Ev hefteya navbera 21 û 28’ê Adarê ye. 21’ê Adara 1982’an, roja Çalakiya Mazlum Dogan a Zindana Amadê ye. 28’ê Adara 1986’an jî roja şehadeta fermandarê HRK’ê Mahsum Korkmaz e.
Mazlum, li zindanan agirê Newrozê pêxist û hevalên xwe rakir serhildanê, Mahsum jî da ser şopa wî û agirê wî pêxistibû gihand çiya û li wir ev agir gûr kir.
Di encamê de, ruhê berxwedana zindanê gihişt çiya. Pira navbera berxwedana zindanan û çiya pêk hat. Qehremanên pêşeng ên van pêngavên dîrokî Mazlum û Mahsûm bûn, lewma tevgera wan, ev her 2 roj, bi navê HEFTEYA LEHENGIYÊ ragihand.
Gotina leheng/qehreman, ne peyvek ji rêzê ye û her kesên çalakiyeyek ji rêzê bike, dibe ku çalakiyek bi rûmet be û heta di asta takekesî de leheng be jî, lê weke Lehengê pêşang derbasî dîroka gelan nabe.
Lehengên dîrokî ew in ku, yên di çax û demên pirsgrêkên giran û zilma mezin de hebe, ji bo rê ji çareseriyê re veke û derba şikestinê li sîstema zaliman bide, karibin di heman demê de çalakiyên canbexşane lidar bixin.
Mazlum Dogan jî, da ser şopa Kawayê Hesinkar û ew ruhê berxwedêr ê berî hezar salan, zindî û nûjen kir û lewma ji wê rojê û pêve weke Kawayê Hemdem tê bibîranîn.
Girîngiya vê çalakiyê jî, li ser bingehek zanistî ya bîrdozî û rêxistinî hatibû lidarxisitin. Lewma li pey Mazlum, Ferhatan û Xeyrî û Kemalan jî ev rêze berxwedan domandin. Jixwe Mazlum bi vê çalakiya xwe ya lehengî, peyam şand ji Rêber û hevalên xwe re.
Li vir bêgûman rola Rêberiya giştî derdikeve holê. Ji ber ku hem ev bîrdozî afirandibû û birêxistin kiribû Rêber Apo bû, lazim bû ji vê banga zindanê re jî bibûya bersiv û bigihanda hemû hevalan. Jixwe wî jî ev kar, weke ku lazim bû pêk anî û hevalên xwe, bi giştî li ser vî ruhî perwerde kir û ji Rojhilata Navîn vegerand Kurdistanê. Pêşengtiya vî karê qehremanî jî, da ser milê Egîd/Mahsum Kormaz. Egîd jî, bi Pêngava 15’ê Tebaxê, çawa layiqî berxwedana lehengên zindanê dibe, nîşanî gelê Kurdistanê û raya giştî da.
Piştî peyama Mazlum û Mahsum gihişt cihê xwe, Zekiya, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan jî, da ser şopa wan û ew ruhê berxwedanê bilintir kirin û gihandin asta Serhildanên gel.
Çavkaniya wî ruh û zihniyeta Mazlum û Mahsuman, bêgûman felsefeya Rêber Ocalan bû. Eger navarok ne ewqas bi hêz bûya; ew eşq û evîndariya bi dozê re, hezkirina ji azadiya gel û rizgariya xaka pîroz a welat re, ewqas xurt nebûya, ew berxwedana dîrokî nikaribû pêk bihata.
Ji ber ku hîmê ew taybetmeniyên şoreşgerî ewqas mezin bûn, karibûn ji tunebûnê hebûnê, ji bêderfetiyê derfet afirandiban, ew ruhê wan û afirandina ew îradeya xurt a azad, êdî bûye malê hemû gelê Kurdistanê. Mirov êdî bi hêsanî dikare ji gelê Kurdistanê re bibêje ‘Gelê Qehreman!’
Ji ber ku êdî vî gelî, ev ruhê berxwedêr ê Newrozê, weke gotin û banga wan a dîrokî; “Berxwedan jiyan e, teslîmiyet xiyanet e!’ ji xwe re kirine çand.
Ev çanda berxwedêr, êdî bi exlaqê van lehengan hatiye strandin û hûnandin û xemilandin. Exlaq, qanûnên gel ên ne nivîsîne, belê qanûnên ji bo pêkvejiyana azad a wekhev e û di pratîkê de dimeşe. Kî ji sînorê vî exlaqê qenciya civakê diparêze derkeve, şerm û eybek mezin e, her wiha li gorî qanûnên exlaqî yên civakî tên şermezarkirin û hwd.
Li ser bingeha vê çanda berxwedêr, Cejna Newrozê, bi giştî li însanên qenc pîroz be!