Navenda Nûçeyan |
Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel (KONGRA GEL), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî dan û rojbûna Ocalan pîroz kirin.
KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rojbûna Rêber Apo rojbûna kurdên azad, mirovên azad û jinên azad e.
Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:
“Em bi hezkirin û bi rêzgirtin ji Rêber Apo re dibêjin ku rojbûna we pîroz be. Rojbûna Rêber Apo li gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn re, li tevayî hevalên me, mirovahiya azad, bi taybetî lî tevayî jinên Kurdistan û cîhanê pîroz be.
Rojbûna Rêber Apo, rojbûna kurdê azad e, rojbûna mirovê azad e, rojbûna jina azad e. Li ser vî esasî jî rojbûna Rêber Apo, mîlada dîroka têkoşîna kurdên azad e.
Meşa Rêber Apo ya azadiyê ku navê wê PKK’ê ye, di çar perçeyên Kurdistanê de li ser bingeha hêvî û baweriya gel di civakê de hêza leşkerî, hêza siyasî, hêza rewşenbîrî û hemû hêzên pêwîst çêkir. Gelê Kurdistanê bi hêza kurdê azad rabû li ser piyan.
Rêber Apo jin ê bi navê ‘netewa herî mezin’ nav kir û got; ‘Eger jin azad nebe civak azad nabe’. Bi ‘bîrdoziya rizgariya jinan’ jin rêxistin kir, jin bûne pêşengên şoreşa civaka demokratîk, li Rojhilata Navîn û cîhanê de bûne rûyê şoreşa azadiyê.
Rêber Apo parçekirina dorpêça komkujiyê ya ku bi destê dewletên emperyalîst li dor gelê Kurdistanê 100 sal in hatiye çêkirin, ji bo xwe kir hedefa stratejîk. Ji ber vê yekê jî navê paraznameya xwe ya pêncemîn kir ‘Parastina kurdên di nav pencê qirkirina çandî de’.
Rêber Apo bi paradîgma ya Konfederalîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn û li cîhanê ji bo mirovahiya pêşketî re bû hêviya azadiyê. Li ser vî esasî jî li hemû cîhanê gelek dost û heval û hogirên Rêber Apo û gelê Kurdistanê çêbûn. Raya giştî ya cîhana ji xerîbiyê derket, bûn dostên gelê Kurdistanê.
Ev rastiya Rêber Apo ji bo faşîzma dewleta tirk bûye metirsiya herî mezin. Ji ber vê yekê jî bi tecrîdeke pir giran dixwazin Rêber Apo bêdeng bikin. Herî dawî di 25’ê Adarê de axaftina Rêber Apo ya bi birayê xwe re destûr nedan. Gefên li ser jiyana Rêber Apo berdewam e.
Li Garê fedaiyên Rêber Apo derseke mezin dan dewleta faşîst. 8’ê Adarê jinên Kurdistanê, li Newrozê jî gelên Kurdistanê ji bo xwedî derketina Rêber Apo helwesteke dîrokî pêşkêş kirin.
Newroz bû Newroza Rêber Apo. Ji ber rewşa Rêber Apo, êdî sebra gel û tevgera me nemaye.
Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe 128 roj in di zindanan de hezaran girtiyên azadiyê di greva birçîbûnê de ne. Dîsa li Wargeha Mexmûrê û li Wargeha Lavrîonê jî welatparêzên me ji bo Rêber Apo di greve birçîbûnê de ne.
Li welat û li derveyî welat gel û dostên me ji bo Rêberê xwe li ser pêyan e. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye. Dewleta faşîst li hundur û derve pir tengav e. Êrîşên li ser HDP’ê jî ji ber vê rewşê ye. Ev jî nîşana neçariya dewletê ye. Ev neçarî û tengaviya dewletê her diçe yê hê jî zêde bibe. Em vê demê, wek dema têkçûna faşîzmê dibînin.
Di vê pêvajoyê de faşîzma AKP-MHP-Ergenekon ji bo têk neçin êrîşên xwe yê zêde bikin. Dewlet dixwaze emrê vê hikûmeta şerê taybet dewreyekî din dirêj bike. Erdogan di sala 2023’an de ji ber qanûna esasî nikare bibe berendam, ji bo guhertina qanûnê jî hejmara wan têrê nake. Pêwîstiya wan di sala 2022’an de hilbijartina pêşwext heye û Erdogan jî dikare bibe berendam. Lê belê di hilbijartineke normal de AKP-MHP’ê nikare serbikevin. Ji ber vê yekê jî ji bo serbikevin hemû tedbîrên xwe plan kirine. Doza girtina HDP’ê destpêka vê pêvajoyê ye.
Muxalefet tenê bi xebata hilbijartinê nikare rejîma faşîst a AKP-MHP têk bibe. Pêwîst e li Kurdistanê û Tirkiyê dijî faşîzmê têkoşîneke pir mezin bête meşandin, gel bête rêxistinkirin, hêvî û baweriya serketinê bête mezinkirin. Di nav gelê Tirkiyeyê jî li hemberî AKP-MHP’ê nerazîbûneke mezin heye. Lê belê ji bo rêxistinkirin û xwedî derketina vê rewşê, pêwîstiya pêşengên radîkal heye. Hêzên demokrasiyê yên li Kurdistanê û li Tirkiyeyê, eger di vê pêvajoyê de wekî tê xwestin pêşengtiya gel bikin, dikarin hilbijartina pêşiya me bikin derfeteke dîrokî û faşîzmê têk bibin.
Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê, têkçûna siyaseta dewletê ya li hemberî gelê Kurdistanê ya 100 salî ye. Têkçûna faşîzmê destpêkirina pêvajoyeke nû ye. Ji bo pêvajoyeke nû pêwîstiya herkesî ji Rêber Apo heye. Bê Rêber Apo her tişt ji bo Tirkiye û herêmê krîz û kaos e. Ji bo çareseriya krîz û kaosê tek rê azadiya Rêber Apo ye.
Ji bo gelên Kurdistanê, Tevgera Azadiyê û dostên me yên navnetaweyî, li ser esasê têkbirina rejîma faşîst, em ê bi pêngava ‘dem dema azadiyê’ tevayî derfetên xwe seferber bikin û azadiya Rêber Apo pêk bînin.
Li ser vî esasî em car din rojbûna Rêber Apo ji gelên Kurdistanê, tevayî hevalan, tevayî jinên Kurdistanê û yên cîhanê, mirovahiya pêşketî re pîroz dikin.”
TEV-DEM: Ji bo azadiya Ocalan divê her kes bikeve tevgerê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî di daxuyaniya xwe de rojbûna Rêber Apo li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir û bang li tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiqûqî û civaka sivîl kir ku ji bo azadkirina Ocalan û girtiyên siyasî bikevin tevgerê.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê ya 4’ê Nîsanê wiha ye:
“Bi boneya hatina roja 4’ê Nîsanê ku roja jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan e, em vê roja pîroz ku derbasî dîrokê bûye li gelê Kurdistanê û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em îro rojbûna Ocalan ya 72’yan dijîn ku ji aliyê dozên çarenûsî, xizmeta civak û mirovahiyê ve jiyaneke tijî berpirsyarî û şoreşgerî ye. Rêber Ocalan 22 sal in li girtîgeha Girava Îmraliyê dîlgirtî ye û di nava rewşên herî dijwar de dijî, dewleta tirk a faşîst li dijî wî tecrîdeke girankirî û derqanûnî dimeşîne û nahêle parêzer û malabata wî pê re hevdîtinan bikin.
Rêber Abdullah Ocalan Girava Îmraliyê veguherand kaniya berxwedan û têkoşînê û îsbat kir ku ew der destpêkirina çareserkirina hemû pirsgirêk, alozî û rageşiyên li herêmê ye.
Rojbûna Rêber Ocalan wekî zayîna dîrokeke nû ya gelên Rojhilata Navîn a sedsala nû ye, rojbûna felsefeyeke avaker a jiyana mirovê azad e, da ku bigihêjin civakeke demokratîk, siyasî û exlaqî. Rojbûna Rêber Ocalan rizgarkirina ji zayendperestiyê û bingeha wekhevî, edaleta civakî û felsefeya rizgarkirina civakê ji bermahiyên hişmendiya mêrên desthilatdar a hezar salan e. Şoreşa Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê jî encama nêrîna rast a vê rojbûna serdemî ye.
Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di roja 4’ê Nîsanê de ku nîsan jî pîroztirîn mehên salê ye, xweza di vê mehê de bi bedewiya xwe tê xemilandin û Rêber Ocalan bi hezkirina xwe ya ji xweza, mirovahiyê, jîngehê, daran û çandiniyê re tê naskirin.
Em vê salê bikin sala azadiya rêber Apo û bi rasthatina hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ em asta têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya me ye, li ser vî bingehî divê em bi erka xwe ya exlaqî rabin û em xwedî li çarenûsa Rêber Apo ku nûnertiya hêvî û vîna gelên azadîxwaz û aştîxwaz dike derkevin.
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di dawiyê de bang li tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî dikin ku tavilê têkevin tevgerê û Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bikin. Ji ber ku ev qonaxa aloz û xeter bi berfirehkirina rageşiyê ya ku torên istîxbaratê ya hikûmeta faşîst bi hevkariya çeteyên terorîst, bi rê ve dibe, dewleta tirk sûdê jê digire û ji bo berjewendiyê xwe yên siyasî bi kar tîne.”
KODAR’ê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî di heman mijarê de daxuyanî da. Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye:
“Em salvegera rojbûna Rêberê gelên bindest Rêber Apo û salvegera 17’emîn a damezrandina PJAK’ê li tevahî gelê kurd û bi taybetî li gelê me yê rojhilatê Kurdistanê, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, gerîlayên têkoşer û hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan pîroz dikin.
Têkoşîna gelê me ya li rojhilatê Kurdistanê bi ruxmê hemû astengî û pirsgirêkên li ser rêya gihîştina azadiyê ku pê re rû bi rû bûye, berdewam bûye û didome. Gelê me yê li vê beşa Kurdistanê her tim hewl daye ku bi ceribandina rê û rêbazên nû yên têkoşînê ya di çarçoveya bilindkirina xebatan de gavên nû avêtiye û bilindkirina asta sazîbûn û rêxistinbûnî ji xwe re bingeh girtiye. Ev yek nîşana hêza lêgerîna wate û daxwaza jiyana azad a wê ye. Civakek ku amade ye ji bo parastin û xwedîderketina li nirxên xwe dest bi hemû hewldanan kiriye û tu carî bera xwe nedaye dogmatîzm û tengbûyîna navxweyî. Di vê rasteyê de tevî naskirina fikir û ramanên Rêber Apo û têgihîştina wê wek stratejî û rêbazên bingehîn ên ji bo pêkanîna hêviyên xwe, ji bo bikaranîna wê ya di jiyana siyasî û civakî ye xwe de ketiye nava pêngavê.
Fikir û ramanên Rêber Apo li rojhilatê Kurdistanê avakerê hîmekî nû yê partîbûyînê bû ku fikrên xwerû û seretayî yên partî danî rexekê û karî qalibên kevneşopî yên partîgerayî bişkîne. Sazîbûyîn û rêxistinîbûyînek ku xwe di çarçoveya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de dît. Partiyek ku hê ji destpêkê ve hêza felsefî û kirdeyî ya ramanên Rêber Apo ji bo avakirina pêkhateyek kêrhatî ya di astekî bilind de, tevlibûna gel di xwe de dihevîne û asta bê dawî ya esnekbûyînê fêm kiriye û bikar aniye. Bi vê rêyî re kariye bibe hêviyek di dilê gelê me yê rojhilatê Kurdistanê û hewldanên pergala dîktatorî ya wîlayî ya bi dehan salan ji bo tunekirina civaka rojhilatê Kurdistanê vala derxîne. Rêyek ku ji salên 90’î ve dest pê kiribû û bi damezrandina PJAK’ê ya di sala 2004’an de gihişte asta sazûmaniyê û di dewama wê pêvajoyê de bi damezrandina Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ber bi sazumaniyeke têrker ve bir.
Destkeftiyên 20 salên têkoşîn û hewldanê ya li rojhilatê Kurdistanê bi cangorîtî û lehengtiya gerîlayên têkoşer û welatparêzên serfiraz teşe girtiye, kevirê bingehîn ên vê partîbûyîna nû danîne. Bi vê hêviyê ku li ser vê avahiya jiyana azad û watedar teşe bigire. PJAK karî ku nirxên nû li ser danehevên giranbuha yên têkoşîna siyasî, civakî û çandî ya gelê me li rojhilatê Kurdistanê zêde bike û ev pêvajoye weke partiyek pêşeng hê jî didome.
Îsal em ê di rewşekê de 4’ê Nîsanê pîroz bikin ku Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîda girankirî û dijwar de ye û êrîşên hêzên faşîstî yên li ser Kurdistanê serwer in bi hemahengî didomin. Pêwîst e ku hemû gelê me li her cihê ku lê dijî û bi her derfet û hêza ku hene ji bo azadiya Rêberê Gelên Cîhanê Rêber Apo hemû hewldanên xwe bidin û bi tevlibûna di nava pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ erkê xwe yê neteweyî û mirovî bi cih bîne.
Di dawiyê de em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê li vê partiyê, hemû gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê, malbatên bi nirx ên şehîdan, girtiyên siyasî, gerîlayên serfiraz û têkoşer, çalakvanan û hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan pîroz dikin.”