Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaleliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê wekîltiya wî hatibû xistin, piştî hat binçavkirin, ji ber êşa dil û singê xwe sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Polîsan di dema binçavkirinê de, Gergerlîoglû derb kiribûn.
Kurê Gergerlîoglû, Salih Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê rewşa bavê xwe de ev parvekirin kir: “Bavê min li nexweşxaneyê ye. Ji ber êşa dil û sîngê xwe diviyabû bê anjiyokirin. Bavê min anjiyo bû. Ji ber ku tansiyona wî bilind bû, rakirin beşa lênirîna awarte. Îro wê dibin çavderiyê de bimîne. Rewşa wî baş e.” ENQERE