Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Bayik: Ji bo azadiya Rêbertî divê têkoşîn bê xurtkirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan tu agahî negirtine û wiha got: “Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya wî, divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tev li ‘Bernameya Taybet’ a li Stêrk TV bû û têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir. Di beşa destpêkê ya bernameyê de Bayik li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cejna Newrozê ya ji aliyê bi milyonan kesî ve hate pîrozkirin û berxwedana Garê axivî.

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:

Piştî berxwedana Garê ya dîrokî têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyek hate belavkirin. Abdullah Ocalan ji xwe 23 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Hûn têkildarî îdîayên li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan hate belavkirin dixwazin çi bêjin?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we dixwazim vê bejim; gelê me û dostên me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi rengekî girseyî Cejna Newrozê pîroz kir. Her der kirin qada Newrozê. Bi coş, wêrekî û bi biryar tev lİ Newrozê bûn. Armanc û daxwazên xwe li her qadê anîn ziman. Di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de israr kirin. Bi vê wesîleyê ez careke din gelê Kurdistanê hemûyan û dostên me pîroz dikim, silav û hezkirinên xwe ji wan re radigihînim.

Weke ku tê zanîn li dijî Rêber Apo siyasetek tê meşandin. Ev siyaset ne tenê ya dewleta tirk a faşîst e, ev siyaset ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê meşandin. Dewleta tirk gardiyanê vê siyasetê ye. Siyaseta navborî siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê ye. Li cîhanê li dijî lîderê tu gelî siyaseteke wiha nehatiye meşandin. Li dijî Rêber Apo û gelê kurd siyaseteke taybet tê meşandin.

Dibe ku di dîrokê de li dijî hin lîderan siyaseta psîkolojîk hate meşandin, lê belê tu carî nebû bi qasî siyaseta li dijî Rêber Apo û gelê Kurdistanê. Li Îmraliyê her roj, her saet şerekî psîkolojîk tê meşandin. Rêber Apo gelê kurd ji mirinê vegerand, ji nû ve jiyan da, lewma siyaseteke bi vî rengî li dijî wî dimeşînin. Rêber Apo di heman demê de kurdên azad afirand, jiyaneke azad ji bo gelê Kurdistanê afirand. Lewma tolê ji Rêber Apo hiltînin.

Hêzên navneteweyî jî ji rewşa heyî berpirsyar in

Têkildarî Rêber Apo mijar çi dibe bila bibe, ji bo me cidî ye. Ji bo gelê cidî ye. Ji ber ku li pêşberî me dewleteke welê heye ku li dijî Kurdistanê û gelê Kurdistanê siyaseta qirkirinê dimeşîne. Li aliyê din jî Rêber Apo heye. Ji bo Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne. Lewma her agahiya têkildarî rewşa Rêber Apo cidî tê dîtin.

Dewletek ku li dijî gelê kurd siyaseta qirkirinê dimeşîne, dikare her tiştî li hemberî Rêber Apo bike. Dema ku mirov dîroka dewleta tirk lêkolîn dikin vê yekê dibînin. Gelek gel tune kirin. Her wiha ji bo desthilatdariya xwe, birayên xwe kuştine. Ji ber vê yekê her tişt ji dewleta tirk tê. Ger gelê Kurdistanê, dostên me û tevgera me her agahiyê cidî dibîne, sedem jî ev e. Ne tenê dewleta tirk, ne tenê desthilatdariya AKP-MHP’ê, her wiha hêzên navneteweyî yên ku sîstema Îmraliyê ava kirine ji vê rewşê berpirsyar in. Konseya Ewropayê, CPT, DYE, Îngilistan û Îsraîl ên ku komploya navneteweyî li dar xistin û hemû hêzên piştgiriya wan dikin ji vê siyasetê berpirsyar in.

Gelê me siyaseta li dijî Rêber Apo û xwe qebûl nake. Di Newrozê de jî ev yek bi rengekî aşkera anî ziman. Ev gelekî girîng e. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe, divê gelê me û dostên me têkoşînê mezintir bikin.

Piştî îdîayên li ser rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes daketin qadan. Hûn vê xwedîderketinê çawa dibînin? Li gorî agahiyê, bi Abdullah Ocalan re bi rêya telefonê axaftin çêbûye, lê telefon nîvco maye. Ji bo vê hûn dixwazin çi bêjin?

Piştî ku çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde bûn, dewleta tirk ji ber ku tengav bû serî li taktîkên cuda dide. Mînak, hingî destûra hevdîtina bi Rêbertî re dide. Ev hemû taktîk in. Ji bo şerê psîkolojîk û taybet van taktîkan dikin. Têkoşîna tê dayîn, wan neçar dihêle ku destûra hevdîtinê bide. Eger têkoşîn nebe ne birayê Rêbertî ne jî parêzerên wî dikarin biçin wî bibînin. Her ku tengav dibin bi hevdîtinekê yan jî axaftina bi telefonê dixwazin gel bixapînin û şerê taybet ê li dijî Rêber Apo û gelê Kurdistanê dewam bike.

Niha jî dibêjin ku bi telefonê axivî ne. Ji ber ku Rêber Apo siyaseta bêhiqûqî ya li Îmraliyê anî ziman, telefon qut kirine. Gelê me jî dibêje ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew tiştekî din qebûl nake, a rast jî ev e. Ji ber ku zane bê Rêber Apo ji bo gelê me tê çi wateyê. Heta niha çi bi dest xistibe, bi saya Rêbertî bi dest xistine. Mirovahî îro xwedî li Rêber Apo derdikeve, weke lîderê xwe dibîne. Gelê kurd jî pêşengê xwe dibîne û ji xwe re dike mînak. Yê ku ev pêk anî Rêbertî ye. Siyaseta qirkirinê ya li dijî Rêbertî tê meşandin hem ji aliyê gelê kurd ve hem jî ji aliyê dostan ve baş tê fêhmkirin.

Lewma li dijî vê siyasetê daketin qadan, di azadiya fîzîkî ya Rêbertî de israr dikin. Ne tenê dixwazin tecrîd bi dawî bibe, zanin ger Rêber Apo azad nebe, dê siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê dewam bike. Ji ber ku bi vê zanin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin.

Gelê Kurdistanê û dost di Newrozê de xwedî li Rêbertî derketin

Rêbertî gotibû, ‘Hûn ê çi bikin ji bo xwe bikin, ji bo min nekin. Eger hûn ji bo xwe tiştekî bikin, hingî ez ê li vê zindanê nemînim. Eger li Îmrlaiyê siyaseta qirkirinê tê meşandin, sedem hûn in ji ber ku min kiryarên li dijî we qebûl nekin, xwedî li we derket, min we rakir ser pêyan, kir gelekî mînak li cîhanê û ji ber vê yekê tolê ji min hiltînin. Eger li Îmraliyê li dijî min siyaseta qirkirinê tê meşandin sedem ev e. Eger hûn dixwazin ev bi dawî bibe divê hûn xwedî li xwe derkevin. Ji bo demokrasî û azadiya xwe têkoşînê mezin bikin. Hûn têkoşînê mezin bikin hingî ev siyaseta qirkirinê wê bi dawî bibe’.

Divê gelê kurd û dostên gelê kurd vê yekê ji xwe re bikin esas. Di Newrozê de bi xurtî xwedî li Rêber Apo derketin. Bi wêrekî, bi biryardarî xwedî derketin û diyar kirin ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêbertî tiştekî din qebûl nakin. Di vir de israrbûn gelekî baş e, lê belê divê çalakî dewam bikin. Yanî divê neyê gotin; me ev anî ziman, dinyayê dît, ev bes e. Rast e di Newrozê de pêngaveke dîrokî pêk hat, lê belê divê em vê xurt bikin, bi ser bixînin.

Tevgera me dest bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ kir. 8’ê Adarê, Garê, Newroz gavên girîng ên vê pêngavê bûn. Ji niha û pê ve jî girîng e ev pêngav ê xurtkirin, divê bi ser bê xistin. Ya ku ji gelê me û dostên me tê xwestin ev e.

We got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe gelekî ku li cîhanê bûye cihê hurmetê afirandiye. Peyama ku gelê kurd û dostên wan di Newrozê de dane divê çawa bê nirxandin?

Di Newrozê de gelek peyam hatin dayîn. Ya herî girîng jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî bû. Her wiha peyameke din a ku gelê Kurdistanê bi taybetî gelê kurd da ew bû ku dê li dijî êrîşên dewleta tirk hemûyan li ber xwe bide, wê siyaseta qirkirinê qebûl neke û bi rengekî azad bijî. Dubare kirin ku wê jiyanek ji bilî azad û demokratîk qebûl neke, dewleta tirk çi dike bila bike dê siyaseta qirkirinê red bike û dewlet tu carî nikaribe îradeya wan bişikîne. Gotin, ‘Ya em ê bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn, ya jî em ê vê jiyaneke koledarî ya ku hûn ferz dikin qebûl nekin. Di her şert û mercî de em ê têbikoşin’.

Peyama ku gel di Newrozê de da ne tenê li hemberî dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê bû. Di heman demê de peyam da kurdên xayîn ên bi wan re tevdigerin, yên ku dixwazin li derveyî Rêbertî û PKK’ê gav bê avêtin, her wiha peyam dan hêzên navneteweyî ku dibêjin ‘PKK, Ocalan, gerîla qediyan, hêza wan nema’. Ev peyam jî gelekî xurt bûn. Gelê me di peyama xwe de got, ‘Li derveyî Rêber Apo û PKK’ê gavek nikare bê avêtin, hûn çi dikin bikin hûn nikarin encamê bi dest bixin. Çareserî Rêber Apo û PKK ye. Ji bilî vê rêyeke cuda nîne. Ji ber vê yekê siyaseta we riziya ye, divê hûn dest ji vê siyasetê berdin. Îrade, Rêbertî û daxwazên vî gelî qebûl bikin’.

Di her Newrozê de peyamên gelekî girîng tên dayîn. Li ser dîrok û girîngiya Newrozê hûn çi dixwazin bêjin?

Di dîrokê de Newroz xwedî wateyeke gelekî girîng e. Rabûna li ber zilmê û neheqiyê ye, jiyana bi rengekî azad û bi hev re ye wateya Newrozê. Ji bo gelê kurd wateya Newrozê hinekî din cuda ye. Rast e Newroz ne tenê ya kurdan e, cejna gelek gelan e. Lê ya esasî cejna kurdan e. Ji ber ku yên ku pêşengî ji berxwedana li dijî zilmê re kir kurd in. Bi tifaqa bi gelek gelan re dawî li zilmê anîn, kirin ku her kes azad bibin. Ji ber vê yekê yên ku dixwazin kurdan ji holê rakin, dixwazin Newrozê jî ji holê rakin.

Ji bo gelê kurd ruhê Newrozê winda bike gelek tişt kirin. Bi siyaseta xwe hindik mabû bi ser bikevin, her wiha di nava kurdan de hindik mabû ku Newrozê bidin jibîrkirin. Rêber Apo ev yek dît. Ji ber ku eger tu dixwaze gelekî ji holê rake divê tu destpêkê çanda wê ji holê rake. Çanda gelê kurd jî Newroz bû. Gel xwedî li destanên xwe derdikeve.

Gelê kurd jî, destanên xwe jî hene. Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq bi gelan re tifaq kir û gel azad kir. Eger tu dixwaze gelekî rake ser pêyan, divê tu dîrok û destanên wî gelî ji xwe re bike esas. Rêber Apo ev yek gelekî baş fêhm kir. Ji ber ku encam ji dîrokê derxistibû, li ser van esasan hîmên PKK’ê di Newrozê de danî û gelekî li ber mirinê bû sax kir. Lewma Rêbertî dibêje, ‘Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne’. Rêber Apo dîroka gelê kurd ji xwe re kir esas. Eger hûn vê nekin hûn nikarin gelekî rakin ser pêyan. Eger gelê kurd îro li 4 parçeyan li dijî zilmê û zextê di her şert û mercî de têkoşîna azadiyê dimeşîne sedem ew e ku bi vê rastiyê ve dilsoz e.

Rêber Apo PKK ava kir û bi vî rengî dîrok gihand vê serdemê. PKK bi ruhê Newrozê ava kir, bi wî ruhî têkoşîn xurt kir û gihand vê demê. Piştre jî Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan; Bêrîvan, Ronahî, Sema, Navdar, Serhat, Sînan, Şiyar û gelek hevalên mîna wan nirxên nû li ruhê Newrozê zêde kirin. Hemûyan jî gotin, ‘Divê em agirê Newrozê geş bikin’. Çalakiyên xwe li ser vî esasî li dar xistin. Newroz kirin roja berxwedanê. Vê rewşê ji bo têkoşerên gelê kurd û têkoşerên demokrasî û azadiyê, girîngiya Newrozê zêdetir kir. Newroz li ser bingeha vî ruhî îro tê pîrozkirin.

Ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê gelê me bi xurtî û bi coş tev li Newrozê bû û daxwazên xwe anî ziman. Newroz ji bo gelê kurd tê wateya nîşandana îradeya xwe. Newrozan hemûyan ev yek nîşan da. Peyama, ‘li gorî daxwazên me nêzî me bibin’ dan cîhanê. Dibêjin ku ew nêzîkatiyeke ji bilî vê qebûl nakin. Ji bo gelê kurd êdî tu wateya sînoran û parçebûyînê nîne. Ji ber ku gelê kurd bi têkoşîna xwe, her wiha di vê Newrozê de jî ragihand ku ew neteweyek e. Parçe parçe, ji hev cuda nîne. Her wiha tevî ku dagirker hewl didin kurdan bera hev bidin jî ispat kir ku ev gel êdî parçe nabe, ev gel bûye yek.

Li dijî faşîzma dewleta tirk gelê kurd têkoşîneke girîng dimeşîne. Dewleta tirk jî li hemberî ciwan û jinên kurd polîtîkayên qirêj dewam dike. Hewl dide li nava civakê sîxurî, fihûşê û narkotîkê belav bike. Ji bo gel karibe xwe ji van biparêze divê çi bike, di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Dewleta tirk li dijî tevgera me tasfiyeyê, li dijî gelê me jî qirkirinê dimeşîne. Ji bo vê jî gelek gav avêtin. Derfetên Tirkiyeyê hemû li ser vê bingehê bi kar anîn û xwestin encamê bi dest bixin. Ji ber ku zanin, heta ku PKK’ê tasfiye nekin nikarin gelê kurd û hêzên demokratîk ên li ber faşîzmê radibin tune bikin. Lewma derfetên xwe hemû bi kar tîne û dixwaze kurdan û Kurdistanê ji holê rakin. Bi pêkanîna vê yekê dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Ji ber ku zane, ger gelê kurd tune neke wê nikaribe li ser desthilatdariyê bimîne.

Li Tirkiyeyê qanûna mayina li ser desthilatdariyê li ser bingeha dijminatiya li kurdan, dijminatiya li gelan ava bûye. Yên ku vê siyasetê qebûl nakin, yan jî qebûl dikin lê nikarin bi cih bînin, ya jî bi cih tînin lê nikarin bi ser bikevin, nikarin li ser desthilatdariyê bimînin. AKP-MHP bi vê yekê baş zane. Lewma ji bo civakê ji civakîbûnê derxîne çi ji dest tê dike. Li dijî PKK’ê û civaka kurd siyaseteke hovane dimeşînin, sedem jî ev e.

Niha çend dayik, çend malbat bi zorê birine ber deriyê HDP’ê ya li Amedê. Gefê li wan dixwin û dibêjin, ‘Eger hûn neçin ber deriyê HDP’ê û bang li zarokên xwe nekin em ê we bigirin, bixin zindanê, hûn ê ji karê xwe bimînin, her wiha em ê we bikujin. Ji bo vê jî hin daxwazên me qebûl bikin. Wê demê em ê kar bidin we, pere jî bidin we, xwedî li we jî derkevin’. Siyaseteke ewqasî qirêj dimeşînin.

Kurdistan kirine zindaneke vekirî

Her wiha giranî daye ser karên sîxuriyê. Destpêkê li ser malbatên şehîdan, gerîla û girtiyan disekinin. Bi ser malbatên welatparêz û xebatkar ve diçin. Bi rengekî cuda bi ser wan ve diçin û ji wan re dibêjin, ‘Ya hûn ê sîxuriyê ji me re bikin, ya jî em ê nehêlin hûn bijîn. Em ê we bigirin, bixin zindanê, birçî bihêlin, yanî em ê jiyanê li we biherimînin’.

