Desteya Giştî ya Makeqanûnê di lêkolîna pêşîn a doza li ser girtina HDP’ê de biryara îadeyê da.
Doza girtina HDP’ê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Saziya Darizandinên Bekîr Şahîn hatibû destpêkirin.
Dadgeha Makeqanûnê di civîna rojevê de lêkolîna xwe ya pêşîn kir. Desteya Giştî kêmasiyên di isûlê de yên îdianameyê tespît kir û ji bo temamkirina kêmasiyan serlêdan îadeyî Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê kir.
Heke kêmasî werin temamkirin û were pêşkêşkirin dibe ku dîsa lêkolîn were kirin.
Desteya Giştî dê piştre dîsa bicive û biryar bide ka îdianame hatiye qebûlkirin an na. ENQERE