Li ser Peymana Stenbolê gelek nîqaş tê kirin, dê demek dirêj hîn li ser vê peymanê nîqaşên dûr û kûr bên kirin. Di 20’ê adara 2021’an de li Tirkiye bi biryara Serokkomar ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji Peymana Stenbolê xwe vekişand. Jixwe ji hêla AKP-MHP’ê ve demeke dirêj e nîqaşa betalkirina Peymana Stenbolê hebû. Li Tirkiyeyê êdî hemû zagon gorî xwestekê Erdogan ango’yek kesekî’ tên çêkirin an jî guherandin. Dema hêzek li hemberî van kiryarên ne demokratîk dengê xwe bilind dikin, ev hêz û kesan dibin hedefa Erdogan û rejîma wî.
Lê ya xuyaye ev peyman ji hêla civakê ve jî nehatiye fêmkiririn. Wê rojê, min di medyaya civakî de vîdeoyek temaşe kir û ez matmayî mam. Çawa dibe ku ev peymana ku ji bo pêşî li kuştinên jinan, şîdeta nav malê, pêşî li tacîz û tecawizê digre, hîn evqas şaş tê ziman. An jî ji hêla civakê de nehatiye femkirin.
Ev peyman çi ye? Di naveroka wî de çi heye?
‘Peymana Konseya Ewropayê ya Tekoşîn û Pêşîgirtina Tundiya li ser Jinan û Tundiya di nav malê de’ ye.
Pêşnûmeya Peymanê di civîna 1111’an a civîna Cîgirên Wezîrên Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê, di 7’ê Nîsan 2011’an de hate qebûlkirin. Kongre ji bo îmzeyê di civîna 121´an a Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê de, di 11´ê Gulana 2011´an de li Stenbolê hate lidarxistin û vekirin. Ji ber ku di 11´ê Gulana 2011´an de li Stenbolê ji bo îmzeyê hate vekirin, ew wekî “Peymana Stenbolê” tê zanîn û di 1´ê Tebaxa 2014´an de ket meriyetê. Tirkiye, di 11´ê Gulana 2011´an de ev peyman wek yekem welat îmze kir û di 24´ê Mijdara 2011´an de yekem welat bû ku li parlamentoyê erê kir. Belgeya erêkirinê di 14’ê Adara 2012’an de ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re hate şandin. Ev ji hêla 45 welatan û Yekitiya Ewropeyê ve ji di Tîrmeha sala 2020’an ve hate îmzekirin û 34 ji welatên îmzeker hat pejirandin.
Peymana Stenbolê jinan, zarokan, kal û pîr, kesên astengdar, koçber û penaber, LGBT+’an bi kurtasî her kesî li hemberî tundiya nav malê, tundiya fîzîkî, cînsî û aborî diparêze.
Ev peyman jinan ji tundiya ku ji aliyê hevser, hevserê berê, partner, bira, bav û ferdê malbatê yên din diparêze. Jinan li kargehan, ji tundî û tacîza patron, li qereqolan ji tundî û destdirêjiya polîs bi zagonî diparêze. Her wiha li kuçe û kolanan jî bi taybet jinan ji tundiya mêran diparêze. Peymana Stenbolê destûr nade ku jin, jinên ciwan bi darê zorê bên zewicandin û li hemberî zewicandina zarokan derdikeve. Ev peyman hewl dide pêşiya kuştinan bigire. Nahêle jin di bin navê namûs, adet û kevneşopiyan bên qetilkirin.
Ev peyman, peymana wekheviya cinsî ya civakêye û mafên mirovan diparêze.
Em dikarin bêjin ev peyman ji hêla dewleta tirk ve nehatiye pêkanîn. Di dema desthilatdariya AKP´ê de herî kêm 7800 jin hatine qetilkirin. Mirinên bi guman her sal zêde dibin. Ji destpêka sala 2021’an wir ve gorî daneyan 87 jin hatine qetilkirin.
Roja şemiyê jina 17 salî ya ku ducanî ji hêla hevjinê xwe ve li Îzmîrê hat qetilkirin. Rojane 3 jin li Tirkiyeyê tên qetilkirin. Ev pirsgirêka me hemûyane. Her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê li hemberî kuştinan, li hemberî tundiyê, sekna xwe nîşan bide.
Civak divê xwe biguherîne. Ev civaka ku xwe bi xwe dikuje, bi vê hişmendiyê nikare bibe civakek demokratîk û wekhev. Gorî hemû zagonên cîhanê mafê her kesekî jibo jiyanek azad heye. Lê mafê zarokan, yên jinan, yên astengdaran, yên kocber û LGBT +´an hwd. tên binpêkirin. Ev ne ji rêzê ye û divê neyê qebûlkirin.
Hikûmeta AKP-MHP´ê ji bo serdestiya xwe hemû dek û dolaban dikin. Zagonan li gorî parastina tecawizkaran, tacîzkaran çêdikin. Bi vê yekê jinan dikin hedef. Ew mêrên ku tundiyê bikar tînin bêtirs li kolanan digerin. Kesên ku destavêtine zarokan, nehatine cezakirin. Mînak Weqfa Ensar dest avêt 45 zarokan. Gelek sazî û dezgehên weke din, nehatin darizandin û wezîrê malbatê Sema Ramazanoglu, bi parastineke dûrî aqilan got; ‘bi carekê tiştek nabe.’
Ji ber vê yekê dibê jin xwe bêhtir birêxistin bikin û xwe bi xwe biparêzin. Dev ji destketiyên xwe bernedin û ji civakê re pêşengiyê bikin. Civaka azad bi perwerdehiyê ava dibe. Ji bo jiyanek azad, divê wekheviya cinsî li seranserê cîhanê were qebûlkirin. Ev jî bi perwerdehiyê çêdibe. Jin li her derê ne û natirsin, bêdeng namînin û ji tu kesî re serî natewînin.