Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gergerlîoglu: Ez li vir im û teslîm nabim

Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku wekîltiya wî hat betalkirin û Serdozgriya Komarê ya Engeqerê xwest di nava 10 rojan de teslîm bibe, diyar kir ku ew teslîm nabe û dê heta dawiyê li ber xwe bide

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî teşhîrkirin û aşkerakirina binpekirina mafên mirovan û îşkenceyên tên kirin, ji aliyê AKP’ê hat hedefgirtin. Piştî AKP’ê Gergerlîoglu kir hedef û dadgehê ceza lê birî, meclisê wekîltiya Gergerlîoglu, betal kir. Gergerlîoglu, li dijî betalkirina wekîltiya xwe li meclisê dest bi çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ kir û piştî çalakiya 5 rojan polîsan bi ser meclisê de girt û Gergerlîoglu, di şeveqa sibê de binçav kirin. Tevî cilên şevê binçav kirin û destûr neda ku nimêja sibê bike.

Polîsan piştî Gergerlîoglu, binçav kirin di heman rojê de serbest berdan. Piştî hat berdan, Serdozgeriya Komarê, tebligat ji Gergerlîoglu re şand û bi hinceta cezayê wî yê darazê teqez bûye, xwest di nava 10 rojan de teslîm bibe. Gergerlîoglu, li dijî vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Gergerlîoglu, biryar da ku heta dadgeh biryarekê bide dê nobeta xwe berdewam bike.

Gergerlîoglu têkildarî binçavkirina xwe û daxwaza girtina HDP’ê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Gergerlîoglu diyar kir ku teblîgata ku Serdozgerê Komarê yê Kocaelî ji wî re şandiye gihiştiye destê wî û wiha got: “Dozger xwest di nava 10 rojan de biçim teslîm bibim. Di teblîgatê de tê gotin ku ez heta 10 rojan teslîm nebim dê der barê min de biryara girtinê derxin. Lê ez naçim teslîm nabim. Ji ber ku ev yek li dijî hiqûqê ye. Ev tê wateya ku vîna gel tê binpêkirin. Em tu carî li dijî vê yekê serî natewînin. Ev mijara rûmetê ye. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Bila ew bi xwe werin me bibin.”

‘Naçim tu dere li vir im’

Di axaftina xwe de Gergerlîoglu, pirsa ‘Tu dê biçe dervê welat ya na? Tu dê çi bike?’ bersivand û wiha domand: “Ez naçim tu deran. Ez li vir im. Li Enqereyê me. Em ê bi roj li Navenda Giştî ya Partiya xwe ‘Nobeta Edaletê’ berdewam bikin. Ez ê bi şev li mala xwe bim. Cih û warê min diyar e. Lê em tu carî teslîm nabin. Gotin ‘Biçin derveyî welat, li vir nemîne’ ez hurmetê nîşanî van pêşniyaran didim. Lê ez vê yekê tercîh nakim. Ji ber ku em ê li vir têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê bedelê wê jî hebin. Girtîgeh jî hebin. Ez bawer dikim ku em bi civaka Tirkiyeyê re temas bikin û siyasetê bikin bêtir girîng e. Rêgezê me hene. Ji ber vê yekê em gavan paşve navêjin.”

Rewşeke hiqûqî tune ye

Gergerlîoglu da zanîn ku rewşek hiqûqî tune û wiha lê zêde kir: “Çantê min amade ye. Lê bi destûra xwedê rojekê teqez em ê vegerin. Em ê karê xwe berdewam bikin. Dema di 19’ê Sibatê de biryar aşkere kirin ez amade bûm. Rast e yekem car tecrûbeya min a girtîgehê wê çêbibe. Berê ji bo çavdêriyê diçûm girtîgehan. Lê vê carê wekî girtî ez ê biçim. Bê guman malbata min jî xemgîn dibe. Ji ber ku neheqiyek mezin heye. Gelê me xemgîn dibe. Li holê rewşek hiqûqî tune. Mijar siyasî ye.”

‘Ez hêj wekîl im’

Di berdewama axaftina xwe de Gergerlîoglu, li ser rewşa xwe jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Ez wekîlê millet im. Ez xwe hêj wekî wekîl dibînim. Mafê me xesp kirin. Lê ev li ser kaxizê ye. Millet em hilbijratin. Ji ber vê yekê tenê millet dikare me ji peyvirê bigire. Mafê me xesp bikin jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Min bê cudakarî mafê her kesî parast. Niha jî her kes mafê min diparêze. Gel li dijî vê neeqiyê bi bertek in. Eger tirkek mafê kurdekî neparêze û kurdek mafê tirkekî neparêze, sunnî mafê elewiyekî neparêze, elewiyek mafê tirkekî neparêze, em nikarin biçin cihekî. Em nikarin bi ser bikevin. Min wekî wekîlê gel ku mafê wî bi xespê ji destê wî hatiye girtin, wekî endamê HDP’ê li ber xwe da. Sûcdariya dozger bê esil e. Ew der odeya koma partiya me ye. Hevalên min ez kirim mêvan. Ez bûm mêvanê wan û min destûr neda kesî aciz bikim. Me 4 rojên xweş derbas kir. Min çawa meclis dagir kiriye. Ez ne wekîl bim jî ez endamê partiya xwe me. Ev çawa dibe dagirkerî? Qaşo me di 17’ê Adarê de li Lijneya Giştî dirûşm berz kiriye. Tiştekî wisa tuneye. Serokê meclisê li dervê exlaq girteka derew daye girtin. Ev pir xerab e. Ev sûcdarî pir bê kok in.”

‘Destûr nedan ez cilê xwe li xwe bikim’

Gergerlîoglu bal kişand ser binçavkirina xwe û wiha pêde çû: “Polîsên hatin destûr nedan ez cilê xwe li xwe bikim. Ev nifrînek çawa ye? Kê fermanek wisa daye wan. Wisa xuya ye ku Serokê Meclisê gotiye ‘Omer derdest bikin û bi pijamayê wî bibin.’ Ew polîs 2,5 sal in dema me dibîne bişkovkên xwe li pêş me digirin. Çawa dibe di nava 3 rojan de muameleyek wisa li me bikin. Şimik di pêyê min de bû. Piyê min şil bû. Em wekî ba derxistin. Ji bo kes vê dîmenê nekişîne odeyên şêwirmendan kîlît dikin. Di bin çavan de wan pirsî min got. Min got û wan nivîsî. Lê piştre yekî balkêş hat û ‘Îfadeyê wisa binivîse’ Min got ev kî ye? Lê bersivê nedan. Piştre 2-3 caran derket derve û hat. Xuya bû ku ji hin kesan ferman distend. Piştre hat li min nerî û got ‘Ev mijara girtina abdestê û heta hatina qereqola polîsan’ dê ji îfadeyê bê derxistin.’ Min got ev îfadeya min e wê çawa bê derxistin’. Çar pênc caran çû û hat û dawiyê girtek jê bir. Got ‘Ez wisa qelûl nakim’ Min dîsa got ‘Tu kî yî’ lê dîsa bersiv neda û ew îfadeya min jê bir. Min xwest girteka ku ew beş jê biriye binivîse û îmze bike. Lê ew jî îmze nekir.”

‘Betalkirina wekîltiya min û daxwaza girtina HDP’ê ne tesadufî ye’

Gergerlîoglu bal kişand ser betalkirina wekîltiya xwe û daxwaza girtina HDP’ê û wiha berdewam kir: “Betalkirina wekîltiya min û daxwaza girtina HDP’ê ne tesadufî ye. Mehek e, piştî dadgehê ceza li min birî, li ser medyaya civakî xebatek dijber heye. Her kes dibêjin em li dijî vê yekê ne. Hemû mirovên aqîl ji Serokê Meclisê re dibêjin ‘Vê biryarê nexwîne. Li benda encama Dadgeha Destûra Bingehîn be. Vê rezaletê îmze neke. Lê wî guhdar nekir û biryar xwend. Ev nayê yebûlkirin. Piştî dîtin ku HDP partiyek pir xurt e, der barê wê de doza girtinê vekerin û dixwazin bi vê yekê krîmînalîze bike. Xwestin kesên piştgiriyê didin wê bitirsînin. Xwestin bêjin hûn piştgiriyê didin Gergerlîoglu lê ‘Ev partiya terorist e’ û re li pêşiya piştgiriyê bigirin. Ev rêbaza Goebbelsê ye. Vê biryarê bi Wekîlê Serokê Koma MHP’ê dan xwendin. Bi taybetî ev yek kirin. Xwestin bi vê yekê hezkirina li hemberî me bişkînin. Gotin ‘Em diyariya kongreyê didin we. Dixwazin ser meseleya kurdan bigirin û partiya mafê kurdan diparêzin jî dem û dûz bikin. Tunebûna HDP’ê ji bo meclisê windahniyek pir mezin e. HDP’ê meseleya kurd nekir meseleya kurd. Kurd dibêjin mafe me binpê nekin. Îro tu kurd nikare bêje cudakarî li min nehatiye kirin. Ji ber ku her kurd bi cudakariyê re rû bi rû maye. Ji ber ku HDP heye yan jî PKK heye, ev meseleya kurd derneket holê. Jixwe ev pirsgirêk berê hebû. Ji ber meseleya kurd hebû HDP jî û PKK jî derket holê. Niha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li rêyeke digerin. Bi girtina HDP’ê nikarin meseleyê çareser bikin. Îro ev hat girtin, dê sibê partiyek din bê vekirin. Çend sal in partiyan digirin, lê çareserî tune.”

Gel bersiva wan da

Her wiha Gergerlîoglu destnîşan kir ku ew bawer dike ku bi vê çalakiya nobetê encam girtiye û wiha bi dawî kir:  “Ez bawer dikim ku çalakiya min encam girtiye. Yên li hemberî me pir bêzar bûne. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem car li rûyê wekîlekî biryarê dixwînin û wekîltiya wî dixin. Wekî fermana îdama wî bixwînin. Ez meraq dikim ku Serokê Meclisê çawa li xwe danî ev yek kir. Gotin hûn ê derkevin. Min jî got ez dernakevim û min li ber xwe da. Me dirûşmeyên xwe berz kirin. Me daxuyanî da. Hemû medyaya neteweyî û navneteweyî em dîtin. Hemû cîhanê em temaşe kirin. Me li wir dengê xwe bilind kir. Ew têk çûn. Em bi ser ketin.

Gelê me di pîrozbahiya Newrozê de li partiyê û li me xwedî derket. Gel li dijî daxwaza girtina HDP’ê û betalkirina wekîltiya min pir bi hêrs e. Binêrin Newroza Amedê di salên dawî de Newroza herî bi coş û bê hempa bû. Dîsa li Wanê girseyek pir bi coş û kelecan hebû. Gel bersiv da vê yekê. Gel piştgiriyek pir mezin da. Em ji bo gelê xwe hene. Em çiqas ji bo wan xizmetê bikin hindik e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar