Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qutkirina telefonê perçeyek ji şerê taybet e

Hikûmet û rayedarên dewletê bi dehan sal in li ser gelê kurd şerê taybet dimeşînin. Polîtîkayên înkara kurdan û tunekirina vîna gel bi rê û rêbazên pir cuda berdewam dikin. Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk, diyalog, muzakere û çareseriya aştiyane û demokratîk bigirin serî li hemû rêbazên şerê taybet didin. Li aliyekî roj bi roj tecrîdkirina Îmraliyê girantir dikin, li aliyê din li Rojava û Başûr şer pêş dixin. Li aliyê dîtir jî bi daxwaza girtina HDP’ê û betalkirina wekîlan dixwazin kurdan li dervê siyasetê bihêlin û kurdan di her alî de bê parastin bihêlin. Dema kurd mafê xwe diparêzin an wan davêjin zindanê an jî wan tecrîd dikin.

Mînaka vê yekê ya herî dawî û şênber jî nêzîkatiya îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî Birêz Ocalan û HDP’ê ye. Piştî îdeaya der barê jiyan û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikarên gelê kurd pir zêde bûn. Li ser van îdeayan parêzer û malbatê serî li Serdozgeriya Komarê dan û xwestin bi lez û teqez biçin Îmraliyê û rû bi rû hevdîtin bikin. Pêşengên civakê xwest jî xwestin bi lezgîn parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Malbat û parêzeran gelek caran serlêdan kirin. Lê Serdozgriya Komarê daxwaz bê bersiv hişt.

Birêz Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha heyet nikare biçe Îmraliyê. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha parêzer nikarin biçim Îmraliyê. Malbatê herî dawî di 3’ê Adara 2020’an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Di 22 salan de Birêz Ocalan yekem car di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê axivî. Piştî 11 mehan cara duyemîn di 25’ê Adarê de bi rêya telefonê li Edliyeya Rihayê bi Mehmet Ocalan re axivî. Lê vê carê telefon di deqîqeya 4’emîn de qut kirin.

Li gorî qanûn, hiqûq û destûra bingehîn her girtî xwedî maf e ku her hefte bi rêya telefonê bi malbatên xwe re bi axivin. Her girtî xwedî maf in ku malbatê wan hefteyê carekê biçe hevdîtinên pişt caman. Mehê carekê jî xwedî maf in ku hevdîtinên rû bi rû bikin. Heta berî vîrûsa Covîd-19, malbat dikaribûn her hefte biçin hevdîtinê û her hefte dikaribûn bi rêya telefonê bi girtiyan re biaxivin. Dikarîbûn name, faksan ji hevre bişînin. Lê piştî şewba vîrûsa corona hevdîtina rû bi rû asteng kirin û malbat tenê dikarin bi rêya telefonan biaxivin. Dikarin nameyan ji hevre bişînin. Li ruxmê hemû girtiyên siyasî kêm be jî ji vî mafê hevdîtina girtî, telefon û nameyan sûdê digirin jî, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê bi tu awayî nikarin sûdê ji vî mafê xwe bigirin. Birêz Ocalan 22 sal in tenê di 27’ê Nîsanê de mafê telefonê bi dest xist. Axaftina telefonê ya 25’e Adarê jî nîvco qut kirin û destûr nedan berdewam bike. Dema em li beriya pêvajoyê dinêrin, gelê kurd helwest û sekna xwe ya di Newrozê de pir aşkera û zelal anî ziman. Hêrs û biryara xwe ya li dijî tecrîdê anî ziman.

Bi milyonan kurd di Newrozê de bi yekdengî Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest. Gelê kurd carek din li qadan bi dengekî pir bilind bi biryar û helwestek zelal daxwaza Azadiya Ocalan kirin. Bi yekdengî gotin “Azadiya Ocalan azadiya me ye.”, “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li qadan carek din posterê Ocalan rakirin û li Ocalan xwedî derketin. Gelê Cizîr û Nisêbînê barîkatên polîsan hilweşandin û hêrsa xwe ya li dijî tecrîd, înkar îmhayê anîn ziman. Ciwan piştî pîrozbahiyê meşiyan û ji Ocalan re azadî xwestin. Îktîdara ku ev yek dît û ji nedîtinê hat, li şûna guh bidin daxwazên gel û hevdîtina rû bi rû pêk bîne, daxwazên qel qurmiçandin. Piştî Newrozê bi 4 rojan ji bo vê daxwaza gel a ji bo Azadiya Birêz Ocalan û bertekên gel ên li dijî tecrîdê bitepisîne û wekî gav avêtibe nîşan bide malbat û Ocalan li ser rêya telefona nîvco dan axaftin. Axaftina telefonê jî di nivî de qut kirin. Axaftin qurmiçandin. Bi qurmiçandina axaftina telefonê dixwazin hevî, daxwaz, bertek û helwesta gel biqurmiçînin. Di vir de peyam û helwestek pir taybet û kûr veşarî ye. Axaftina bi rêya telefonê û qutkirina telefonê perçeyeke şerê taybet ê li ser Ocalan û gelê kurd e.

Divê siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî, gelê kurd, akademîsyen, çapemenî, hemû kesên demokrat vê helwesta li dijî Birêz Ocalan û li dijî daxwazên gel baş analîz bike. Eger ev helwest rast û neyên analîzkirin û li gorî wê yekitiyek, helwestek û bertekek xurt dernekeve holê, wekî Birêz Ocalan jî got; “Salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xelet û talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye.”

Birêz Ocalan hemû gelê kurd û hêzên demokrasiyê diparêzin hişyar dike. Ev nîşan dide ku tecrîd bêtir kûr dibe û tecrîd bêtir giran dibe û li ser hemû gelan belav dibe. Divê ev rast bê xwendin û li gorî wê gav bên avêtin.

Nûçeyên Têkildar