozê şand. Leyla diyar kir ku îktidarê di 19 salan de biryara du tiştên girîng da lê belê dev ji van biryaran berdan û wiha dewam kir:”Yek ji van biryaran pêvajoya çareseriyê ya din jî Peymana Stenbolê bû. Ev jî nîşan dide ku îktidar ne ji dil bû. Îktidar polîtikayên mîlîtarîst û muhafazkar dide meşandin. Îktidarê bi qedandina pêvajoya çareseriyê kurd bi betalkirina Peymana Stenbolê jî jin da hemberî xwe. Lê belê jin di 8’ê Adarê de kurd di Newrozê de derketin qadan û peyaman xwe bi zelalî dan. Zihniyeta wan hat hilweşandin. Em di serî de jinan hemû gelê me yê derketiye qadan silav dikin. Sekna gel ya di Newrozê de moral da me. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Silav ji bo kesên ku serî hildidin.”