Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin, di 4’ê Nîsanê de dê bikeve 72 saliya xwe. Her wiha çavê gelê kurd jî li çalakiyên rojbûnê yên li gundê Amarayê ne. Biraziyê Ocalan parlemneterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan behsa pîrozbahiyên berê ên li Amarayê kirin.
Omer Ocalan, dara fisteqan a 300 metreyî dûrî gund e nîşan da û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd li bin wê darê pirtûk dixwendin, lewma ev dar ji bo Ocalan dareke taybet e.
Ocalan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd li bin vê darê bi hevalên xwe re sohbet dikir û wiha got: “Gava behsa 4’ê Nîsanê tê kirin, ewilî gundê Birêz Ocalan Amara tê bîra mirov. Çima Birêz Ocalan? Birêz Ocalan, di siyaseta kurdî de xwedî rol û mîsyonekê ye. Berê çemekî bi aliyekî şaş de diherikî rast kir û têkoşiya. Gelê kurd, baş bi vê dizane.”
Rojbûna gelê kurd
Ocalan diyar kir ku pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ku ji sala 2004’an ve tên pîrozkirin, heya niha gelek caran hatine astengkirin û wiha domand: “Di pîrozbahiya 2009’an de hêzên dewletê ciwanên kurd Mûstafa û Mahsûm şehîd kirin. Piştî vê her sal ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesî berê xwe da Amarayê. Pîrozbahiyên girseyî hatin kirin. Ya herî bi coş, a 2015’an bû. Bi hezaran kes wekî qernewalê 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Ev manewiyateke girêdayî têkoşîna gelê kurd e. 4’ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin rojbûna gelê kurd e. Ji lewre; kurd, ji roja komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha tên eciqandin. Lê niha bi dengekî bilind li ber xwe didin û cîhan wan nas dike. Kurd dibêjin, ‘Em hene, mafên me hene, ji bo van mafan statuyek divê.’ Berê jî berxwedan çêbûn. Lê belê têkoşîna Birêz Ocalan û hevalên wî gelê kurd ji nû ve vejand.”
Rojbûna gelê kurd pîroz be
Omer Ocalan destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin, her sal 4’ê Nîsanê tê pîrozkirin û anî ziman ku di 4 salên dawî de zext û zorî zêde bûne û nehiştine ew bi xwe jî biçe gundê xwe û wiha pêde çû: “Dê û bavên min li vê axê çêbûn. Her wiha ez parlementer im. Hatina min a gund jî asteng dikin. Yanî zilmek mezin heye. Êdî ev pergal riziya ye. Êdî hêzeke wan ku xwe li ber têkoşîna mafdar a gelê kurd bigirin nemaye.”
Ocalan diyar kir ku 4’ê Nîsanê tenê wekî rojbûna Rêberê Gelê Kurd nayê hesibandin û wiha got: “Di şexsê Birêz Ocalan de rojbûna gelê kurd e. Her kes dikare li cihê xwe pîroz bike, eynî wekî Newrozê. Newroz, serîhildana Kawa ye li dijî neheqiyê. Em dixwazin li warê xwe wekî hev bin. Di vê têkoşînê de paya Birêz Ocalan, payek mezin e. 4’ê Nîsana gelê kurd pîroz be. Rojbûna gelê kurd pîroz be.”
Dibû lehî
Alî Ocalan ku rojbûna xalê xwe pîroz kir, pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û destnîşan kir ku wê çaxê bi dehhezaran kes dihatin 4’ê Nîsanê bi coşeke mezin pîroz dikirin.
Alî Ocalan diyar kir ku ji gelek derdoran gelek kes berê xwe didan Amarayê û ji bo wan rojan wiha got: “Berê mirov li Xelfetiyê kom dibûn û bi hev re dihatin vir. 3-4 rojan kom bi kom dihatin. Rêya 13 kîlometreyî dibû lehî ji mirovan. Bi govendê dihat pîrozkirin. 3 roja wisa dewam dikir. Bêyî tiştek biqewime 4’ê Nîsanê pîroz dikirin.”
Wek mîhrîcan dihat pîrozkirin
Ocalan anî ziman ku lê belê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû qedexe ketine dewrê û bi vî awayî pêşî li ber pîrozbahiyê hatiye girtin û wiha domand: “Dewlet naxwaze çûkek jî biçe gund. Beriya pîrozbahiyê gund tê dorpêçkirin. Berê wekî mîhrîcanê dihat pîrozkirin. Lê nenûka mirovekî/ê tahl nedibû.”
Her wiha Alî Ocalan bal kişand ser tecrîdê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbat serlêdanê dike lê nahêlin. Diya min 4 sal in Serok nedîtiye. Em dixwazin qanûn pêk bên. Guh li qanûnên xwe jî nakin. 22 sal in Serok girtiye. Em dixwazin bê berdan. Em dixwazin di rojbûna xw eya 73’yan de li cem me be. CPT, divê guh li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bike. Tavilê divê hevdîtin bi Serok re bê çêkirin.” RIHA