Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye’

Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî diyar kir ku dê teslîm nebe û wiha got: “Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye. Em bikevin girtîgehê jî em ê bêjin divê ev al nekeve erdê.”

Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî ku parlamenteriya wî hat betalkirin, çalakiya xwe ya ‘Nobeta Edaletê’ di roja 14’emîn de li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam dike. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana Gergerlîoglû dê di 31’ê adarê de lêkolîn bike. Tê payîn Gergerlîoglû roja çarşemê yanî sibê daxuyaniyek bide û dawî li çalakiya xwe ya nobetê bîne. Gergerlîoglû yê ku teslîmbûnê red dike dê li mala xwe li bendê ku werin wî bibin girtîgehê.

Gergerlîoglû diyar kir ku AYM sibê hem li ser doza vekirina girtiya partiya wî HDP’ê û hem jî li ser serlêdana wî ya takekes lêkolîna ewilî dike û lêkolîna her du dozan jî manîdar e û anî ziman ku îktîdar ji ber serkeftin û stratejiya HDP’ê dixwaze bi operasyonên wiha tolê ji wan hilde.

AYM li benda çi ye?

Gergerlîoglû destnîşan kir ku heke AYM bixwaze dikare pir di demek kin de biryarê bide û wiha got: “AYM çima tavilê biryar nade. Biryarek dikare di 5 deqîqeyan de bide li holê heye. Teqez ez li benda biryarek erênî me lê belê hêj nade. Şerma ewil ew e ku di 17’ê adarê de parlamenteriya min betal kirin. Şerma duyem jî binçavkirina min bû. Şerma sêyemîn jî di rojên pêşiya me de şandina min a girtîgehê ye. Qet nebe AYM dikare pêşî li vê şerma sêyemîn bigire. AYM hêj li benda çi ye?”

‘Ez ê di zindanêde jî nobetê bidomînim’

Her wiha Gergerlîoglû anî ziman ku ew bikeve girtîgehê jî dê bêdeng nemîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê yên li pişt min jî vê alê li erdê nehêlin. Em teslîm nabin. Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye. Gelê kurd, parêzvanên mafê mirovan û civaka demokrat a Tirkiyryê tu demê teslîm nebûye. Ji ber min mafê însanan û gelê kurd parastin îro vê tiştê tînin serê min. Me ji karê me biavêjin jî, wekîliya ku xelkê me diyarî me kiribû betal bikin jî, me biavêjin zindanan jî em ê teslîm nebin. Wî wêneyê zordestiyê yê di meclisê de wan bi xwe girt. Roja çarşemê ez ê çalakiya xwe bi dawî bikim. Roja dawî ez ê li ba malbata xwe bim. Ez ê li benda wan bisekinim ku werin min bibin. Min biavêjin zindanê jî ez ê Nobeta Edaletê bidomînim. Em di zindanê de bin jî em ê bêjin ku pêwîst e ev al nekeve erdê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar