Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbata Şenyaşar: Sûcdar diyar in

Malbata Şenyaşar 20 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta ‘Edaletê’ digire. Serdanên ji bo malbata Şenyaşar jî didomin

Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû, bav û 2 kur qetil kiribûn. Dayik Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hatin kuştin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, li pêş Edliyeya Rihayê nobeta ‘Edaletê’ digire. Çalakiya malbata Şenyaşar 20 roj in didome.

Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe berdewam dike, li ser hesabê medyaya civakî ev agahî parve kirin: “Kargeriya me xera kirin. Nexweşxane kirin gola xwînê. Divê hesab ji qetilkirina li nexweşxaneyê bê pirsîn. Em dizanin sûc teqez e. Sûcdar diyar e. Wekîl û malbata wî ye. Em ê ji bo zarokên xwe edaletê bixwazin û bi edalet bin. Em daxwaza xwe ya ‘Edaletê’ di roja 20’an de berdewam dikin.”

Ji aliyê din ve serdana ji bo malbata Şenyaşar didome.

Serdana Komeleya Pira Gelan

Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kir û wiha got: “Hatina min ji Stenbolê têrê nake. Bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê dikim, divê xwedî li vê malbatê derkevin. Bêedaletî heye, maf, hiqûq tên binpêkirin, êdî li vê dewletê parlamenterî jî bêwate bûye. Gelên Tirkiyeyê hemû divê xwedî li vê nobedê derkevin. Yên ku nikarin werin vê derê divê li bajarên ku lê ne li ber edliyeyê nobedê bigirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar