Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Şehîdên 28’ê Adarê hatin bibîranîn

Şehîdên Serhildana 28’ê Adarê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Di sala 2006’an de li Zozanên Şênê yên Mûşê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. Piştî qetilkirina gerîlayan di 28’ê Adarê de gel serî hildabû. Di vê serhildanê de 7 jê zarok û 14 kes ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin. Şehîdên 28’ê Adarê bi bernameyeke hatin bibîranîn.

Bîranîn li ser gorên Abdullah Dûran, Tarik Ataykaya û Mehmet Işikçi yên li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bîranînê bûn.

Wekîlê hevserokên HDP’ê ya Amedê Îrfan Soner, di bîranînê de axivî û bal kişand ser gotina serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ê gotibû ‘Jin jî be, zarok jî be ya pêwîst dê bê kirin’ û diyar kir ku piştî vê gotina Erdogan 7 jê zarok 14 kes hatin kuştin û wiha axivî: “15 sal bi ser vê bûyerê re derbas bûn. Ligel vê yekê jî bersûc hîn nehatine cezakirin. Ma kesên hatin qetilkirin ne mirov bûn ku hesab ji tu kesî nehat pirsîn? Zarok jî kuştin. Malbat êdî dixwazin edalet bê bicihanîn. Divê ji bo her kesî edalet pê bê. Bila faîl bên cezakirin, ên jiyana xwe ji dest dayîn jî rehet rakevin.”

Endam û rêveberên partiyan, piştî axaftinê, qerenfîl danîn ser gorên Abdullah Dûran, Tarik Ataykaya û Mehmet Işikçi yên di bûyeran de jiyana xwe ji dest da bûn.

Dûre bîranîn bi xwendina duayan bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar