Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi sekna fermandar Egîd em ê dijmin têk bibin’

Ji fermandarên HPG'ê Edîp Dersim fermandarê efsanewî Egîd bi bîr anî û wiha got: “Gerîlayên Kurdistanê dê li ser şopa fermandar Egîd tev li pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bibin”

Ji fermandarên HPG’ê Edîp Dersim bi wesîleya salvegera 35’emîn a şehadeta fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji ajansa ANF’ê re axivî.

Fermandar Edîp Dersim, fermandar Egîd û di şexsê wî de şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Gelê kurd bi dehan salan di nava xeweke giran de bû. Gelê kurd gelek caran li dijî vê qederê serî hildan, lê belê ji ber ku yekitî di nava kurdan de tune bû û ji ber gelek sedemên cuda hatin tepisandin. Bi derketina Rêber Apo û PKK’ê re hesabên dewleta qirker pûç bûn.”

Fermandar Dersim destnîşan kir ku di demeke wiha de bi pêşengiya PKK’ê hem li dijî dewleta qirker hem jî li dijî bêbaweriya kurdan guleya yekemîn hat teqandin û ev tişt anî ziman: “Pêşengiya vî şerê gerîla jî hevalê Egîd kir. Tevî ku bêderfetî û bêbaweriyekê mezin di nava gelê kurd de hebû, hevalê Egîd bi biryardarî, wêrekî û baweriyekê pir mezin ev bêçaretiyê şikand û rêya jiyanekê azad ji gelê kurd re nîşan da. Li Kurdistanê kevneşopiya şerê çekdarî û gerîlayê şerker ku nayê binxistin afirand. Hevalê Egîd bi fermandarî, rêbaza xwe ya şer û derb lêdana li dijmin, hevrêtiya rast a li nava PKK’ê de weke pîvan ava kir. Ev pîvan jî heya roja me ya îro ji bo gerîla bû bingeh.”

Serfiraziya gerîla li Garê hat ispatkirin

Edîp Dersim da zanîn ku di pêvajoya jinûve avakirina HPG’ê de ew şêwaza fermandar Egîd ji xwe re dikin esas û wiha dewam kir: “Hevalê Egîd çawa ku bêçaretî qebûl nedikir, çawa afrînerî ji xwe re dikir esas, di roja me ya îro de jî gerîla ji her demê xurtir e. Gerîla bi baweriya xwe ya bilind, bi performanseke xurt li hemberê hêzên dagirker şer dike. Di vê serdemê de dijmin bi teknîk, şerê taybet û îstîxbaratê dixwaze gerîla tune bike û her tim pesna teknîka xwe dide. Lê Rêber Apo jî dibêje ‘Teknîka herî xurt însan bi xwe ye’. Ev di şerê me de bi dehan caran hatiye ispatkirin ku gerîla bi şêwazên afirîner dikare teknîkê pûç bike.”

Fermandar Edîp Dersim anî ziman ku ev rastî herî dawî di şerê Garê de ispat bûye û wiha pêde çû: “Dijmin bi 41 balafiran, bi dehan balafirên keşfê, bi dehan helîkopteran û bi hezaran hêzên xwe yên taybet êrîş kir. Lê li hemberî tîmekê, ango 6 hevalan li bin ket. Vê yekê ispat kir ku ger tîmeke gerîla xwe di her aliyê de birêxistin bike û li gorî şêwazê nû tevbigere, tu hêz û teknîk nikare gerîla li bin bixe. Li ser vî esasî em dikarin gerîla û fermandarên serketinê ava bikin. Ji xwe fermandarê me yê mezin hevalê Egîd jî ev kevneşopî ava kir. Ji niha û pê ve jî gerîlayên Kurdistanê di bin fermandariya heval Egîd de dê tev li pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bibin. Bi vê zanebûnê em ê di sala 2021’ê de hemû hêviyên dijmin bi sekna fedayiyane û ruhê êrîşê yê hevalê Egîd pûç bikin. Li hemû perçeyên Kurdistanê gerîla li ser pêyan e û li hemberî dagirkeriyê şer dike.”

Dem dema şerê gelê şoreşgerî ye

Her wiha fermandar Edîp Dersim di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Eger gelê me di vê dema şoreşê de, bi ruhê hevalê Egîd li dora tevgera azadiyê û gerîlayên azadiyê kom bibe, em dikarin serketinê bi dest bixin, Kurdistana azad ava bikin û Rêberê xwe ji zindanê derxînin. Dem dema şerê gelê şoreşgerî ye. Ciwan û jin jî bi tevlibûna xwe dikarin gerîla xurt bikin. Gelê me li ku derê be divê li dijî dagirkeriyê şer bike. PKK êdî ev ruh di nava gel de ava kiriye. Êdî pêwîst e em bêrûmetiyê qebûl nekin. Li ku derê dagirkerî û qirkirin hebe, her kes dikare li dijî vê şer bike. Eger em bixwazin li welatê xwe azad bijîn, divê em li gorî vê tevbigerin. Însan bi rûmeta xwe însan e. Li benda gerîla mayîn şaş e. Berdel çi be bila bibe, divê her kes ku ji xwe re dibêje ‘ez kurd im, şopdarê şehîdan û fermandar Egîd im’ li hemberê vî dijminê xwînxwar û faşîst şer bike û ji wan re Kurdistanê bike dojeh.

Li ser vî esasî em gerîlayên azadiya Kurdistanê vê sozê didin ku xeyalên şehîdên xwe bibin serî û Kurdistanê ji faşîzmê û dagirkeriyê re bikin gor û tola xwe ya sed salan ji dijminê xwînxwar hilînin. Dîsa em fermandarê xwe yê mezin, hevalê Egîd di salvegera şehadeta wî ya 35’e mîn de bi bîr tînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar