PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çalakiya malbata Şenyaşar didome

Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 23’yemîn de berdewam dike

Çalakiya bi daxwaza ‘Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 23’yemîn de berdewam dike. Beriya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û di êrîşê de Hacî Esvet û lawên wî Adil û Celal hatibûn qetilkirin û Fadil Şenyaşar jî bi giran birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne û Ferît Şenyaşar bi vê çalakiyê dixwazin edalet pêk were û Fadil Şenyaşar tavilê were berdan.

Wek her roj vê sibehê jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît çûn ser terenceya li ber Edliyeya Rihayê rûniştin û çalakiya nobetê li dar xistin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijital wiha got: “Dozgerê dosyeyê hevdîtinê bi me re qebûl nake, her çiqas alîgirê zalim û yên bi hêz be… Ji ber em edalet dixwazin 3 caran li ser fermana Serdozgeriyê me binçav kirin, lê her çiqas me binçav bikin jî… Em ê bispartina edaleta Xwedê li ber xwe bidin. Di roja 23’yemîn de daxwaza me ya edaletê berdewam dike.”

Serdanên ji bo malbata Şenyaşar

Ji aliyê din ve jî seredanên piştevaniya ji bo Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar didomin. Di roja 23’yemîn a çalakiyê de, rêveberên Şaxa Egîtîm-Sena Rihayê, xwendekarên zanîngehê û aktivîstên TJA’yê yên Eden û Mêrsînê îro serdana malbatê kirin.

Pêşî rêveberên Egîtîm Senê hat serdana malbatê û Ferît Şenyaşar behsa binpêkirinên mafan ên di dema nobetê de kir. Şenyaşar têkildarî danişîna roja 2’yê nîsanê ku li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê bê dîtin, agahî da û diyar kir ku dadgeh di bin zextên siyasî de ye.

Qeydên li nexweşxaneyê

Dayik Emîne Şenyaşar jî têkildarî kêliyên komkujiya li nexweşxaneyê axivî û wiha bang li dozgerê dosyayê kir: “Te sond xwar ku dê ‘bi edalet bî’ û hatî wî meqamî. Bila qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û edalet bi cih were.”

‘Bila edalet bi cih were’

Dayik Şenyaşar da zanîn ku heke qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û kurê wê yê di êrîşê de bi dijwarî birîndar bû û hat girtin bê berdan, wê çalakiya xwe bi dawî bikin û wiha domand: “Em 23 roj in li vir in. Em jî westiyan bila êdî edalet bi cih were.” Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Rihayê Mahmût Bînîcî li ber dilê Şenyaşar da û diyar kir ku daxwaza malbatê ya edaletê daxwaza wan e û anî ziman ku wê piştgiriyê bidin wan.

Xwendekaran serdana malabatê kir

Pişt re xwendekarên zanîngehên Nevşehîr, Ege û Haranê serdana malbatê kirin. Xwendekaran ji malbatê derbarê tiştên bi serê wan de hatin de agahî girtin. Dema xwendekar ji cem malbatê veqetiyan, polîsan ew di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.

Polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Eden û Mêrsînê hatin Rihayê serdana malbate. Dayik Şenyaşar ji jinan re behsa tiştên hatine serê wan kirin. Jinan diyar kir ku ew piştgiriyê didin malbatê û demeke dirêj bi dayik Şenyaşar re sohbet kirin.

Piştî seredanê jinan xwest li ber cihê lê rûniştin bi dayikê re daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta “Qedexeya Walitiyê” heye daxuyanî asteng kir. Li ser vê yekê, aktîvîsta TJA’yê Bedriye Kûş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayikek 23 roj in li ber avahiya edliyeyê rûdine. Em jin, ji Edene û Mêrsînê hatin ku serdana wê bikin û diyar bikin em li cem wê ne. Bêguman wê edaleta îlahî pêk were.”

Dayik Şenyaşar jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Li şûna hûn ê me asteng bikin, bila we kesên komkujî pêk anî asteng bikira.” Di pêvajoya çalakiyê de jin 3 caran di GBT’ê re hatin derbaskirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar