Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan

Husna Kûrhan diyar kir ku polîs 4 car lê geriyane û jê xwestine ku ew jî biçe ber avahiya HDP’a Amedê rûnê

Yekîneyên di bin banê Miduriyetên Polîsan de hatine avakirin, her tim li malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne digerin û zorê li wan dikin ku biçin ber avahiya HDP’a Bajêr a Amedê. Ji bo wan malbatên li ber HDP’ê polîs û maşîneyên zirxî hatine sekinandin û ji çûyîna rêveberên HDP’ê û welatiyan a avahiya HDP’ê re astengiyan derdixin. Gelek ji wan malbatên bi darê zorê birine ber avahiya HDP’ê paşê agahiya zarokên wan jiyana xwe ji dest didin werdigirin. Herî dawî ew malbatên esker û polîsên desteserkirî jî ku li ber avahiya HDP’ê bûn, agahiya zarokên wan di operaysona Garê de mirine wergirtin.

Ew malbat hêj li ber HDP’ê ne. Polîs jî li ser fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di nava hewldanan de ku malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne bibin ber avahiya HDP’ê.

Malbata Kûrhan a ku li Êlihê dijî yek ji wan malbatan e ku polîs zorê li wan dikin ku biçin ber avahiya HDP’a Amedê. Malbata Kûrhan diyar kir ku di mehek dawî de polîs 4 car bi telefonê li wan geriyane û bi zorê ji bo lawê xwe Yahya Kûrhan ê tev li PKK’ê bûye biçin ber avahiya HDP’a Amedê.

Zext û koçberî

Bavê Yahya Kûrhan, Mehmet Kûrhan ji sala 1991’an vir ve girtî ye. Kurê wî Îbrahîm Kûrhan di sala 1992’yan tev li PKK’ê bû û di şerê “Birakujî” yê di salên 1994’an û 1998’an di navbera hêzên kurdî de qewimî jiyana xwe ji dest dide. Keça malbatê Hediye Kûrhan jî di sala 1999’an de tev li PKK’ê dibe û di 4’ê mijdara 2007’an de li Herêma Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Yahya Kûrhan jî di sala 2014’an de tev li PKK’ê dibe.

Dayika Yahya Kûrhan, Husna Kûrhan destnîşan kir ku ew ji ber zextên dewletê ji sala 1990’an vir ve ji Sêrtê koçî Edene, Mêrsîn, Stenbol û Êlihê kirine.

Jê xwestine biçe ber avahiya HDP’ê

Husna Kûrhan anî ziman ku 30 sal in hevjînê wê girtî ye û ev 30 sal in her tim bi gef û zextên dewletê re rûbirû mane û gelek caran mala wan bi serdegirtina esker û polîsan re rûbirû maye.

Kûrhan destnîşan kir ku di mehekê de polîs 4 car lê geriyan e û wiha got: “Li min û zarokên min tev digerin. Her cara ku digerin li zarokên min şehîd û Yahya dipirsin. Carek min ji wan re got ez bi tirkî nizanim. Telefonê girtin. Pişt re polîsek bi kurdî dizanibû li min geriya. Ewilî hal û hewalê min pirs kir. Pişt re li lawê min Yahya pirsî. Wan malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê mînak ji min re nîşan da. Digot ‘em dixwazin tu bigihijî lawê xwe’. Xwest ez biçim ber avahiya HDP’a Amedê. Li ser vê xwestikê min telefonê li rûyê wan girt. Carek din negeriyan.”

Kûrhan anî ziman ku ew malbatên diçin ber avahiya HDP’ê cenazeyê zarokên wan didin wan û xwest êdî ne şer aştî pêk were. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar