Navenda Nûçeyan |
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serdanek fermî berê xwe da Erebistana Siudî. Ji beriya Kazimî ji Bexdayê birêkeve, li ser Twîtterê peyamek belav kir û wiha got: “Armanca serdanê xurtkirina peywendiyên li gel welatên cîrane û bingehê temamkirina mijarên peywendîdar ên her du welatan e.”
Di hefteya derbasbûyî de Kazimî di hevdîtinek bi rêya online de li gel serokê Erebistana Siudî de piştgiriya xwe ji bo pêşengtiya Erebistanê ya ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê nîşan dabû.