Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gunay: Divê rû bi rû hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin!

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser qutbûna axaftina bi telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd re û got ku divê rû bi rû hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser fikarên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Gunay bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê nebaşiya herî mezin a li welêt e.

Gunay bi bîr xist ku bi milyonan mirov ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan dikin û wiha got: “120 roj in girtiyên siyasî yên li welêt di greva birçîbûnê de ne û ji bo paşeroja demokratîk a vî welatî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Qadên Newrozê, bi coşeke mezin xwedî li berxwedana 120 rojî ya li zindanan derketine. Bûn dengê girtiyan, xwedî li daxwazên wan derketin.”

Gunay diyar kir ku Newroza 2021’ê di heman demê de hêrsa li dijî tecrîdê nîşan da û wiha dewam kir: “Gelê kurd tecrîdê weke êrîşek li dijî nasnameya xwe pênase dike. Duh jî nîşan da ku ew vê yekê qebûl nake, îro jî qebûl nake, sibe jî dê qebûl neke. Li qadên Newrozê bi milyonan mirovî destnîşan kirin ku tecrîd paşeroja wan tarî dike, pêşî li aştiyê digire. Gelo desthilatdariya ku ev daxwaz bi şênberî dît, çi dike?”

Axaftina bi telefonê fikaran zêde kir

Di axaftina xwe de Gunay ev tişt anî ziman: “Li şûna ku guh bide daxwazan û rêya aştî û diyalogê li welêt veke, tecrîdê giran dike û gavên welê diavêje ku aloziyê girantir dike. Li şûna çareserkirina fikaran, her gavên ku têkildarî giravê diavêjin fikaran zêdetir dike. Hîn duh bi telefonê bi malbata xwe re axivî, lê axaftina wî di nîvî de hate birîn. Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmrlaiyê bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Lê belê Birêz Ocalan dema ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diaxivî, telefon ji nişka ve hate birîn. Tevî hemû daxwazan careke din lê negeriyan. Hamîlî Yildirim ji bo demeke kurt karîbû biaxive. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê, red kirin ku bi telefonê biaxivin.

Em ji vê derê li hikûmetê, li Wezîrê Edaletê, li rayedaran dipirsin; Li Îmraliyê çi diqewime? Tevî ku mafekî xwe yê qanûnî ye, çima hûn hevdîtina malbatê ya li Îmraliyê asteng dikin? Hevdîtina parêzer-muwekîlan hîmê bingehîn ê mafê parastinê ye. Hûn çima hevdîtinên wekîl-muwekîl li Girava Îmraliyê asteng dikin? Gelo ne hûn bûn ku we gotin astengî li pêşiya hevdîtina bi parêzeran re nîne. Axaftina bi telefonê fikar ji holê ranekir, berevajî zêde kir.

Yekane tişta ku dawî li fikarên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bîne, hevdîtina rû bi rû ya malbatê û parêzeran a bi Birêz Ocalan re ye.”

Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe

Her wiha Gunay xwest ku tecrîda li girava Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dest ji desteserkirina mafê agahîwergirtina ji Îmraliyê berdin. Û ya herî girîng jî li gorî hiqûqê û berpirsyariyê tevbigerin. Binêrin me hemû dîtin. Li qada Newrozê bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Ocalan kirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar