PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Bîlançoya operasyona Holê: 53 DAIŞ’î hatin girtin

Li gorî bîlançoya 3 rojan a operasyona Kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê meşandin, 53 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 3’an a Operasyona Ewlekarî û Mirovî de ya li Kampa Holê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin. Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Gabrîel Kîno, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Ewînar Dêrik di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Daxuyaniya hêzên ewlekiriyê wiha ye:

“Li ser esasê erka me ya mirovî, qanûnî û exlaqî, hêzên me di 28’ê Adarê de bi desteka HSD, YPG û YPJ’ê li Kampa Holê Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ dan destpêkirin. Operasyon piştî ku gelek şêniyên kampê ji aliyê şane û endamên DAIŞ’ê yên li kampê veşartî ve hatin kuştin, her wiha piştî hewldanên çeteyan ên belavkirina fikrê terorîst û tundraw di nava zoarkên biçûk de, hat destpêkirin.

Piştî du rojan ji destpêkirina operasyonê em teqez dikin ku em pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin. Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin. Di du rojên bihurî de û heta niha 53 çeteyên DAIŞ’ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.

Niha, em ji we re teqez dikin ku zêdetirî 5 hezar endamên me yên beşdarî operasyonê bûne, bi ruhekî berpirsiyar kar bikin da ku aramî û ewlehiyê ji şêniyên kampê û bi taybetî ji zarokan re vegerînin û wan ji xeteriya fikrên terorîst rizgar bikin.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em teqez dikin ku heta tunekirina terorîstan li kampê, wê operasyona me dewam bike. Em destnîşan dikin ku Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja sêyemîn de bêyî astengî yan pirsgirêk ku bibin sedema derengmayîna operasyonê, bi rêve diçe.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar