Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK’ê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî û got ku dê bêrîkirina wan Kurdistana azad pêk bînin

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 74’emîn a darvekirinê ya Qazî Mihemed û hevalên wî de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Beriya niha bi 74 salan Qazî Miheed û hevalên wî li Mahabatê, Meydana Çarçirayê hatin darvekirin. Em şehîdên xwe ku ji bo jiyaneke azad a gelê Kurdistanê têkoşiyane bi hurmet û minet bi bîr tînin, em bawerî pê tînin ku bêrîkirina wan Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk dê biçe serî.

Komara Kurd a bi navenda Mahabatê ku 1946’an hate damezirandin dixwest ku di nav sînorên Îranê de xweser be. Lê dewleta Îran ku ket ber bayê fikra milliyetgirî û netew-dewletî ya modernîteya kapîtalîst êrîş bir ser vê daxwazê û wiha bersiv da. Li dijî vê êrîşê dema ku desteka derveyî jî nehat, ku ev destek dihate payin, Komara Mahabadê hilweşiyaye û rêveberên wê hatine darvekirin.

Darvebûna Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Seyîd Riza ya bi hevalên xwe re, di dîroka Kurdistanê de birîneke nekewiyayî ye û her wiha ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tije ders e. Heke îro têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li ser xeteke rast be, ev dersgirtina ji têkiliyên polîtîk ên wê demê û şêwaza têkoşînê ya wê demê ye. Têkoşîna wan îro di têkoşîna Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo de tê jiyîn.

Sedsala 20’an di serî de li Tirkiye, li nav wan dewletan ku serweriya xwe li Kurdistanê dikirin fikra netew-dewletiyê geş bûye. Li bara vê, bi milliyetgiriyê ku terisîna wê ya li ser neteweyên çewisandiye, dihate xwestin ku rizgariya neteweyî bi cih bînin. Lê van du fikran pirs çareser nedikirin, dixitimandin. Rêber Apo ev rastî bi berfirahî ji hev xist û feşkiland, danî holê ku stratejiya herî rast jiyana azad û demokratîk a kurdan li ser hîmê demokratîkirina Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ye. Ev stratejiya ku Rêber Apo ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê kurd danî holê, heke rast were bicihanîn tê dîtin ku xwedî wê hêzê ye hemû kurdan azad bike.

Ev jî li ber çavan e; nabe ku bi fikra netew-dewletiyê li Rojhilata Navîn aramî were, nabe gelên neteweya serwer bibin xwedan jiyaneke azad û demokratî. Ji vî alî ve, li ser hîmê Neteweya Demokratîk a Rêber Apo û xwîşk û biratiya gelan çareya pirsan tam jî li dîroka Rojhilata Navîn rûdinê.

Di salvegera 74’an a darvekirinê de ya Qazî Mihemed û hevalên wî, em bawer dikin bi nûjenkirina çanda jiyana hevpar a gelan ku di dîroka Îranê û rastiya Îslamê de heye, wê gel bikaribin bi hev re bi azadî û aramî bijîn. Bi vî rengî wê çareseriya Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk ku hem li dîroka Îranê tê û hem jî bêrîkirina Qazî Mihemed û hevalên wî ye ya li ser xwîşk û biratiyê ye, dê derkeve holê.

Em Qazî Mihemed û hevalên wî di salvegera 74’an a şehîdbûna wan de bi bîr tînin, bawerî pê tînin ku neviyên wan wê bêrîkirinên wan bibin serî, careke din sond dixwin ku bêrîkirinên wan bidin jiyîn û bibin serî.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar