Hikûmeta Iraqê demek beriya niha bi hinceta pêkanîna peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê, gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû û xwestibû ku heta 1’ê Nîsanê hemû hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derxînin. Li ser vê yekê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) 25’ê Adarê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), saziyên sivîl, rûspî û oldaran re civiya. Di encama civînê de bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku dijî gefan biryara berxwedanê hatiye dayîn û peyama ‘Me heya niha her rêbaza çareseriyê esas girt û ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz dikin ku serî li rêya şer nede. Lê ger ew di şer de israr bikin, em ê jî liber xwe bidin.’ dan.
Li ser biryara MXDŞ’ê, jinên Şengalê jî ji bo parastina deskeftiyên xwe yên 7 salan dest bi perwerdeya çekan kirin.
Jinên ku di her kêliyekê de balê dikişînin ser fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, dibêjin ku ax, bawerî û çanda wan di bin gefan de ye, her roj li ser wan plan û listikên qirêj tên meşandin, lewma ew jî wek jin, ji bo ku careke din di fermanan de tune nebin, pêdivî bi perwerdeya çekan dibînin.
‘Me gelek êş kişand, divê em xwe biparêzin’
Yek ji jinên ku perwerdeyê dibînin Nazê Şengalî ye. Cara yekem e perwerde dibine, lê dema çekê dide milê xwe, bêtirs, jixwe bawer û wekî pisporan tevdigere.
Êş û janên ku jinên êzidî di dema fermanê de dîtine, hêrsa jinan gelekî mezin kiriye û êdî bi awayekî jixwe bawer biryar girtine ku xwe bi xwe biparêzin. Ji gotinên Nazê jî ev yek baştir tê fêmkirin.
Nazê ji gundê Sibayê yê Şengalê ye û şahidiya qetilkirina jinan, koçberî, birçîbûn û gelek êşan kiriye. Dema behsa wan kêliyan dike weke ku careke din bijî, gotin di qirika wê de asê dimîne û nikare bidomîne.
Wiha dibêje Nazê Şengalî: “Em îro bi hevalên xwe re hatine perwerdeya çekan. Em jin vê yekê ji xwe re pêwistî dibînin. Ji ber ku me weke gelê Şengalê fermanek mezin dît, bi taybet jinan di vê fermanê de êşên mezin kişandin. Ji bo ku em dawî li fermanan bînin divê em tev xwe perwerde bikin û li ber dijminên xwe bisekinin.”
Nazê Şengalî, careke din fermana 2014’an bi bîr xist û ev tişt anî ziman : “Ez dixwazim qala fermanê bikin da ku herkes bizane ka çima jinên Şengalê perwerdeya çekan girîng dibînin. Destpêkê ez li gundê Sibayê bûm. Berî fermanê gotin bila zilama werin çeperan, zilam tev çûn tenê zarok û dayik man. Rojek sere sibehê em rabûn me dît DAIŞ bi ser gund de girtiye, yên revîn reviyan, ên din jî ketin destê wan hovan. Gule li me jî direşandin, min bi xwe bi van çavan dît çawa jinek li pêş çavên zarokên wê kuştin. Lê tiştek ji me nehat û em reviyan. Piştre em hatin gundê Sikêniyê, me nezanî di wê tariyê de bi serê zarokên me hatiye. Em ji wir jî hatin çiyayê Şengalê. Di çiya de em 7 rojan bê av û bê xarin man. Zilaman bi çekên kêm ên di malan de şer dikirin, yên din hatin kuştin, hinek reviyan.”
‘Gotin dê heval bên’
Nazê balê dikişîne ku ger di dema fermanê de jinan bikaranîna çekan zanîbûya, wê karîbana parastina xwe bikin. Nazê da zanîn ku di dema reva ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de, li bin darekê rawestiya bûn û ji wan re hatiye gotin ku dê heval bên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me heval nas nedikirin, lê digotin ‘wê parastina me bikin’. Birastî jî wisa kirin. Ger ne ji hevalan ba wê yek ji me jî nemaba. Em heya gundê Kersê meşiyan, yên nedikarîn bimeşin jî li tirimpêlên xwe siwar dikirin, av û nan didan kesên ku ji taqet ketibûn. Heya Digurê em meşiyan. Li wir bi karnasê gule li me reşandin û ez li newalekê werbûm, pişta min êşiya ji wir şûnde min nekarî bimeşim. Ji kersê heya Rojava em bi şîr û pîrên xwe re meşiyan. Her kêliyek wê demê ji bo me bi êş û zor bû.”
Nazê Şengalê ku şahidiya berxwedan, têkoşîn û jinûve avakirina Şengalê jî kiriye, hêvî û hêzek mezin girtiye. Bi gotineke din ji êş û azaran hêzek xurt derxistiye, baweriya wê xurt bûye û dibêje ku li Şengalê jin bi armanca parastina hebûna xwe û civakê bêyî rawestan xwe di her warî de perwerde dikin.
Baweriya bi kesên bûne sedema fermanê naynin
Di axaftina xwe de Nazê Şengalî careke din bal dikişîne ser xiyaneta ku wan hatiye kirin û wiha dibêje: “PDK tenê nereviya, ew bû sedema mirina ewqas kesan jî. Hîn DAIŞ nehatî ji me re gotin ‘bikevin malan, derên xwe bigirin bi tu deran ve neçin em ê we xelas bikin.’ Lê peyre me dît ne hikûmeta Iraqê ne jî PDK li Şengalê nemaye, tev reviyan, em jî bi wî şêweyî ketin destê DAIŞ’ê. Eger gotiban ‘birevin’ ewqas mirov şehîd nediketin, wê ew jî weke me çûbana serê çiyê. Beriya fermanê me baweriya xwe bi PDK’ê dianî, lê me dît ku derewan dikin, ji ber wan ferman qewimî. Piştî wê fermanê bila hêvî nekin ku em ji wan bawer bin, em tenê û tenê ji zarokên xwe, ji hêza xwe bawer dikin.”
‘Em ê xwe biparêzin’
Her wiha Nazê da zanîn ku ew wekî jinên Şengalê dixwazin herkes vê yekê bizane ku ew xwe perwerde dikin da ku fermaneke din nejîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me negotiye em ê bi dewletê re şer bikin, lê kîjan dewlet û hêz li ser me planan bike û bixwaze me tune bike, yan jî destkeftiyên me qebûl neke, em wan bêbersiv nahêlin, em ê li ber xwe bidin. Bangawaziya min li tevahî jinan heye ku xwe perwerde bikin û bi taybet xwe nespêrin zilaman. Me di fermanê de jî dît ka çiqas jin hatin kuştin û firotin. Ji bo wê divê jin xwe bike hêz û xwe perwerde bike, li ser lingên xwe bisekine.” ŞENGAL