Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

Cuma - 18 Ekim 2024

Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan

Şaredariya Rende ya Cosenza ku bi ser herêma Calabrîa ya Îtalyayê ve ye hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Şaredariya Rende ya Cosenza ku bi ser herêma Calabrîa ya Îtalyayê ve ye bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Şaredarê Rendeyê Marcello Manna, li meclisa şaredariyê têkildarî mijarê axivî. Manna diyar kir wî dengê xwe daye hemwelatîbûna rûmetê ya Ocalan û wiha got: “Bi vê biryarê me xwest giringiya mafê mirovan destnîşan bikin. Bi me çalakiyeke hewce ye ku were destnîşankirin li Tirkiyeyê mafê mirovan tê redkirin.”

Manna destnîşan kir Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têdikoşe û ev tişt gotin: “Konfederaliya demokratîk a ku Ocalan pêşniyar kiriye, modêleke alternatîf a civakî ye ku xwe dispêre ser wekhevî, cihêrengiya etnîk, dîn, çandî û zayendî.”

Sembola têkoşîna azadiyê

Endama Komîteya Çandê ya Meclisa Şaredariyê Marta Petrusewîcz jî ku xelata Buroya Aştiyê ya Navnetewî (IPB Italya) ya 2016’an dabû Ocalan jî got ku ne tesadûf e layiqî vê xelatê hatiye dîtin, Abdullah Oalan ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi roleke kilîdê ye, sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e.

Petrusewîcz, diyar kir ku Ocalan ji bo têkoşîna çekdarî ya ji 40 salan zêdetir dewam kiriye bîne ser aştiya dadmen û mayînde têkoşîna siyasî dide û wiha pêde çû: “Ev 22 sal in li girtîgeha taybet a tirk a li Girava Îmraliyê tecrîd li ser tê danîn. Mafê mirovan tê binpêkirin, tim talûke li ser jiyana wî heye, nayê hiştin ku malbat û parêzer wî bibînin.”

Îşkence li kurdan dikin

Endama Meclisê Lîsa Sorrentîno jî bi bîr xist ku Tirkiye hebûna kurdan înkar dike, gundê wan dişewitine, bi hezaran kurd qetil dike û îşkenceyê li wan dike.

Heta niha li Italyayê gelek şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane Oacalan. Navê van şaredariyan wiha ne: Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar