Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Em ê li dijî qanûna poşmanî û ferzkirina mikurhatinê li ber xwe bidin’

Îsyan Kaya li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'î daxuyanî da û diyar kir ku bi qanûna nû ya ku hatiye hazirkirin, bi gefa ku dê neyên berdan dixwazin poşmanî û mikurhatinê li wan ferz bikin û got ku li dijî vê qanûnê dê li ber xwe bidin

Navenda Nûçeyan |

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Îsyan Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kaya di daxuyaniyê de têkilî qanûna nû rengê sepandina wê ya li zindanan wiha got: “Herî dawî zagoneke wisa derxistin û kirin meriyetê ku ne tenê derhiqûqî ye, her wiha deraqil e. Aşkera ye ku bi helwesteke topyekûn û bi berxwedaneke biryardar, rê li ber vê êrîşê dikare bê girtin. Em bi gel û tevgera xwe ve, di vê mijarê de bi têra xwe xwedî tecrûbe ne. Jixwe sî sal in ku ji ber QTT (Qanûna Têkoşîna dijî Terorê) di nêzîkatiya li ser girtiyên siyasî de newekhevî û bêdadî heye. Ev newekhevî li dijî peymanên navneteweyî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê bixwe ye ku ev sih sal in di bin navê zagon û darazê de tê meşandin. Lê belê zagona ku herî dawî derxistine û bi lez û bez xistine meriyetê bi dijwariya xwe ji QTT’yê jî derbas kiriye. Bi vê pêkanînê QTT jî di nav de, hemû daraz û destûra xwe ya bingehîn jî pûç kirine.”

Kaya diyar kir ku li gorî vê zagonê li zindanan lijneyên ku ji bijîşk, mamoste, teknîsyen, gerînende û gardiyanan pêk tê ava bûne, wc lijneyên ku eleqeya wan bi hiqûqê, rayeya wan a darizandinê, pisporiya wan a hiqûqî tune ye jî bi rist û rayeyeke di ser dadgehan de tevdigerin, piştî cezayên ku dadgehan li girtiyan birîne diqede, yanî li gorî biryara dadgehê wê girtî bi tehliyeya bişert derbikeve, ev lijne biryar digirin ka ev girtî ji bo berdanê guncav e yan na û wiha domand: “Yanî xwe li ser daraz û dadgehan digire. Poşmanî û îtirafkariya ku me li dadgehan nepejirandiye, bi gefên şewitandina înfazê dixwazin bi me bidin pejirandin. Ji ber ku em ji raman û baweriya xwe poşman nebûne, em nebûne îtirafkar; em, ev deh, bîst û sih sal in di zindanan de dimînin. Lê bi gefxwarina bernedanê dixwazin poşmanî û îtirafkariyê bi me bidin pejirandin. Ev yek bi hincetên cuda cuda û li her zindanê bi pêkanînên cuda ferz dikin. Lê di encamê de pirsên wekî: ‘Tu der barê PKK’ê de çi difikirî? Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî? Tu derkevî tu yê li derve çi bikî?’ tên pirsîn û li ser vî esasî poşmanî û îtirafkarî tê ferzkirin. Li hin zindanan ji ber pirtûk kêm xwendine, li hin zindanan jî ji ber ku pirtûk zêde xwendine heval nehatine berdan. Li qadekê ji ber ku kes tev li xebatên qursan nebûne nehatine berdan, lê li wê qadê xebatên qursan çênebûne. Kesekî ku 29 neh sal in ji rêxistinê qut bûye, bi serê xwe dijî, bi hinceta hestên te bi PKK’ê re ne nehatiye berdan.”

Di berdewamê de Kaya da zanîn ku li hin qadan ji bo vê pêkanînê menzelên taybet ên tarî û girtî hatine çêkirin, ww van menzelan wekî cihê lêpirsînê bi kar tînin, kesekî/ê dixin van menzelan û di lêpirsînê re derbas dikin û wiha pêde çû: “Girtî pirsên ku jê tên kirin dibihîze lê ji ber tarîbûnê kesî nabîne. Li hin qadan dozger jî tev li van lêpirsînan dibe. Xuya ye ku ev pêkanîneke kêfî, dijqanûnî û dijmirovî ye. Kesên ku xwedî hiş, feraset û vînekê bin dê vê pêkanînê nepejirînin. Ev yek bi tu awayî nayê pejirandin. Em di bin van êrîşên faşîzan û derhiqûqî de bersiva pirsên ku tên kirin nadin û em vê rewşê bi tu awayî rewa nabînin. Em dizanin ku ji her demê zêdetir hemû têkiliyên me yên civakî, axaftina bi telefonê, hevdîtin û şandina nameyan di bin kontrolê de ne. Dixwazin metirsiyên me, daxwazên me, hêviyên me yên pêşerojê hîn bibin û bi gefên di hiştina zindanê de poşmanî û îtirafkariyê li me ferz dikin. Em vê bêrûmetiyê bi tu awayî napejirînin.”

Her wiha daxuyaniya Îsyan Kaya wiha bi dawî bû: “Divê kesên xwedî rûmet, bi tu awayî bersiva van pirsên ku armanca wan çokşikandine, nede û vê pêkanînê bi tu awayî nepejirîne. Heta faşîzm hilweşe dikarin me çend salan jî di zindanê de bihêlin. Lê çend sal dîlbûn û heta sed sal hiştina di zindanê de jî ne bergindî rûmet û nasnameya me ya azad e. Meşaleyên ku Mazlûm, Xeyrî û Kemalan pêxistiye, rêya me ronî dikin. Wan di bin faşîzma 12’ê Îlonê û îşkenceyên li Zindana Amedê de bi tu awayî dev ji têkoşîna partî, rêbertî û azadiya gel berneda. Em şopdar û şagirtên van lehangan in. Em ê tu carî nehêlin ku siya faşîzmê bikeve nirxên ku wan afirandine. Em ê bi berxwedana xwe rûmet û destkeftiyên xwe veguhezînin radeyeke pêşdetir. Wekî dîlên azadiyê yên PKK û PAJK’ê, wekî gava yekemîn em ê van pêkanîn û pirsên derzagonî û poşmaniyê li me ferz dikin nepejirînin. Em di vê mijarê de bang li hemû derdorên birûmet dikin ku xwedî li dadê, rûmeta mirovahiyê derbikevin. Em bi biryar in ku helwesa xwe bilindtir bikin û êrîşa faşîzmê teqez pûç bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar