Navenda Nûçeyan |
Li ser malpera civakî dê konferansa bi sernavê ‘Ocalan û rêya çareseriya siyasî aştiyane ya pirsgirêka kurd’pêk bê û Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî di nav de gel kes dê tev li bibin.
Konferans dê îro êvarê li gorî dema saeta Îngilistanê di 18:30’î de li ser bernameya Zoomê pêk were û endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê tev li bibin. Li gel Ogmundur Jonasson, ji saziya bi navê UNITE the Union Clare Baker, ji sekreterên berê yên sendîkaya mamosteyan a Brîtanyayê Barones Christine Blower û ji namzetên parlamenteriyê yê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (NSP) siyasetmedara kurd Roza Salih jî dê li konferansê biaxivin.
Di konferansa online de ku endama Komîteya Aştiyê ya Kurdistanê û parêzer Melanie Gingell wê moderatoriyê jê re bike, hevdîtinên ku Delegasyona Îmraliyê kiriye wê bên nirxandin. Her wiha bûyerên dema dawî û pêşniyarên çareseriyê jî wê bên nîqaşkirin.