Fihûşê jî bi rengekî bê sînor dikin. Leşker, polîs, karmendên xwe yên fermî li dijî jin û keçên kurd bi kar tînin. Bêexlaqiyê ferz dikin. Her wiha eroîn, dizîtî û birçîbûnê ferz dikin. Li dijî kurdan bi her awayî zextê dikin. Dest datînin ser destkeftiyên kurdan hemûyan ên di hilbijartinê bi dest xistine. Hilbijartiyan digirin û bi sedan salî ceza li wan dibirin. Saziyên kurdan digirin. Bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarînin, bendavan çêdikin, cografyayê dişewitînin. Yanî Kurdistan kirine zindaneke vekirî. Jiyan li gelê Kurdistanê bi taybetî li kurdan herimandine. Dibêjin, ‘Ya hûn ê teslîm bibin û xizmetê ji me re bikin, ya jî em ê destûrê nedin ku hûn bijîn’. Siyaseteke bi vî rengî ya qirêj dimeşînin. Li cîhanê gelek desthilatdarî yên li ber xwe radibin digire, lê belê li tu welatî mîna li Kurdistanê girtin nîne. Bi hezaran mirov girtî ne. Li dijî gelê kurd zext û siyaseta talanê dimeşînin. Dest datînin ser mal û milkên gelê kurd. Dagirker bi piştigriya modernîteya kapîtalîst û kurdên xayîn û noker, dixwaze kurdên ku serî li ber wan natewîne ji holê rake. Vê yekê jî venaşêre.

Li tevahiya cîhanê gel bi nasname, zindan û çanda xwe dijîn. Lê ya gelê kurd nasnameya wan jî nayê qebûlkirin. Yên ku dibêje ‘ez kurd im’ digirin ya jî dikujin. Dixwazin kurdan bi temamî ji holê rakin. Gelê kurd vê siyasetê qebûl nake, ji xwe qebûl nake. Li ber vê siyasetê radibe. Di Newrozê de ev yek li her derê nîşan da. Ji tevahiya cîhanê re ev peyam dan; ‘Hûn nikarin me teslîm bigirin, em jiyaneke bi koledarî tu carî qebûl nakin. Em ê bi Rêberê xwe bi rengekî azad bijîn’.

Yên ku herî zêde xwedî li kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê derdikevin gerîlayên Kurdistanê ne. Li çiyê jî pîrozbahiyên bi coş pêk hatin. Wate û peyamên van pîrozbahiyan çi ne?

Dewleta tirk a faşîst hewl da li Garê planeke mezin bi cih bîne. Xwest derbeke mezin li PKK’ê bixe û siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bi ser bixîne. Lê belê li Garê derbeke giran xwar û têk çû. Derba ku li Garê xwar, desthilatdariya AKP-MHP’ê hejand. Erdogan neçar ma ku bêje, ‘Me encam bi dest nexist, lê belê berpirsyarê vê ez nînim, dewlet e’. Yanî xwest ku berpirsyariya têkçûnê bixe stuyê hin kesan. Halbûkî yên ku biryara vê dan Erdogan û Bahçelî ne. Berpirsyarê vê têkçûnê ew in. Nikarin ji vê berpirsyariyê birevin. Xwestin ku muxalefetê jî bikin şirîkê xwe.

Cara yekem muxalefet nebû şirîkê wan. Ji ber ku dîtin ku têkçûneke mezin heye. Ji ber ku muxalefet nebû şirîk, vê yekê bandoreke gelekî nebaş li Erdogan û Bahçelî kir. Destana Garê ne tenê bandor li wan kir, her wiha bandor li muxalefeta Tirkiyeyê jî kir. Lewma yekemcar bi rengekî wêrekî li ber Erdogan rabûn. Berxwedana Garê bandor li gelê me jî, gelên Tirkiyeyê jî, parçeyên din ên Kurdistanê jî kir. Tirsa ku dewleta tirk berdabû nava gel, hate şikandin.

Her wiha berxwedana Garê derbeke mezin li hin hêzên li qadê xist. Dewleta tirk a faşîst sibê êvarê propaganda dikir, digot; me ewqas gerîla kuşt, dawî li wan hat, her wiha dem jî diyar dikirin, digotin; bandora Ocalan li ser partiyê nemaye, hêza PKK’ê nemaye. Vê propagandayê bandor li hinekan dikir. Dudil bûn; digotin gelo rast e yan na. Berxwedana Garê derb li vê siyasetê jî xist. Her kesî hêza Rêber Apo û PKK’ê dît. Di Newrozê de jî ev yek bi rengekî zelal xuya kir. Yanî siyaseteke bi temamî derewîn dimeşînin. Ev yek aşkera bû.

Berxwedana Garê bandoreke mezin li gelê Başûr jî kir

Bi taybetî li nava siyaseta Başûr tirsek li hemberî tirkan hebû. Yanî digotin; kes nikare li ber tirkan bisekine. Ji ber ku dewleta tirk li hundir û derve gelek tişt kiribû. Lê belê berxwedana Garê ev tirs şikand. Di nava gelê me yê Başûr de tirseke wiha tune bû, dixwest ku siyaseta Başûr jî li ber dewleta tirk rabe. Hem bexwedana Garê, hem 8’ê Adarê hem jî Newrozê bandoreke mezin li gelê me yê li Başûr kir.

Li Bakur hin hêz û derdor di bin bandora propagandaya AKP’ê de mane. Ji wan hebû ku PKK lawaz bûye û li derveyî PKK’ê û Rêber Apo dikarin çareseriyekê peyda bikin. Hinekan hesabê vê yekê dikirin. Lê belê wan jî derbeke mezin xwarin. Dîtin ku tişta xeyala wê dikin nepêkan e. Ji ber ku Rêber Apo, PKK, gerîla û gel bûye yek. Azadiya Rêbertî û azadiya gel bi hev ve girêdayî ye. Careke din dîtin ku gelê Kurdistanê bi Rêber Apo, PKK û gerîla re ye. Lewma yên ku dixwestin siyaseteke bi dewleta tirk ve girêdayî bimeşînin derb xwarin.

Hin hêzên navneteweyî yên digotin, ‘ji bo kurdan em çima navbera xwe bi AKP’ê re xera bikin’, piştgirî didan AKP’ê. AKP’ê çi kir, wan ji nedîtî ve hat. Ji ber ku ji wan hebû ku alternatîfa AKP’ê nîne. Halbûkî di 8’ê Adarê de, li Garê, li Newrozê dîtin; bêalternatîf nîne. Lewma bawer dikim ku Newroz wê bandorê li van hêzan jî bike. Wê nikaribin nêzîkatiyeke mîna berê li hemberî Rêbertî, PKK’ê û gelê kurd nîşan bidin. Ji ber ku gelê kurd peyameke zelal da.

Garê serdemeke nû da destpêkirin

Berxwedana Garê serdemeke nû da destpêkirin. Li ser vê yekê di 8’ê Adarê de tevgera jinan gavek avêt, di Newrozê de ev gav gihîşte asteke cuda û pêvajoyeke nû dest pê kir. Careke din aşkera bû ku gerîla nebe demokrasî û azadî nabe. Ji ber ku gerîla di her şert û mercî de hêza demokrasî û azadiyê ye. Hem ji bo civakên bindest hem jî ji bo hêzên demokrasiyê. Garê kir ku ev yek careke din bê fêhmkirin.

Bi taybetî hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin, dîtin ku ev têkoşîn bêyî Rêber Apo, PKK, gerîla û gelê kurd nabe. Têkoşîn li aliyekî, ger Rêber Apo, PKK; gerîla û kurd nebin dê derbên gelekî mezin bixwin, wê nikaribim sax bimînin. Ev yek bi berxwedana Garê û Newrozê aşkera bû. Lewma di Newrozê de hem ji bo gelê me hem jî ji bo tevgera me serdemeke nû dest pê kir. Ji ber vê yekê divê em pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ xurtir bikin.

Divê em wê berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Garê û şehadetan baş fêhm bikin. Divê em her hevalên şehîd bûne baş fêhm bikin. Ji ber ku ew hem ji bo gelê me hem jî ji bo mirovahiyê nirxên gelekî mezin in. Em wan nirxan çiqasî baş fêhm bikin, em ê armancên wan ewqasî zû bi ser bixîn. Çavkanî: ANF / BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar