Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Diyaloga kurdî-kurdî dest pê kir

PYNK’ê ragihand ku diyaloga kurdî-kurdî destpê kir û destnîşna kir ku hindik maye ku bigihêjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke kurdî ya bilind û giştî derkeve holê

Navenda Nûçeyan |

Pariyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) îro li ser bangewaziya Fermandarê Giştî yê HSD`ê Mezlûm Ebdî ya ji bo berdewamkirin danûstandinên di navbera wan û Encumena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PYNK`ê de hat diyarkirin ku diyaloga kurdî-kurdî ya di navbera wan û ENKS’ê de, bi înîsiyatîfa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokatîk General Mezlûm Ebdî û bi çavdêriya yekser a Amerîkayê, diyaloga kurdî-kurdî dest pê kir û wiha hat gotin: “Derdorên kurd û kurdistanî û hevalbendên navneteweyî pêşwaziya vê yekê kir. Serkeftina vê diyalogê ji bo xurtkirina îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke wê ya girîng heye. Ev yek dê bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê bi giştî. Diyaloga kurdî-kurdî gava yekemîn a diyaloga niştimanî ya giştî ye. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku di vê qonaxê de rastî me hatine jî, lê belê PYNK û ENKS’ê li ser gelek mijaran li hev kirine.”

Tê diyarkirin ku hindik maye ew bigihîjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke kurdî ya bilind û biryara siyasî ya serbixwe derkeve holê û bi vî awayî hêvî û xewnên gelê kurd da ku doza wî ya heq li qada neteweyî û navneteweyî bê temsîlkirin. Her hat bibîrxistin ku serkeftina vê diyalogê ji bo doza niştimanî û neteweyî stratejîk e û dê bidome.

Banga li çapemeniya kurdî

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PYNK pabendî lihevkirinên berî niha ye û di heman demê de bang li hemû hêzên kurdî, kurdistanî, neteweyî û hevalbend kir ku ji bo piştgiriya diyalogên PYNK û ENKS’ê hewl bidin. Her wiha bang li dezgehên çapemeniya kurdî hat kirin ku divê her du aliyan nêzî hev bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar