Ez zanim, dema behsa aştiyê tê kirin, pirçimêka gelek însanan radibe. Lê qesta min ne parsêkiya aştiyê ye. Aştî, dawîkirina şer e û tenê di navbera aliyên şer de çêdibin. Ev peyv çiqas li kurdan zor be jî divê were zanîn ku li bakurê Kurdistanê aştî encax di navbera PKK û dewleta tirk de çêdibe. Dixwaze bi navbekaran re, dixwaze rasterast be ji bilî vê yekê rêyek din tune ye.
Gel daxwaz dikin. Ji bo daxwaziya xwe têdikoşin û peyamên xwe didin. Ev yek li bakurê Kurdistanê piştî şerê çendîn salê dûmahiyê, carek din aşkera bû. Di tevayî cîhanê de milyonan kurd û dostên kurdan, li Newroza 2021’an daxwaza aştiyê kirin û navnîşana aştiyê jî wekî Îmraliyê nîşan dan.
Ev peyama ji kiryarên dewletê serbixwe ye. Tu girêdana xwe bi kiryarên qirêj a dewletê re tune ye. Dewleta tirk wekî aliyeke şer, hê jî di qirkirin û tunekirinê de bi israr e. Tevgera kurd jî li hember vê helwesta qirêj a dewletê li ber xwe dide, têdikoşe. Ango berî ku daxwaza aştiyê bike, bersiva vê siyaseta şerxwaz bi tundî dide. Ev rastî li her qadên têkoşînê dixwûye.
Dewlet, piştî 2015’a carekî din vegeriya kodên xwe yên kevn û bi du aliyan ve şerê gelê kurd kir. Aliyekê vê şerê tasfîyekirina PKK’ê bû. Aliyê din jî çogdanîna gelê kurd bû. Bi awayekî gelek aşkera sîyaseta 1938’a dabû ber xwe. Çawa di Terteleya Dêrsimê de bi rêya qirkirinê kurdan teslîm girt û bi dehsalan ew bêdeng kirin, carekî din xwestin heman tişt bikin.
Di sala 2021’an de aşkera bû ku dewleta tirk nikare plana 1938’a, ango Plana Çogdanînê pêk bîne. Kurd, bi berxwedana xwe plana dewletê têk bir.
Di 2021’an de ewil peyam, berxwedana Garê bû. Dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve êrîş bir ser Garê. Lê bêencam, ango revî revî ji qadê bazda. Bi kuştina dîlên li destê PKK’ê jî xwe ji cîhanê re rezîl kir. Peyama duyemîn jî pîrozkirinên cejna Newrozê bû. Li çar aliyên Kurdistanê û her wiha li tevayî cîhanê kurd, asta polîtîzebûna xwe bi dirûşmên Newrozê li tevayî cîhanê belav kir.
Qesta min ji peyva aştiyê ev e. Kurd, bi aşkera ji cîhanê re got ku “Ez bi zext û zilm, bi kuştin û qirkirinan dev ji doza xwe bernadim.”
Êdî divê vê peyamê, berê dewleta tirk û bi wê re girêdayî ew dewletên ku piştgiriya vê dewleta xwînmij dikin, bi zelalî bixwînin.
Gava destpêkê jî aşkera ye. Divê derîyên Îmraliyê vebe. Divê rêberê kurd birêz Abdullah Ocalan, bikaribe rola xwe bilîze û ew pêvajoya ku di sala 2015’an de hatibû astengkirin, ji cihê mayî careke din destpê bike. Yên vê peyama gel bixwînin, divê vê rastiyê jî bibînin.
Rast e, gelek kes dibêjin bi AKP û MHP’ê re, bi Erdogan û Bahçelî re, bi şîrîkên wan ên Ergenekonî re aştî nabe. Ez jî di wê baweriyê de me. Lê rastiyek wiha jî heye ku axir kurd, ne bi partiyan re, bi dewletê re dikarin li ser masê rûnin. Li ser maseyê jî kî hebin, dewlet ew in. Îro AKP ye, sibe CHP an partiyeke din e. Qet ne mûhîm e. Bi raya min ji bo tevgera kurd kî dewletê bi rêve bibe, dewlet ew e, muhatap jî ew e. Lê heta aştiyek mayînde pêk neye jî, ew dijmin in…