Di çarçoveya çalakiyê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi pêşengiya Kongreya Starê li Kobanê pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin. Pêşangeha pirtûkan bi pêşengiya Kongreya Star û alîkariya TEV-DEM, Yekitiya Rewşenbîran li eywana semînerê ya navenda Kongreya Star hat lidarxistin. Rêveberiya Xweser, Kantona Kobanê, Kongreya Star, endamên meclisan û gelek endamên saziyan beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de pirtûkên Abdullah Ocalan û dora 200 pirtûkên ku ji aliyê nivîskaran ve li ser Abdullah Ocalan hatine nivîsandin, cihê xwe di pêşengehê de girtin. KOBANÊ