Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ev çawa edalet e?

Xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşar qetil kiribûn. Bav û 2 kur kuştibûn, bira Fadil Şenyaşar jî 3 sal in girtî ye. Di 2’ê Nîsanê de 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî. 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî. Vê “Edaleta” li Tirkiyeyê gelek pirsên bê bersivandin anîn aqilan.

Gelo li vî welatî edalet heye? Eger edalet heye edaletek çawa ye? Ev edalet ji bo kê ye? Çima kesên zarokên wan têne revandin, windakirin û kuştin hawar û qêrîna wan a ji bo edaletê nayê bihîstin? Çima dayikên ku zarokên wan bi texsiyên Torosê hatin revandin û li qereqolên esker û polîsan hatin kuştin hawara wan nayê bihîstin?

Gelo li welatê ku edalet lê hebe, çima Dayik Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê wê hatin kuştin her roj li ber deriyê qesra ‘Edaletê’ ya Rihayê nobeta Edaletê digire? Gelo li welatê ku edalet lê hebe, çima Dayikên Şemiyê ku zarok, xwişk, bira û hevjînên wan hatin revandin, windakirin û kuştin her hefte Roja Şemiyê li Qada Galatasarayê, Parka Koşuyolu, Kolana Gulistan, li edaletê digerin? Gelo li welatê ku edalet lê hebe, çima wekîlê vîna 90 hezar mirovî wekîltiya wî tê xistin beyî nimêja sibê bike wî binçav dikin û piştî 10 rojan wî digirin? Ku edalet hebe çima malbatên 101 kesên ku zarok û xizmên wan ên li Enqereyê aştî û demokrasî xwestin û li GAR’a Enqereyê hatin kuştin, her meh ji bo edaletê li GAR’ê daxuyaniyê didin? Gelo li welatê ku edalet lê hebe malbatên 34 ciwanên ku li Roboskê balafirên şer bedena wan perçe perçe kirin her pêncşem li Goristana Roboskê li Edaletê digerin? Ku edalet hebe çima şev nîvê şevê îmzeya Peymana Stenbolê vedikişînin? Çima her mehê bi sedan jin tên qetilkirin kujerê wan nayên girtin û cezakirin?

Çima rojnamegerên bê sûc ku tenê rastî ronî kirine bi mehan hatin girtin û hêj bi dehan rojnameger girtî ne? Çima bi hezaran siyasetmedarên ku tenê siyaeta demokratîk kirine û aştî xwestine têne girtin û cezakirin? Çima polîsê ku li pêş kamerayan Kemal Kurkut di Newrozê de dikuje nayê cezakirin? Çima kujer serbest in û çima hawar û qêrîna mexdûran nayê bihîstin?

Û gelek pirsên din….

Bersiva van pirsan gel jî dizane, hemû dinya alem dizane. Eger qesrên “Edaletê” bibin cihê parazvanên sûcdaran û ceza li mexdûran bibirin, eger edalet serobin bûbe, heq û hiqûq nemabei eger sinc û wijdan nemabe û ketibe bin piyan. Wijdan kor bûbin çav kor bûbin, guh ker bûbin, ziman lal bûbin û kes bi hawara kesan neçe, mirov nikare edaletê ji zaliman bixwaze. Ku kesên mexdûr neçin hawara hev. Kesên mafê wan tên binpêkirin, neheqî û zilm li wan tê kirin nebin yek û destê xwe nedin hev, zalim tu carî hawara mexdûran nabihîzin.

Her meh bi sedan karker, bi sadan jin tên kuştin. Eger hemû malbatên karker û jinan bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin, ne patron dikare maf û keda karkeran bixwin, ne jî mêrê zilmkar dikare jinan qetil bike. Her meh bi sedan siyasetmedar tên girtin. Di şer de bi sedan ciwan tên kuştin. Tecrîd kûr dibe. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Eger malbatê hezaran girtiyan bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Ne siyasetmedar têne girtin, ne jî tecrîd belav dibe. Xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kirin û di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşar kuştin. Lê Dadgeha Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayê wî hatin kuştin birî. Li Enver Yildiz ê xizmên wî 3 kes kuştin û xizmekî wî hat kuştin ji 18 sal ceza birî. Eger hemû malbatên ku xizmên wan hatine kuştin bibin yek û bi hawara Emîne Şenyaşar biçin. Eger hemû malbatên ku zarokên wan girtî, xizmên wan hatin revandin, windakirin, kuştin û keda wan tê xwarin bibin yek, gelo edalet wê bê edaletiyê bike. Na ne pêkan e. Herî her tiştî divê em qêrîn û hawara xwe bigînin hev. Berî her tiştî divê em bi hawara hev biçin û qêrîna hev bibihîzin.

Nûçeyên Têkildar