Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Di qada wêjeyê de rol û pêşengtiya jinan

Nêrgiz Ismayil |

Şoreşa rojavayê Kurdistanê ku şoreşa jinan di nava xwe hemû şaxên şoreşê diparêze yek ji wan jî qada wêjeyê ye. Jin hebûna xwe di hemû qadan de dan nasandin, her wiha qada wêjeyê jî mîna qada şer e, bi ruhê berxwedaniya 8 – 21’ê Adarê jin berxwedaniyê dikin. Li ser vê mijarê me xwest gengeşeyekê di gel Endama Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Botan Ednan Hoşê re pêş bixin.

Nêrgiz Ismayil: Di destpêkê de 8’ê Adarê û Newroza we pîroz be. Her çiqasî ev pirs dûbare be jî, bêguman ev pirs di her demê de li bersivên afrînerî diğere, ew jî ev e: Di nêrîna we de peywendiya di navber wêje û rastiya hizri, xeyal û hestên jinan de bi taybetî jî jinên kurd çi ye û xwedî kedeke çawa ye?

Botan Ednan Hoşê: Newroza we jî û ya hemû cîhanê pîroz be, bi hêvî me ku hemû rojên me kurdan û cîhanê aştî û xweşî bin. Di nêrîna min de ev pirs tu cara nakeve kategoriya klasîkbûnê ji ber ku em weke jin pêwîstiya me heye ku em lêvegereke rasteqîn li hemû mijarên ku girêdayî hest, nivîs, nêrîn û di qada wêjeyê de. Di pêşî de em vegerin dîroka wêjeyê, jin û wêje peve gelekî girêdayî ne. Ez dikarim weke jinekê bibêjim ku jin wêje afirandine, ji ber bêhtirî em li dîroka wêjeya devokî vegerin weke çîrok, mamik û helbestan, giştî jin derxistine. Dayikê bi xwedîkirina zarokan mijul bû, bi xwedîderketina li xwezayê mijul bû, ev bingeh li gel wê xuliqand ku bikaribe di qada jiyanê de bibe xwedî hebûn. Dema em vegerin bingeha çîrokê em vedigerin wêjeya devokî ya dayikê.

Ez dikarim bibêjim jin û wêje peve girêdayî ne ku tu nikarî wan ji hev cuda bikî. Jixwe di demên piştî civaka xwezayî de em behs bikin, jin wêjeya nivîskî jî pêşxistine. Gava şikandanina zayendî jî pêkhat jin li paş nehişt bi çi rengî mabe jî jin cewhera xwe ya wêjeyî parastin.

Nêrgiz Ismayil: Eger em behsa şoreşa rojavayê Kurdistanê bikin, ne tenê di van heşt salan de, beriya wê jî di bin zext û zehmetiyan de jin her demê hewl didan cewhera xwe biparêzin û di qada wêjeyê de hebûna xwe bidin nîşandan. Li vê derê pirsa girîng gelo şoreşa Rojava çiqasî dikarîbû derfet û deriyên azadiyê ji jinan re veke û ruhê wê yê veşartî zindî bike?

Botan Ednan Hoşê: Helbetê şoreş deriyên nû ji bo jinan vekir. Ji bilî bandora erênî ku li civakê kir lê belê bi taybetî li jinan kir. Zilam hemû berhemên jinan xistin destê xwe û kirin malê xwe. Eger em werin rastiyê ji 2011’an û pê ve gelek derfetên hêja hatin pêşkêşkirin. Ne tenê di qada leşgerî, polîtîka û civakî de. Her wiha di qadên hunerî û wêjeyî de jî ez gelekî girîng dibînim. Qada wêjeyê jî ne hêsan e. Ji ber ji bo ku jin bikaribin bi azadî binivîsin gelek bawerî û hestên azad pêwîst in. Ez dikarim bi vî rengî şîrove bikim ku şoreşê hişt ku em weke jin careke din li xwe vegerin, careke din li dîroka xwe vegerin, em rabûdiyê, dema niha û pêşerojê di ber çavên re derbas bikin. Bawer im wêje bê zanebûn nabe.

Nêrgiz Ismayil: Gelo navenda we kengî hate damezirandin? Di nava çi şert û mercên şoreşê de, we çi zehmetiyan kişand, we çiqasî dikarîbûn bibin bersiv ji bo vegerandina zanebûna jinan a di qada wêjeyê de?

Botan Ednan Hoşê: Ew bi xwe hîn di 2006’an de me dest bi karê xwe dikirin. Di wê demê wekî her kes dizane jî ne rehet bû ku em bi rehetî wekî jin bêne gel hev, wekî jin pênûs û hestên xwe gengeşe bikin. Di wê demê em hêj bi rehet û azad karkirinê berdin wekî gelê kurd û civaka kurdan serbest bixebitin ji ber rejîma Baasê, wê ne bi hêsanî bikaribe dej wê hişmendiya xwe ya bi sedan salan berde ya ku dibêje: “Yek al, yek ziman, yek netew”. Ji xebatên me jî ev yek bi xwe re zehmetî dianîn. Tê bîra min gelekî zehmetî û astengî hebûn. Lê belê ji sala 2011’an ve gelek derfet çêbûn ku êdî em biryarên dîrokî bigirin û bi rastî jin bikaribe di vê qadê de rengê xwe, pênûsa xwe bide diyarkirin û bike malê dîrokê. 2014’an jî rêka perwerdê me destpê kir. Ziman û wêje pêve girêdayî ye. Dikarim bibêjim ku 2014’an bû amadekarî ji bo em navendê vekin, wiha di 2016’an de me bi awayeke fermî navenda xwe li bajarê Qamişloyê vekir. Paşî jî gelek şaxên wê çêbûn. Li herêmên pêkhateya ereban jî me xwe berfireh kir.

Nêrgiz Ismayil: Ji dema avabûna navendê ve hûn di qadên wejeyê de bûn bersiv ji hêviyên jinan re? Taybetî babeta perwerdê we çawa girt dest? Rêbaz û şêwazên ku hûn bikar tînin çi ne?

Botan Ednan Hoşê: Rast e pirsek di cih deye, hemû serkeftin ne tenê bes avakirina navendê ne, di heman demê de ew navend çiqasî dikare bibe kombûyîna hemû jinan di vê qadê de. Rast e ji berê de jî jinên kurdan xwedî karektereke ku ji nivîsên hez dike û dixwaze vê qadê li pêş bixe lê belê bi tenê ji bo xwe dikir ango demdemî bû, serkeftina şoreşa Rojava ev e ku ew derfet çêkir ji me re, em xwe bi xwe sazîbûyîna xwe ava bikin, li şûna ku jin tenê ji bo xwe weke takekes binivîsînin me hewl da em di vê qada wêjeyê de jinan kom bikin, her wiha çanda hest û pênûsên hemû jinên pêkhateyan weke jinên ereban, suryanan, ermenan, çerkesan, tirkmenan û kurdan. Lewra me perwerdekirin û gengeşe bi semîneran ji xwe re esas girt. Ji ber bi rêka perwerdê û civînan em dikarin wê hişmendiyê berfireh bikin, kur bikin û asta wêjeyê pêş bixin. Bêguman şêwaza me ya herî rast ew bû ku em rêzdayînê bidin zimanên heyî weke erebî, kurdî û zaravayên din. Semînerên cuda cuda bêne dayîn. Di heman wextê de perwerde li ser ziman û wêjeyê. Herdu bêyî hev nabin. Em dikarin bibêjin ku di sala 2021’an de hîn baştir û bi hêztir me proje danîne pêşiya xwe. Em ji bîr nekin ku em di nava rewşên şer û zehmetiyan de ne, lê belê em ê jî wekî jin di her qadan de li ber xwe bidin, taybet jî di qada wêjeyê de jî gelekî girîng e. Ji ber em dixwazin wêjeya şoreşê pêş bixin. Bi sedan bûyer û qewimandinên çi trajîk bin, çi qehremantî bin pêwîst e em bikin nivîs. Jixwe rastiya şoreşê bi pênûsa jinan tê xemilandin. Rast e gavên hêja hatine avêtin lê belê hîn em ji bo xwe kêm dibînin. Komîteya me ya wêjeyê kombûyîna hemû berhemên jinan e. Em pirtûkên wan jî çap dikin.

Nêrgiz Ismayil: Baş e bi ruhê 8 – 21’ê Adarê we çi projeyan bi pêş xist? Wekî komîte kîjan proje ji bo we bingeh in?

Botan Ednan Hoşê: Ji xwe her sal ji bo dirûşmeyên 8 û 21’ê Adarê mîna avakirina bingehekî nû ne. Di vê salê de hîn xurtir jin tev li hemû çalakiyên qadan bûn em jî wekî navend û şaxên cur bi cur hîn bêhtir xwe amade dikin ku di qada wêjeyê de reng û nivîsên afirînerî pêş bixin. Mîna wan projeyan a yekemîn: Ji bo jinên pêkhateyên din jî hîn baştir tev li xebatên vê qadê bikin. Projeya me ya duyemîn: Em hîn baştir mijulî keçên ciwan bibin. Ew keçên ku hîn nugihatî ne û gelekî kesayeta xwe di qada wêjeyê de dibînin, lê belê hîn xwe qisûr in, çi ji hêla ziman de be, çi ji hêla naskirina nivîsa helbestê, çîrokê û romanê ne. Em di vê mijarê de hem wekî proje hem jî wekî pîvaneke xebata xwe ji bo xwe gelekî girîng dibînin. Jixwe me dest bi perwerdê kiriye lê hîn jî em ê berdewam bikin. Projeya sêyem: ji bo xortên ciwan jî bi heman şêwazî em ê pêşketinê bikin. Ya çaremîn: Belê ji bo zarokan jî projeyên me hene.

Em vê rastiyê bibêjin ku em wekî komîte dixwazin bibin bersiveke hêja ji hemû hêviyên jinan re. Tevahiya astengiyên ku hene jî em li ber xwe bidin. Dîsa dibêjim ku jin diviyabe bi ceger be û li ber xwe bide ji bo ku pênûsa xwe azad derxîne pêş. Ez hetanî dawî di wê baweriyê deme ku em ê ruhê berxwedanê yê 8 – 21’ê Adarê di qada xwe ya wêjeyê de jî bilind bikin. Jinên kurd li hemû perçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Em ê jî asta wê berxwedanê bi pênûsa xwe pêş bixin û bi ser bixînin. Ez jî ruhê berxwedana 8 – 21’ê Adarê li hemû jinên wêjevan û hemû jinên kurd û cîhanê pîroz dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar