Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Hevdîtina bi telefonê ya bi Ocalan re hat qutkirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku hevdîtinek pir kin a telefonê bi miwekîlê wan Ocalan re pêk hatiye û Ocalan ragihandiye ku hevdîtina bi vî rengî ne li gorî hiqûqê ye

Navenda Nûçeyan |

Li ser medyaya civakê derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye. Buroyê got ku Mehmet Ocalan çû Edliya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

“Malbatên muwkîlê me Birêz Abdullah Ocalan, Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Ataş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin ji dozgeriyê hatine vexwendin. Hevdîtina ku birayê Ocalan pêk anî, piştî demek pir kin qût bû, hevdîtin nehatiye domandin. Dîsa hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî pir kin dom kiriye, lê Birêz Omer Hayrî Konar û Veysî Ataş li dijî mercên tecrîdê nehatin hevdîtinê û ev yek protesto kirin, ji bo vê hevdîtina li gel wan pêk nehatiye.

Weke tê zanîn ji 27’ê Nîsanê 2020’ê ve tu agahiyek ji Birêz Ocalan me negirtibû. Di hevdîtina dawî de ku weke parêzer me pêk anîbû, 7’ê Tebaxa 2019’an bû. Piştî 14’ê Adara 2021’ê şûnde li ser medyaya civakî têkildarî jiyana Birêz Ocalan îdîayên cidî derketin holê, ji bo piştrastkirina mijarê, daxwazên hevdîtinê yên rû bi rû ku qanûnî ne, me her kir. Lê tu bersivek erênî ji bo vê nehatin dayîn.

Îro ji bo di derbarê rewaş tenduristî ya Birêz Ocalan de dîsa me agahiyên zelal negirt. Serlêdanên me yên hevdîtinê ku li Girtîgeha Îmraliyê ji bo bi Birêz Ocalan re pêk bên dê bidomin. Bi qasî ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re hate kirin, Ocalan gotiye ku bicihneanîna vê daxwazê nayê qebûlkirin û diyar kiriye ku ev yek li dijî hiqûqê ye. Piştî vê axaftinê hevdîtin bi telefonê pê re qût bûye. Em vê mijarê ji raya giştî re radigihînin, rayedaran vedixwînin berpirsyarî û divê li gorî hiqûqê tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar