Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê berî 4 rojan li Amedê xwîn çûbû ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da bû, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê ya Amedê bi merasîmekê hat definkirin. Malbata Yildirim, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosûn, Mahmût Togrûl, Îmam Taşçier, Nejdet Îpekyuz, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, nivîskar û ziman zan jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.
Girseyê piştî nimêja cenaze ya li mizgefta goristanê, cenazeyê Yildirim danîn ser milê xwe û heya wesayîta cenaze birin. Tabûta cenazeyê Yildirim bi ala Kurdistanê hat pêçandin. Polîsan berî kar û barê definkirinê, xwestin dest danin ser alê. Hezkiriyên Yildirim bertekek tund nîşanî vê helwesta polîsan dan û destûr nedan ku polîs dest danîn ser alê.
Cenazeyê Yildirim, bi duayan hat definkirin. Siyasetmedar, nivîskar, ziman zan û welatiyan, piştî definkirina cenazeyê Yildirim, ji malbata Yildirim re sersaxî xwestin û dûre ji Goristana Yenîkoyê veqetiyan. AMED